Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
(ibrahimguclu21@gmail.com)
PKK-ê hem di qonaxa grubbûna xwe û hem jî di qonaxa partibûna xwe de hebûna xwe li ser dijminitiya ew kes, grub, rêxistin û partiyên kurdperwer terîf kir. Di peyman û manîfestoya xwe ya damezrenerî de hemû hêzên gel û hêzên welatparêz yên siyasî dijmin qebûl kir. Ji bona ku PKKê bibe hêzekê, jiholêrakirina hêzên kurdperwer wek straretjiyekê pejirand.
PKKê girêdayî vê stratejiyê şerê xwe sê alî meşand. Ji aliyekî de li hemberî rêxistin û hêzên kurdperwer şer meşand. Bi vî şerî bi hezaran kurdperwer hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li beşên din yên Kurdistanê (Başurê-Rojhilatê-Rojavayê) bi sedan kurderwer û mirovên doza Kurdistanê û serokên tevgera kuştin. Heta dikarim bibêjim ku li Başurê Kurdistanê ji bona ku desthilatdarî û avayiya federe bê rûxandin bi alîkarî û teşvîka dewleta Iraqê, Îranê, Suriyeyê şerekî mezin meşand û bi hezaran pêşmergê kuşt û lê di armanca xwe de biserneket. Öcalanî piştî ku hate Îmraliyê dev ji şerê çekdarî berda, wî û sererkaniya Tirkiyeyê li hevûdu kirin ku li Bakurê Kurdistanê şer raweste jî, biryar dan ku hêzên çekdar yên PKKê ji bona ku li hemberî avayiya Başurê Kurdistanê û hêzên din yên Kurdperwer bê bi kar anîn, li Başurê Kurdistanê bi cîh bibe, biryar dan. Ev plana bi gelek awayan hat meşandin. Piştî pêvajoya avabûna dewleta federal li Iraqê û dewleta federa li Kurdistanê jî, dewleta tirk hebûna PKKê li Başurê Kurdistanê ji bona êriş û planên xwe kire hiceteke gelek baş û îro jî ew hicetbûna PKKê bi kar tîne. Ji aliyê din de di nav gel de û li herêmên Kurdistanê şerê hûndır derxist, hêzên gel parçe kir, serok eşîr û axa û ew kesên din yên di nav civatê de xwediyê hêzekê ne, kuşt û xwest ku bi tevayî ji holê rake. Ji aliyê seyemîn de jî îzin neda muxelefeta nav xwe, ew kesên siyasetên PKKê û Öcalan rexne kirin hatin kuştin. Ji bona vê yekê ew kesên ji PKKê veqetiyane û ji PKKê reviyane bi dehan pirtûk nivîsandine.
Ev siyaset û helwesta PKKê bi tevayî xizmeta dewletên kolonyalîst dikir û îro jî dike. Ev karan û helwestan derxist holê ku PKKê di hemendem de rêxistineke demokratîk jî nîne, rêxistineke otirîter/totalîter e. PKKê bi taybetmendiyên xwe dişibe Baasê, îttîhad terakkîciyan, nasyonal sosyalîstan, kemalîstan. Öcalan vê yekê jî înkar nake. Her roj pesna kemalîzmê dide.
* * *
PKKê bi salan e ku serok û kadroyên serekê yên Kurdistanê, rewşenbîr û siyasetvanên Kurdistanê, hûnermend û edebiyadzanên Kurdistanê yekûyek jî tehdît dike. Sedema tehdîta PKKê jî, rexneyên li wê tê kirine. Bi taybetî jî gorî şopandin û tespîta min, dema ku di nav PKKê de krîz û bixranên hundırî çêdibin ev tehdîtan zêde dibin. Gelek aşkere ye ku di van salên dawî de di nav PKKê de bixranek û krîzeyek heye. PKKê bi avayiya xwe bi hêjayiyên Kurdistanê û dinyaya demokratîk re li hevûdu nake. Divê ku xwe jinûva avabike û demokratîze bibe. Lê vê yekê nikare bike. Ji bona ku qeraktera xwe ya otorîter û totalîter mihafaza bike êrişker dibe. Di hemendem de jiyan û qerektera PKKê li Kurdistanê li hevûdu nake. Ew jî dibe sedem ku PKKê êrişker, tehdîtkar, bêwîjdan û bê edalet be; ji maf û azadiyên kesayatî û grubî re hirmet neke û wan biperçiqîne.
Di van demên dawî de jî di bin serokatiya Ocalanî de li hemberî rewşenbîr û siyasetvanên kurd tehdîtên PKKê dom dike. Öcalanî di van demên dawî de Mamoste Beşîkçî hedef nîşan da. Dema ku Ocalan Mamoste Beşîkçî hedef nîşan da: Ez, A. Zekî Okçuoglu, Mümtaz Kotan jî wek hedef nîşan da. Ocalanî diyar kir ku Mamoste Beşîkçî Zîya Gokalpê tirka ye. Piştî ev helwesta Ocalan, di hemû çapemeniya PKKê de li dijî Mamoste Beşîkçî qempanyek hat meşandin. Di encamê de jî Mamoste Beşîkçî jî hat tehdît kirin û hat gotin ku dev ji rexneyên xwe berde.
Piştî ku TRT 6 dest bi weşana xwe kir, ew kesên ku di TRT 6-ê de program çêbikin û xebat bikin, wek hûnermend û stranbêj beşdarî TR 6-ê bibin xaîn û dijmin hatin îlan kirin. Ji gel re gotin ku TRT 6-ê guhdar nekin. Li wir jî nesekinîn hûnermend û stranbêj hatin tehdît kirin.
Ev xeleka tehdîtê bi daxuyanî û tehdîta Cemîl Bayikî domand. Cemîl Bayikî ji aliye herkesî da tê naskirin. Ew kesekî kevn yê PKKê ye. Ji roja PKKê hatiye avakirin, heta îro di statuya wî de guhertinek nebûye. Lê bi sedan kesên wek wî ji bona ku mixalefetkirine di nav PKKê de hatine kuştin û encama mixalefeta xwe ji PKKê reviyan e. Berpirsiyarekî PKKê yê pirr nêzikî Ocalanî ye. Wek tê zanîn di kuştina gelek kurdperweran de xwediyê biryar e. Ew di nav PKKê de li dijî Kurdistanîbûnê ye û siyaseta Ocalanî bi cî dike.
Cemîl Bayikî girêdayî TRT 6-ê ev car Ez, Umît Firat, Mehmed Metîner û bi tevayî ew rewşenbîrên PKKê rexne dikin, tehdît kir. Cemîl Bayikî diyar dike ku heger têkoşîna PKKê û Ocalan nebûya, em jî nedibûn û me nedikarî ku di televîzyonên tirkan de bîrûreyên xwe diyar bikiran.
Cemîl Bayikî ji bona ku hebûna xwe girêdayî PKKê û Ocalan dibîne ew wusa dizane ku hebûna her kesî girêdayî PKKê û Ocalanî ye. Gelek aşkere tiştek heye ku dema ku Min û Umît Firat me di salên 60-yî de kurditî û ji rêxistina kurd DDKO-yê re berpirsiyarî dikir, em dihatin darizandin, Cemîl Bayikî û Ocalanî tune bûn û agahdariya wan ji kurditiya wan jî tune bû. Cemîl Bayikî baş nizanim, lê ez baş dizanim ku Ocalan xwe kurd jî nedizanî û bi hêzên li dijî kurdan re kar dikir. Heger ji qudreta qewimandinê bê bahs kirin, em xwediyê qewimandinê nî. Cemîl Bayikî û Ocalanî heger bûne kurd, bi xêra me û bi xêra xebata ew kesên fedekar yên beriya wan e.
* * *
Ez gelek aşkere diyar dikim ku ez xebatkarekî doza Kurd û Kurdistanê me. Ez ji bona doza Kurd û Kurdistanê, ji bona fikrên xwe her tiştekî, cezayên giran û mirinê didim ber çav. Ceribandin û jiyana min jî vê yekê diyar dike. Her xebatkarê doza Kurdistanê jî dê vê yekê bikin. Ji bona vê tehdîtên PKKê min/me nikare bitirsîne. PKKê her ku min tehdît bike, ezê zêdetir wan rexne bikim. Divê ev yeka ji aliyê Ocalanî û berpirsiyarên PKKê de bê zanîn.
Divê PKKê dev ji tehdîtan berde. Ji bona her hêzek û dewleteke otorîer, totalîter, faşîst sînorek heye. Behr ji bona wan jî diqede. Divê PKKê ji ceribandina derûdorê xwe ders derxe. Hîç dîktatorek nikare heta heta jiyana xwe bidomîne.
Ew kesên ku serxwebûna Kurdistanê û azadiya neteweya kurd ji bona xwe kirine armanc hîç ji tiştekî natirsin. Divê ku PKKê vê yekê bizane. Dev ji çîroka tehdîtê berde. Li hemberî nerînan helwesta xwe bi awayekî mirovane û demokratîk nîşan bide. Nerînan rexne bike. Ji reqabetê netirse.
Amed, 21. 01. 2009