Dewleta tirkan û îranê kara xwe û êrîşekê giran li ser PKK dikin

Ezzdîn zaxuranî 

Erê dewleta tirkan û dewleta îranê, herdû dagirkerên kurd û kurdistanê ew dixwazin bi hev re êrîşekê giran û bê mefer li ser hêza parastina gel bikin,û her-wiha ji berî heyvekê ta niha êrîşên tirkan yên balefirên ezmanî ji ser xaka kurdan ji balefirgeha bajarê Amedê difirin û li ser xaka kurdistanê li gelê kurd û li hêzên parastina gel didin. Agir bi çiyan dixin û gundan jî wêran dikin,bi vê yekê bi tenê jî dilê wan xweş nabe,diçin li pez û dewaran jî dixînin,herwekî leşkerên xwe yî Balefiran jî li ser serê gelê kurd  xwe fêrî şerê Balefiran dikin.
Dewleta îranê ya xwînxwar û dagirker,ku binavê misilmanan bang li xwe dikin,û karên wan ne karê misilmana ne, ew jî ji rexên xwe ve, çiya û gundên kurdan  didin devên topan û gulebaran dikin, ew jî leşkerên xwe li ser xaka kurdistanê fêrî şerê top û reşaşan dikin. Herwiha armaca wan ku bi van top û balefirên xwe cihê gêrîlayên hêza parastina gel xweş nasbikin, da ku di buharê de êrîşekê bihevre li ser keç û xortên kurdan  li darxînin,ji niha ve wisa ji dijminan tê xuyakirin,ji ber ku gelê kurd gelek caran ev hevkarî ji destên van xwedê nenasan dîtine, weke serhilana Abdurezaq Bedixan-weke serhildana Ihsan Nûrî Paşa û serhildana Simko Şekakî, herwiha çûna Mele Mustafa Barzanî li nav Ûris.
Gelo partiyên kurd û Kurdistanî ji herçar perçên Kurdistanê, pêşberê van şêwir û tedbîrên dijminan li ser partiya karkerê kurdistanê pkk ,ku keç û xortên me kurdan li  çol û çiyan di berf û batranê de di serma û seqemê de,berçî û neşûştî û dibin  guleyên balefiran û topan de çawa dijîn û çawa berxwedanê dikin ji bo mafên me kurd û kurdistanê re,weke şêran li pêşya neyaran bûne sidyanê ji polat.
Gelo  şêwir û tedbîrên dijminan li ser serê keç  xortên me kurdan ku di nava agir de dileyizin? Ev partiyên me ji bo pêşerojê çi karin ji keç û xortên nûhatî re bidne xuyakirn ku çi kirine? û wê çibikin?gelo çima taniha van partiyan pişta xwe dane vê serhildana çekdarî ku ev bû 25 salan dû dirêjkir? Gelo wê bi çi rengî  keribin ji xortên nûhatî re bersiva xwe bidibn û wan haşbikin ? Gelo van partiyên komonîst ên kurd wan ji bo vê serhildana PKKe çikirine û wê çi bikin? û çi karin ji keç û xortên nûhatî re bidne xuyakirin û eşkere bikin?
Gelo tevgera yekîtiya misilmanên kurd ta niha çi ji gelê xweyî musilmanên kurd  re  çi kirine û çi karin rastiya misilmantî yê  ji dagikeran re bidne xuyakirin û eşkere bikin, da ku gelê kurd zanbin yektiya msilmanên kurd pêk hatiye û çi kirine û wê çi karibin ji nûve bikin? Gelo ev partî û saziyên kurd  ku min navên wan di xêzên jorîn de dane xuyakirn, di van 25 salan de karên wana ji kê re fêde  çêbû? Ji kurdan re  an ji dijmn re?Ev pirs jibo konevan (siyasetvan), nivîskar û reweşenbîrên kurdan re dikim?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…