pêşinyar: Bere 15yê gulanê bibe roja rojnamevaniya kurdên parçê rojava.

Abdulqader Bedredîn

Eger mirov bixwaze rewşa miletekî nasbike, gereke yekser vegere reveçûa rojname û kovarên wê, da bighêje asta wêyî rewşenbîrî û çi jî siyasî,û wê çaxê ewê baş bizane bê çawa keft û lefta civatê dileve.

Her weha, parçê rojavayê kurdistanê hin gav û qunaxên giring û bi nîşan di dîroka wê re derbasbuye û çendên kêlikên bercav hatine danîn.
Heger em vegerin li ser rojname yekemîn -kurdistan- û bandora wê li xelkên kurdên Sûryê, ku di vê hindê de, mamoste CELîLê CELîL di pirtuka xwe de * raperîna çand û netewa kurd* de dibêje: (rojnama -kurdistan-bihtirîn bi nav û deng dabû li Sûryê, bi taybet li -şam-a paytext, ji ber ko ji wê derê dihate belavkirin li seranserên kurdistanê).
Sûryê dibe mîna kelehekî ji rewşenbîrên Bederxaniyan re, ji mîrê mezin Bedirxan beg tanî mîr Miqdad,Celadet,Kamran û Rewşen xanim,herwisa guristanên bihtirînên wan di nav Tara kurdên şam de bi cîbûne û bûye şûnwarê seredanên dîrokî ji gelê kurd re.
Rêveçna rojnmevaniya gelê cîhanê û serkeftina wê di bin gelek sedem û egerên taybet re bûrîne û dîroka rojnamegeriya gelê me jî ko buye zêdetirî sed salî û virde, bê guman di bin nîrên dijwar û derbider derbasbuye û herweha felekê di nava têr qeqeşun de werkirye, lê têt zanîn ko rojnamevaniya kurd bi xebata aştîxwaziya gelê xwe ve hatiye girêdan û buye parçek ji xebata tevgera azadîxwaz re, ji ber wisa jî lebt û çûna wê geh bi jor û geh bi jêr de, ew jî li gora hêzbun û qelsbuna tevgerê di hat.
Ji ber sê xalên gring bangaziya min pêwist dibe, ko bibe rojeke bi nîşan û beryarkirina vê raperîna bê deng:
1- Xwedanê kovara-HAWAR- Mîr Celadet Bedirxan ê Azîzî, ko bi saya serê wî û dilsoziya hest, hiş û ramanên kurdeyatî punijî û cara yekemîn tîpên latînî hunand û zarav û dengdariya  peyva kurdî bi cih û coran kir û ji xefk û direhên ziman dizan parast û kire xwedan ferheng û rêziman.
2- Cara pêşîne ko kovareke mîna –HAWAR-ê di parçê rojava de, ne tenê bi zimanê zaraveya kurmanciya jorîn ya xweş û nerm hatiya weşandin, lê belê ya herî giring û balkêş ewe ko yekemî kovare di dîroka kurdan de bi tîpên latînî hatiye nivîsandin, di roja 15yê gulana 1932an de.
3- Ev rêzimana HAWAR ê buye rêbaza bihtirînên weşanxanên çapemenyê di her çar parçan de û bi dehên rojname,kovar û pitukxane, bi tîpên HAWARê hatine weşandin û herweha bi hêztir û xurtir di domîne. 

Di dawîyê de, ez gazî li hemî saz û dezgehên kurd yên rewşenbîrî dikim ko roja 15ê gulanê bibe roja raperîna rojnamevaniya kurdên rojava,bibe derwazeke bi rêk û pêk bi bîranîna rêveçûna rojnamegeriya parçê rojava.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…