Li ser rola kesên serbixwe di derbarê yekîtiya bizava tevgera kurd de

  Dimuqratî *

Ramana yekîtiya bizava tevgera kurdî, cihekî xwe yê giring û balkêş li cem hemû kesî distîne, ji ber ew bi xwe armanceke qenc û giringe ji xebatê re li hember zordariyê, û tevegera kurd gelek şêwe ji bona bi yekkirina tevgera kurdî bi cih anîne, û yek ji wan şêweyan ew bû yekkirina rêxistinî a ku serkeftin ne dî , û negihişt mebesta xwe. Tev ku hin şêweyên din hatin bi kar anîn, mîna Enî û Hevbendî, ên ku bêtir têkilî û nêzîkayî bûn di nava hinek ji partiyan, û ev şêwe bi serkeftîtir bû ji yekîtiya rêxistinî, û heta bi çend salan vî şêweyî akamên xweyî pozîtîv lîst di rewşa tevgerê û pêşketina wê de.
Lê ew jî qelsayî têde peyda di bû ,ji ber hindek aliyên qelsiyê ku têde diyar dibûn, û sedema serekî ji vê qelsiyê vedigere ku dema aliyek bixwaze wê astengan li darxîne û wê qels bike, û ev bêtir hate xuyan di bizava (kombendiya partiyên kurdî)de, ku tiştekî hesane dema ku partiyek yan bêtir ji vê peywendiyê derkeve û wê sist bike, tiştê ku dihêle karê wê raweste.
Tevî wê di bizava çarçewa Enî û Hevbendiyê de jî ev asteng dibe ku derkeve holê, ku hindek alî ji nava wê çarçewê derkevin  û dev jê berdin û bixwazin wê bişkînin. Û bi giştî, dema ku şêweyê peywendiyê bi tenê di nava partiyên siyasî de be, wê heta radeyekê mezin berdewamî û serkeftina wê jî girêdayî be bi berjewendiyên ew aliyên ku di nav de.
 Lê bizava Hevbendî şêweyekî nuh da xuyan, dema ku kesên serbixwe û welatperwer xiste nava rêberiya xwe de, û vê bizavê da xuyan ku derfetek nuh heye ji bona bi cih anîna yekîtiya rêzên tevgera kurd, tevî dema ku Hevbendî kete astengiyê de rola ew kesên serbixwe di wê de diyar bû ku li dijî bizavên perçebûnê bûn û bi parastin û pêşketin û firehkirina wê dixwestin. Û berî wê jî ev rastî bû a ku bûbû bingeh ji bona avakirina Lêvegerek kurdî weke baştirîn gav ji bona peywendiyên di nava partiyan de, û bi sûdewergirtin ji bizava Encûmena giştî a Hevbendî.
Ji ber wê hate vexwendin ji bona avakirina Lêvegerek kurdî di riya Kongrek netewî ku hemû rêxistinên ku bixwazin lê beşdar bibin û bi mercekî sereke ku divê kesên serbixwe ji rewşenbîr û nasrawên civakî ên kurd têde beşdar bibin.
Tevlêbûna kesên serbixwe di rêberiya tevgera kurd de ne kêmaniye ji rol û karê tevgerê re ê siyasî, ji ber ku dema kesek serbixwe be nayê wê wateyê ku ew kes dûrî siyasetê ye, lê li dij wê ji ber perçebûna tevgerê bi dehan û sedan ji kesên bîrbir hene dûrî çarçewên partiya ne, û civaka me tije ye ji wan kesên welatperwer û zane ên ku divê di nava rêberiya tevgerê de bin, û ji wan bêsûdewergirtin, û da sînorek bê danîn ji nerînên parîtîtiyê ên teng û bizavên hindek kesan ku dixwazin kolana siyasî di destê wan bi tenê de be.

* Rojnameka mehane ye partiya dîmoqratî pêşverû kurd li sûrya belav dike

Jibo xwendina babetên hejmara (4)an,  li vir bitikîne

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…