kî bi male , bi xaltîk û xale

  Melevan Resûl

Çîroka agirê li rojhilata navîn gelek kevne û xwe dikşîne sedê salan , na , na xwe dikşîne pêtirî 3000 sal , çemê ji xwînê diherike hîn ziwa nebûye , ew bûye parçek ji çanda tirs û mirinê , bi hêsanî ji nava me bar nake , çi di lavijên olîtiyê de be û çi di mejyê çîna serdest de be , hemî kanî di vê herema cografî de miçiqîne ji bilî herikandina xwînê hîn bi cobaran di çemê qurbanan re diherike , di asta civakî de wekî mêrxasî û qehremaniyê tê dîtin û di asta serperiştiya bijare ji çîna serdest yan xwedan hêz , mîna sembolek ji sembolê hêzbûna rêxistinê ye .
Em dikarin nimûneyên ber biçav yên rojane li rûdidin ji xwere bikin nîşan û waneyan jê derxînin ,  çima ev herikandin ji cobarên xwînê di herema mede bi taybet hîn yasaya hêzbûnêye ? . gelo ma ew qas xwîna mirovan erzane yan pirsgirêkên vê heremê di nava tevlîheviyê de mane bê çareserî , çi kesê bixwaze karta wê bi dest xweve bîne ew qasî dikare temenê sistema ramanê xwe bidomîne .
Va bû çend roj şerekî ne wekî hev di navbera tevgera Hemasê û Israîlê de dikşîne , her roj nûçeyên şer û kuştiyan di dezgehên ragihandinê de cihekî fereh digre , dinya hemî ketiye nava guft û goyan de , hin jê alîgir û hin jê dijberî van kiryara ne , heta di nava civaka kurd jî tengijîn û milmilane di helwesta tevger û cemawer de heye , ji ber ku me kurdan gelek êş û azar di vê biwarê de hene û serpêhatiya miletê kurd daxeke li enya cîhana pêşverû ,  bê guman gerdûn hemî nehêjaye dilopek xwîna bêgunehekî sivîl , em hemî li dijberî wê ne ku mirov bêne kuştin , lê ya ku çîna serdest ji bonî tevlîheviya kaxetên serketî di levbaziya pêkanîna armanc û qiizincên siyasî de tê kirin , ew bi serêxwe babetek cudaye , heme her dawî çîroka miletekî û kêşa wî xwe dide pêş ku hîn sûre li ser qizinckirina mafê xwe yê netewî , ew viyana di nava civaka xelkê ( Xeze ) de , mirov bi rêzdarî li ber diraweste , her çiqas nayê pîvan bi doza miletê kurd re , lê îro dinya hemî bi kaxeta Hemasê û kêşeya Filestiniyan mijûl dibe , di eynî demê de heger em şer û talana bi sed salî di cenga navbera kurd û sîstemên dagirkerên welatî wî de bidin ber hev , albonek cuda û berfreh di helwesta hêzên navnetwî û helwesta wan ya exlaqî de heye , rojekî mijgûla çavê  wan ji bonî kuştara bêgunehan ne jenîye , raste yê gotî : ( kesê bi mal be , bi xaltîk û xale ) .
Heta niha 600 mirovên sivîl li gazayê hatine kuştin , encûmena netwî , civata cîhanî ,asayîş , kongira Erebî , lijneya gerdûnî ya mafên mirov , kongira îslamî , hêz û dewletên cîhanê hemî li ser vê pirsgirêkê dirawestin û alîkariya derûnî û diravî ji bo 2 melyaon mirov dişînin , lê ew civaka şaristanî û mirovane rojekî nanekî tisî yan qotîk şêrê zarokan nekiriye diyarî qurbanên kurd , bi ser vî halî de jî balefir û , tangê û coreyên cekan dikin diyarî dagirkerên kurdistanê û bumbeyên gazê û navokî diyarî xweza û mirovên kurdistanî dikin , ev durûtî dive her û her li bîra mebe , bila li bîra mebe hêstirên ji çavê Erdogan û ŞaŞik reşên Îranî , tevlî rijîma Sûrî ya bedkar , çiqas di nava hev de bi beryarin ku miletê kurd li pêşberî cîhana ( şaristanî ) diperçiqînin û deng ji kesî nayê , Erdogan çareseriya kêşa kurd di bakurî welat de bi vekirina kenalek Telvizyonî dibîne , lê ji miletê Xeze re dewletek serbixwe dixwaze , mixabin beşek ji kurdên bêhelwest wê gavê bi têra pirsa kurdî dibînin , dêmekî yan em kurd hîn me xwe negihandiye asta miletbûnê û yan jê çi kesê xwe di ser pirsa xwe ya netwî re bavêje , bi rastî ew mikrobin di gewdê miletê xweragir de , wekî nimûne , heger qurbanê me li ber me şirîn ban , wê xelkê dijmin nekarîba bi potînê xwe me bi erdê ve biperçiqîne , di dema niha de balefir û tangên rijîma Turk û Iranê bi hevre herêmên kurdistanê , gund . zevî , xweza , siruşt , sivîl , terş , zarok û bêgunehan bumbebaran dikin , lê pêjin ji kesî nayê , bi ser vî halî de ew mirovên bi nav  (kurd ) naînin ser polê xwe û nabêjin îro şerekî tunebûnê li hember miletê kurd tê kirin , bê şermî dibêjin : ew şerê PKK dikin , dêmekî doza pkk ne çîroka hebûn û tunebûna miletê kurd e , gelo em çi navî ji mirovên xwedan vî helwestî bêjin wê başe be ?. ka çi dirofên mirovatiya bi wan dikevin , di bawerya min de ew kesên kurd , miletê kurd û kurdistanê hemûyî bi cameke meya li ser masa serxweşiyê difiroşin .  
Di rojavayê kurdistanê de şerekî nijadperestî li dijî hebûna kurdan tê kirin , lê tevger û rêxistinên kurd ne di helwestek hevbeşdene li dijî van kiryaran û her weha ……

Ji lew xelkê Xeze di çavê min de mezin dibin , xwezî me kurdan rêzgirtin ji tekoşîn û berxwedana miletê xwere jî bigirta , hingî em biban xwedî mal û bi xaltîk û xal .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…