(Gava ku masî tî dibin Her tiştî bi xwe re zuha dikin) Xwendinek di romana Gava ku masî tî dibin

Yasîn hisên

Piştî romana (soparto) a ku min bi zimanê Erebî xwend, ev romana diweme ku ji Romannivîs Helîm Yûsiv re dixwînim, lê vî carê bi zimanê kurdî. Tevî ku ez dizanim ku ez zanim ku romaneke din berî eva ku mijara min li ser wê ye belav bûbû, a bi navê( tirsa bê diran), lê mixabin negihiştibû destê min, tew ev jî a (Gava ku Masî tî dibin) min ji cem dostekî xwe anî (û belkî bi minetî be jî)da ez bixwînim.
Ya giring ewe ku îro heta ku bi derengî be jî, lê min ev roman peyda kir û min xwend. Û min dît ku hêjaye ku li ser bê nivîsandin, ne ez bi tenê lê gelek rexnevan divê ku rahêjin vê romanê û bi nerîneke rexneyî li ser bisekinin.ji ber wê ez dixwazim xwendina xwe ji vê romanê re şirove bikim û hin têbiniyên xwe bidim xuyakirin.
Dîsa ezê vegerim li ser bizava Romannivs Helîm Yûsiv di romana wî a yekem de (Soparto) da bikaribim ji wê têkevim Romana wî a nuh(Gava ku masî tî dibin, ji ber di nerîna min de hevgirêdanek he ye di navbera herdû romana de, ew hevgirêdan jî bêtir dide xuyan şêweyê nivîsa Romanê li ba Helîm Yûsiv. Û ew şêweyê girêdanê jî ewe ku di herdwa de wêrekiya Romannivîs di hûnandina tevnê romanên xwe de, û ew wêrekî têne xuyan di babetên xwe de ên ku dibin mijarên Romanên wî.
Dema ku Romana ( Soparto) bi zimanê Erebî derket, gelek guftûgo di nava rewşenbîrên kurd û Ereb de (li Sûrya bi taybetî) peydakiribû, ku heta demeke dirêj ji derketina Romanê, bûbû mijara şevbuhêrkên kesên rewşenbîr. Û di nerîna min de jî ew bi xwe serkeftineke dema ji Romanê re, bi taybet di nava Kurdên rojava de ku Romannivîsê wan kêmin, û a dîtir û giringtir jî romaneke wêrek di demekê de derket ku pêdiviyek bû ji gelek pirsên wê demê de.
Û bi derketina Romana sêyem a nivîskar Helîm yûsiv a dibin navê(Gava ku Masî tî dibin). Careke din pir li ser hate sekinandin, û bêyî ku ez bixwînim ez beşdarî hin rûniştinan bûm, û careke din Helîm Yûsiv em weke xwendevan bêyî ku em ha ji xwe hebin, em dibûn mîna (Masî-Mar-nivişt- Kevirên çiya).çiko di Romanê de Helîm Yûsiv giyan dide her tiştî yan jî her tiştî bi giyan dike(Derî- Dara Malbatê-Pênûsa ku êşa xwedyê xwe dinivîse-Naylona ku çîrok dinixumand-pirtûka ku nehat xwendin..).ji bilî ku endamên romanê ên bi giyan ji lawiran ew jî di axivin ku di nava romanê de weke kesin cihgirtî têne xuyan û tevna romanê bi wan zengîn dibe mîna( Mar-Bozo: kûçkê Masî).
Ji ber ku zimanê romanê zimanekî nerme û zelale. Ezê li ser cihê ku rûdaw lê diqewimin hinekî rawestim:
Diyare ji her kesê ku Romanê dixwîne ji destpêka wê de ku cih di romanê de Serxet û Binxete an jî li du deveran rûdaw çê dibin (çiya û deşt). Û ev cîgeh (yan ji cihek ji herdû cîgehan di Romanê) nayê xuyakirin yan jî teqezkirin ji bilî di dawiya romanê di rûpela 192 de ku têde diyar dibe Deryê sînorê navbera Qamişlo û Nisêbînê..
Rûdawên romanê zû bi zû di qewimin ji dergehekî romanê heta bi dergehê din sînor derbas dibin, û mirov saxlem diçe û bê endam vedigere weke (Masî) lehengê Romanê. Û ji hêleke din ve hin bi evîn derdikevin ji sînor û dîl yan jî girtî vedigerin-lê dîsa bi evînî-(Berfîn).
Ji bilî ku her endamên romanê mafê xwe distînin ji gotinê û ji şirovekirina rewşa xwe, wisa jî ew leza rûdawan diyare mebest jê ewe ku Romannivîs dixwaze zû bi zû ramana romanê zû bi zû bighîne xwendevanê xwe.

(Gava ku Masî tî dibin) romaneke balkêşe û hêjayî xwendin û nivîsê ye, çiko rewşeke giring ku civaka me têde derbas dibe şirove dike, û a giring tir ku gelek babet û mijar di romanê de hene cihê pirsê ne û sekinandinê ne. Û weke min di naverokê de diyar kiriye ku gava ku (Masî) lehengê romanê tî dibe dawiya dawî gelek tiştan jî bi xwe re zuha dike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…