Ez Heft Salî… Heft Êşî Bûm…! (1-2)

Qadir Egîd
 
“Ji xwe re hinek ava bacana di ser nanê xwe bid û xwe amade bik ji bo çûna dibistanê law..!” Diya min bang dikir.
Guhên min ji vê bangê hez nedikir û nedixwest ku dema wê bê. Çimkî bi bihîstina wê gelek tişt di hundirê min de dilebitîn. Ew ava bacana ku min bi rengekî rojana – ji ber ku hinder bi qurbana ji derve be – ji xwe re kiribû firavîna berî dibistanê, min çiqas jê hez dikir, min ew qasî tam jê nedidît. Min dixwar lê tiştekî mezintir bala min dikişand.
Min ser çavê xwe dişûşt, temberiya xwe şayik dikir, pêlava lastîkî paqij dikir, çentê pirtûkan hildigirt pişta nazik, bê berdilk û bi dilekî ku berê xwe dida dibistanê.
Ji malê heta dibistanê min xwe paye dikir ku ez bê berdilka dibistanê ya fermî me, vajî hemû hevalên ku di dilê xwe de dixwestin wekî min bin.
Min pola didwan dixwend û birayê min ya pêncan bû. Hefteyekê ew sibehan diçû dibistanê û ez nîvro; hefteyekê ez sibehan diçûm û ew nîvroyan.
Ku dengê zengilê dibistanê dihat, zengilê şermê di dilê min de lêdixist. Ew payebûna berî kêlîkekê dibû giriyekî bêdeng û li ser rûyê min dilîst. Çavên zarokan min dixwar, dengê tenaziyên wan di perda guhên min de mîx bûn:
“Xwediyê nîv berdilkê”. Xwediyê nîvê dî birayê min bû…! Li devê deriyê dibistanê, li ber çavên hemû şagirtan berdilka xwe ji xwe dikir û li min dikir. Tev ku ne mezin bû jî, lê dîsa destê xwe wekî mezinan di ser porê min re dibir û ji min re digot:
– “Guhê xwe bid xwendina xwe”.
***
Şevên zivistanê dirêj in, nexasim berî bîst û pênc – şeş salan ku alavên ragihandinê kêm bûn. Kolanên Amûdê ne riqifkirî bûn; hewq û çamûr bûn, eger libek baran ji ezmanê Xwedê bibariya kolanên bajêr dibûn gol. Di wê demê de xelkê zû xew dikir.
Dê û bavê min jî yek ji van kesên ku eger şevbuhêrkvan tunabana, serê xwe ji ser sicadê radikirin û li ser palgehê li ber şûrê xewê radixistn.
Bi vemirandina çirayê nedibû tu kes ji kuflet destê xwe li ber siltanê xewê Hilda; ta ku xewa me neyê jî…! Bavê min her dem; bi helkeftin û bê helkeftin digot:
– “Wek mîhan bin, ne wek kûçikan bin. Kûçik ta destê sibeha li kuç û zikakan li ser serguwan digerin, û di dema xêr û ibadetê û bereketê de; dema limêja sibehê serê xwe datîne ser teriya xwe û xew dikin. Lê mîh piştî limêja eşa radikevin û dema xêrê serê xwe hildidin û radibin. Bera hûn jî mîh bin ne kûçik bin.”
Min mebesta bavê xwe fam nedikir,lê tevî wisa jî min dixwest ez mîh bim û ne kûçik bim.
Tê bîra min bedlê min ê livîna li qurzîka hêwanê bû. Kuflet tev de li hêwanê xew dikir, her du xwehên ku ez ji wan mezintir û birayê ku ji min mezintir.
Bi vemirandina çirayê, êşên min pê diketin. Êşa tirsa ji tarîtiyê û tirsa ji qaçaxçiyên ku riya wan di pişt mala me re bû, di heman qorzîka hêwanê ya ez tê de wekî kulorekê heta sibehê -ji tirsa re- ji hev venedibûm. Ji Qerpeqerpa lingên hespên wan min digot belkî di hêwanê de, di ber serê min re derbas dibin.
Tirsa din, ji kuleka derî ya camşkestî bû, nemaze di rojên ba û baranê de. Gelek caran ew palgeha ku diya min bi şev dixist wê kuleka camşkestî de diket, bi terpîniya wê ez li qûn rûdiniştim, min bang li diya xwe dekir û min av jê dixwest. Û wilo diya min hay dibû û radibû dîsan ew palgeh dixist cih de û di ber xwe de digot:
– “Van bêxwediyên pisîkan girê xwe ji vê palgehê girtiye.”
Wê çaxê min jî xwe bi hêdî dişemitand hembêza wê û min destê wê li xwe digerand. Şevên wilo min tirsa xwe binax dikir, lê dilê min bi her du xwehên min dişewitî; ew şev jî kêm bûn….!
Ramanan min dibir û dianî. Gelo qaçaxçî digihên heta kîjan sînorî? Gelo hespên wan dikare di şevekê de bigihe Şamê -cihê ku birayê min lê leşkeriyê dike- û vegere? Nizanim pencereya wî jî wekî ya me şkestî ye, wî ne sar e? Striyên enîşk û çongên wî rehet bûne?
Pîrekên tarê herdem digotin:
– “Zibatên wan gawir in, rehm di dilên wan de tune ye”
Ji ber vê yekê min jî her şev jê re dua dikirin, ez jî ditirsiyam ku rojekê ilmê wî ji me re bê; ew gawir wî bikujin, ji ber em misilman in…!
Şev li min dibû heft şev…..!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…