Hindek Têbînî Ji Bo Kovara Zar: Hawara Piştî 77 Salan. (1 – 2)

Qadir Egîd

Carekê min ji hevalekî pirs kir: Tu asta helbestên FILAN helbestvanî çawa dinerxînî. Li min vegerand:
Gelekî nizim in…! Min got:
Çima tu wî bi vê yekê agahdar nakî, ta ku guh bide wêjeya xwe. Hevalê min kenî û vegerand: Ji bo ji min ne xeyide!
Ev pirs ji me hemûyan hatiye pirsîn û ez bawer im sê parên me bersiva rast nedane, çimkî ew jî wek hevalê me ê jor tirsa qaçêkirinê di dilê wan de bû. Heta ku em di vê tirsê de bijîn wê asta hemû karên me nizim bin.
Min ev yek got ji bo tu kes ji min ne xeyide, û bi dil û sîngek fireh vê rexnê bipejirîne.
Kovarên me ên kurdî bi dehan e, û hemû jî yek kopî ne. Lewra me gelek hêvî li ser kovara (Zar)ê girêdabûn. Ji mêj ve çavên me – Kurdên Sûriyayê – li kovareke xurt, berfireh û guhdaya warê ziman e. Dema me zayîna Zar bihîst, me ew tirs ji dilê xwe avêt û me xwe amadeyî pêşwaziya qonaxeke nû di warê zimanê Kurdî  de kir. Lê bi çapkirina hejmarên (0 -1 -2 ) ew hêvî beravêtî bûn, û me careke dî, li hêviya kovareke nû destê xwe da ber riwê xwe.

Nivîskarên Zar di her du hejmarên dawî de dûbare bûne, mîna mamosteyan: Rezoyê Osê, Konê Reş, Narîn Omer, Idrîs Hiso, Abas Smaîl û E-Rehmanê Elî. Di  her du hejmaran de (7) gotar ji pênûsa Mamoste Derwêş hatine der. Gelo nivîskarên me ên bi zimanê dayikê dinivîsin ewqasî kêm in ta ku ev nav dûbare bûne….!

Hawara Duyem:

Ev gotara rexneyî, pêşî li ser xwesteka mamosteyê komîtê Fewaz Hesen, dûv re li ser awayê vê xwestekê ê qels hat, mamoste Fewaz wisa dibêje:

(Kesê serkeftin û pêşxistina kovarê dixwaze, kovar li benda rexne û pêşniyar têbînên wan e; yên nivîskî ye)

Ez li ser şîrovekirina şêweyê durist ê vê movikê ranawestim, tenê ez ê hewl bidim ku warên qelsbûnê tê de û di hemû nimûneyên dî de di nav du kevanên cuda diyar bikim:

 [kovar li benda rexne, pêşniyar û têbînên wan yên nivîskî ye]

Ev xwestek ji gotara mamoste Fewaz Hesen a bi navê “Hawara Dudiwan” e. Û tê de kovara Zar gihandiye asta Hawarê û hemberî wê kiriye.

Mamoste F. H gotara xwe berdewam dike:

(Miletek nikare armancên xwe pêkbîne yan pêşkeve ku wek hevî di navbera jinê û mêr de tune be, û di ser sitemkarî li ser jinê hebe. Jin jî nîvê gel in, û rola serekî ye.)

 Bi lêvegera movika derbasbûyî, tevlihevbûna kes û ramanên  mamoste eşkere dibin:

[miletek nikare armancên xwe pêkbîne yan pêşkeve ku wekhevî di navbera jinê û mêr de tune be, û di ser er sitemkarî li ser jinê hebe. Jin jî nîvê gel in, û rola wan sereke ye.]  

Dûv re mamostê kevintirîn di komîtê de egerên weşana vê kovara bêhmpa ji xwendevanan re dide xuyakirin:

(Va ye komîta fêrbûna zimanê kurdî bi vî erkî rabû û kovareke bêhempa weşandin bi navê Zar rewşenbîrî civakî ye)

  Mixabin ku hîn mamoste tê neghiştiye  ku navê komîta xwe bi şêweyekî durist bikar bîne. Her kes dizane  ku navê partî, rêxistin, komît  û kovaran bi tîpîn girdek tên nivîsandin, û lêker li paşiya hevokê bikar tê. Dibe ku mebesta wî jî ev be:

[Va ye Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî bi vî erkî rabû û kovareke rewşenbîrî, civakî, û bêhempa bi navê Zar weşand]

Ji hêleke dî ve kovara Hawar herdem guhdara peyva Kurdî ya sade, lixurû û resen bû,  ta dilopa dawî kêferat dikir ku peyvên Erebî, Tirkî, Farisî, nêzîkî kovarê neke.

Eger em li kovara ” Hawara Didiwan” vegerin, em ê peyvin Erebî ku merov dikare bi hesanî peyvin Kurdî di şûna wan de binivîse bibînin, mînak:

 –  Nefî:  [Sirgûn] – Reqs: [Dîlan] – Tehdîd: [Gef ] 

Tev ku (77) sal di ser hejmara  kovara ” Hawar” a yekem re derbas bûne, dîsan jî kortalên ku Zar di çerxa (21)ê de di wan de werbûye, Hawar ji wê demê de di ser wan re dageriyabû.

Ji destpêkê de:

Destpêk ji navnîşanên cuda dest pê dike. Hejmarên kovarê bi navê Zar in, lê di hejmara têstê de ya ko bi hejmara (0) hatiye nîşankirin, navnîşan bi vî şêweyî hatiye:

(ZAR , Kovareke rewşenbîrî serbixwe ye).

 Û di hindirê kovarê de, di rûpela yekê de bû ye:

 (ZAR, Kovareke rewşenbîrî ye).

Peyva serbixwe ji kokê de qurmiçî ye û pêjin û bihna wê nayê.

Di hejmara (1)ê de, navnîşana Zar hatiye  guhertin û bûye:

 (ZAR, Kovareke Çandî û Civakî ye).

Li gor vê navnîşanê, diyar dibe ku Zar em ji rewşenbîriyê têr kirine, vêca xwe berdaye warê çandî û civakî. Û heman têbînî di rûpela yekem de dubare dibe;(ZAR, Kovareke Rewşenbîrî ye).

Di hejmara (2)an de. Zar dîsan vedigere warê rewşenbîrî û civakî, lê weke hejmara yekem ne serbixwe ye…! Bûye:

 (ZAR, Kovareke Rewşenbîrî, civakî ye).

Û bi heman têbîniya her du hejmarên jor ku di rûpela yekem de derbas bûye, dîsan li vir dubare bûye.

Tabloya di hejmara duyem de li ser belgê paşî ye, navê wê şaş hatiye nivîsandin; ( Malva) bûye (Malava).

Ji bilî vê yekê, gerek bû ku li ser belgê pêşî dema weşana kovarê bihata xuyakirin, gelo  heftane, mehane, demsal an salane ye….!

Gelo xwendevanê ku her hejmarekê ji kovara xwe bi navnîşaneke cuda bixwîne, wê nerîn û baweriyên wî li ser vê kovarê çi bin..!?

Eger em di hejmara (0) de xwe çeng bikin rûpela paşîn, em ê pêrgî naveroka bê nav bibin, tu kes nizane gelo ev deq gotar, pexşan, an helbest e, ev yek jî ji ber ku bê navnîşan e. Di hejmara  (1)ê de cihê wê naveroka bê nav ji rûpela paşîn vegeriyaye  rûpela pêşîn  lê dîsan bê nav maye. Di hejmara  (2) de nav  lê kirine û bûye (FEHREST).

Ma ne gerek e komîtek bi navê ziman bang dike, xwe di ser van kêmasiyên piçûk re ku ziyanê dighînin kovarê dagerîne..!?

Ez ê li ser mijarekê di hejmara (0) de û yekê di hejmara (2)an de  rawestim. Di ya (0) de, sê mamosteyên komîtê hevdîtinek  bi hunermend Mehsûm Şkakî re li dar xistine. panzdeh pirsên ku ji hunermendê xwe Mehsûm yê   di hindek pirs de dibe Mehsûn, ev her panzdeh pirsên wan jî, dawiya hevokan bê pirsnîşan û xale ne …! Hevpeyvîna ji  sê rûpelan pêk hatiye, ji bilî sê xaleyan tê de derbas nebû ye.

Yek ji pirsên ku mamosteyan ji hunrmend pirsî ne ev e:

(te ji seydayê Cegerxwîn re ta helbest bi awaz kirine yên te helbestê seyda sitane).

Ew bi xwe pirsek giring û balkêş e, lê mixabin awayê pirsînê ne saxlem e.

Mebesta mamosteyan jî ev e:

[Te tu helbestên Seydayê Cegerxwîn bi awaz kirine an stran e?].

Di cihekî dî de wisa dipirsin:

(Tu bi tu hunermandan re alîkare di van deman de)
[Tu di van deman de, bi tu hunermenda re alîkar î?]
Û pirs berdewam dibin:

 (Te helbest çêkirine tevlî awazan)

[Te helbest tev li awazan çêkirine?]

(Tu çi dibêjî li ser strana kurdî)                   

 [Tu li ser strana Kurdî çi dibêjî?]

(Çi ne meqamê û jimara wan çend in)
 [Meqamên çi ne û jimara wan çend in?]

Di hevdîtineke wisan de merov beriya her tiştî pirsa nasnemeya  hunermendê xwe dike. Lê ciwanmêrên ku hevdîtin kirine, piştî spasiya hunermendê xwe kirin û piştî hunermend spasiya wan kir û rêz û silavên xwe şandin ji birêvebirê komîtê re, li serê wan xist ku pirsa nasnameya wî bikin:

(Hunermend Mehsûm em Karin nasnameya te bibihîzin)

(Navê min mehsûm şêxmûs şkakî ez hatim ser riwê dinyê sala 1977 li bajarê hesekê)

[Navê min Mehsûm Şêxmûs Şkakî ye, di sala 1977an de, li bajarê Hesekê ez hatime ser riwê dinyê.]

Hunermend di berdewamkirina nasnameya xwe de dikeve warê rewayê (şerîetê) û xwendevanên kovarê hêç dike ku her yek ji wan sê jinên din bîne:

(Di sala 2003 min jinek anî û hîn b(3) sisê mane wek mirovekî misilman ez bûme bav ji (2 )lawan re û keçek bi navê beyan nave kurê min yek ehmed û êdin şêxmûs diya zarokê min navê wê nisrîn e û sipas)

[Di sala 2003an de min jinek anî û hîn sisê man in, wek mirovekî Misilman, ez bûme bav ji (2 )lawan re û keçek bi navê Beyan. Navê kurê min yek Ehmed e û ê dî  Şêxmûs e. Diya zarokên min navê wê Nesrîn e û spas]

Di warê rênivîsê de jî, şaşî ne kêm in….!

(min karkir) ……….[ min kar kir]
(heleb  çe) ………[Helebçe]

(hatine tomar kirin û belav kirin)

[ tomarkirin û belavkirin]

(Ez biwan re alîkar im)

 [Ez bi wan re alîkar im]

(û ez alî karim pêre )

[ û ez pê re alîkar im]
(ez karekî gelekî birû met di bînim)
[ ez karekî gelekî bi rûmet dibînim]
(Tu di dawiya vê hev dîtinê de çi di bêje)
 [Tu di dawiya vê hevdîtinê de çi dibêjî]
Zar 2:

Qelsiya Zar di hejmara ( 2)an de, di sernivîsa gotara yekem de, ya ko bi navê:

” Min Wiha Rewşen Xanim Bedirxan Naskir.. Digot: Malê kurdan malê mine ” Diyar dibe. Ew gotar jî  bi pênûsa mamoste Konê Reş emzekirî ye. 

Di baweriya min de Kurd milet e, û Kurdistan welat e  û ez mamostê nivîskar û hemû xwendevanên Zar ji nişteciyên vî welatî ne, lê nizanim çima ji destpêka kovarê de ta rûpela dawî navê Kurd û Kurdistan weke  milet û welat guhdan lê ne bûye, û bi tîpin hûrek hatine nivîsandin. Mînak: Di rûpela (33)an de heyşt caran derbas bûye.

 Ji bilî vê,di rûpela (43)an de pêncî sernav bi tîpa hûrek derbas bûne.

Û ev hevoka jêrîn, vê rewşê teqez dike:

 ( Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji Parîsê hatiye Bonê bo avakirina komeleya dostaniyê di navbera Elman û kurdan de.. )
Diyar e ku Bon bajar e, lê parîs na. Elman milet e, lê (kurd) na. Mafê Komeleya Dostaniyê jî ji tîpa girdek hatiye xwarin…!

 Eger em vegerin heman hevoka Rewşen Xanim:” Malê Kurdan Malê Mine”,ger mebasta Rewşen Xanim di peyv ” Malê Mine” de aborî be, şêweyê nivîsa hevokê ji rex nivîskar ve ne durist e. Di nêrîna min de û li gor fêrbûna me divê wiha be :

 ” Malê Min e” ji ber ev ” e ” lêkera bûnê ye, û cuda tê nivîsîn. Lê eger mebesta Rewşen Xanim mal û xanî bin, divê hevok ji rehê de bê guhertin û bibe:

” Malên Kurdan Malên Min in”.

Emê pêşî li ser hûriktirînên rêziman rawestin; ango nîşandekan. Ev beşê rêzimanî pir girng e, û pêwist e mirov tê de têgihiştî be, ji ber ku xalek an bihnokek di cihê xwe de neyê bikaranîn, dikare wateya hevokê biguherîne.

Mînakin ji gotarê:

(Di nav wan çîrokan de, gelek caran çîrokên mîrekên Cizîra Botan dihatin gotin.. Û wiha sal derbas bûn ,ez mezin bûm.. û di nav salan de ew çîrok û serpêhatiyên mîrekên Botan, di hiş û xeyala min de man û mezin bûn… Min kes ji wan mîrekan mezintir ne didît.. )

Di destpêkê de xalcot in, dûv re dibin sê xal.Tîpa piştî xalcota yekem girdek hatiye, piştî xalcota duyem hûrek hatiye, tev ku wate ji wan her du xaleyan re tune ye. Diyar e ku nîşandekeke nû di zimanê Kurdî de afiriye; navê wê: “Du xalên li pê hev” e …!

Nivîskar di tevlihevbûna nîşandekan de berdewam e:

( xweş tê bîra, min ji kurmamê xwe pirsî; Gelo mîr Kamîran Bedirxan kî ye?! Got, ew neviyê mîrê Cezîra Bota ye..)

 Gelo xweş tê bîra kê?

Em  jî nizanin…! Ji ber ku nivîskar hevoka xwe birî ye û zelal ne kiriye. Eger mebesta wî” Xweş tê bîra min” e, gerek bihnok li paş peyva( min) bikar bihata. Dîsan jî wê pirsek dî di mejî de bilive:

Kê ji kurmamê xwe pirsî?

 Eger wî pirsî be, dîsan em nema dizanin xweş tê bîra kê.

Di hevoka:

( Min ji kurmamê xwe pirsî;Gelo mîr Kamîran Bedirxan kî ye?! Got, ew neviyê mirê Cezîra Bota ye .. ) de, pêwist  bû ku mamoste di cihê bihnok û xalbinnokê de xalcot bikar baniya, Ji ber yek ji wan cihê a dî nagire. Ji bilî vê yekê divîbû ( ew) bi tîpa girdek ba ji ber li dûv xalcotê hatiye.

Hindek şaşiyên dî di warê rênivîsê de di gotarê de peyda dibin. Mînak:

(di biçûkaniya xwe de min ew sehkiribûn)

[di biçûkaniya xwe de min ew seh  kiribûn]

( ji nû ve li Almaniya dabûn çap kirin)

[ ji nû ve li Almaniya dabûn çapkirin]         

( rojekê min nav dixwede da û telefon jêre vekir(

[rojekê min nav di xwe de da û telefon jê re vekir]

)Me ji nêzîk ve hev dît û naskir(

[Me ji nêzîk ve hev dît û nas kir]
(Min lêvegerand û got )

[Min li wî/ê vegerand û got]

( Ji min re got; ma tu ne kurdî, ku tu kurd be)

[Ji min re got: Ma tu ne kurd î, ku tu kurd bî]    

( Hem jî got; kurê min! penîrê te aniye yê sîrka ye..? min got na(

[Hem jî got: Kurê min! Penîrê te aniye ê sîrka ye? Min got: Na]

Bidawîkirina van her du gotarên ku me ew wek mînak rexne kirin, şaşiyên kovarê bidawî nebûn û nabin!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…