Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com
Mamoste Beşîkçî, di derheqa pirs û civata kurd de kesekî xebatkar û bi navûdeng e. Li hemû beşên Kurdistanê û li dinyayê ji aliyê hemû Kurdan de tê hez kirin û jê re rêz tê girtin. Li Başurê Kurdistanê di nav hûnermend û rewşenbîran de kesekî îdol e. Pirtûk û nivîsarên wî gelek tên xwendin.

Mamoste Beşîkçî kesekî tirk û aqademîsyenek e. Ji bajarê Çorumê û ji bajaroka Îskîlîpê û ji malbateke gelek feqîr e.
Ew dema ku di Zanîngeha Zanyariyên Siyasî a Enqereyê sinifa 3-an de bû, ji bona staj û ceribandinê çû Kurdistanê. Wê demê bi pirsa kurd û zimanê kurdî re rêberû bû. Piştî ku zanîngeh qedand çû li Heqqariyê bû leşker û wê demê jî pirsa kurd şopand. Di salên 1967-an de li ser pirsa kurd xebatên wî yên aqademîk dest pê kir.
Wî di destpêkê de eşîretên kurd şopand û di derheqê wan de lêkolîn û lêgerîn kir; lêkolîn û lêgerînên xwe kir pirtûk.
Di salên 1967 û 1969-an de tevgera kurdî bi awayekî civakî û xwepêşandinan daxwazên xwe anî ser zimên. Mamoste Beşîkçî xwepêşandanên li Kurdistanê û li metropolê şopand û ji bona “Xwepêşandanê Rojhilat-Kurdistanê” lêkolînek kir û pirtûkek nivîsand. Pişt re li ser pirsa kurd û civat-netewe kurd nivîsar û lêkolînên xwe di rojnameya Akşamê û kovara Forumê de domand. Di sala 1968-69’an de pirtûka xwe ya bi navûdeng “Pergela-Nîzama Rojhilata Anadoluyê” nivîsand.
Ew xebatên wî li ser kurdan tesîr û bandoreke girîng çêkir; di şiyarbûna xortên kurd de bû entrûmaneke girîng. Lê ji aliyê neênî de jî bala Dewletê kişand. Dewletê dest pê kir xebatên Mamoste Beşîkçî şopand.
Ji bona xebatê xwe yên di derheqê pirs û civata kurd de ji Unîversîteyê (Zankoyaê) Erzorumê hat bidûrxistin. Di sala 1971-an de piştî Darbeya leşkerî ya 12-ê Adara 1971-an di hemendem de di girtîgehe leşkerî ya Diyarbekîrê de hepis bû, hat darizandin û 13 sal 4 meh ceza wergirt.
Di sala 1974-an de encama Ef a Giştî ji hepsê azad bû. Piştı ku ji hepsê derket jî, dev ji xebata xwe ya di derheqa pirs û civata kurd de ber neda. Di kovara Rizgarî de bû nivîskar. Li ser pirsa kurd û neteweya kurd, li ser îdeolojiya fermî ya dewletê kemalîzmê, li ser statuya Tirkiyeyê ya kolonyalîst, li ser statuya Kurdistanê gelek pirtûk nivîsandin û di weşanxaneya Komalê de weşand.
Ji bona ev xebatên xwe yên entellektûelî di sala 1979-an ket hepsê. Piştî Darbeya Leşkerî a 12-ê Îlona 1980-yî gelek hepisxane bûn mala wî.
Wî hem di sala 1971-an de û hem jî piştî wê li dadgehên leşkerî û sivîl parêznameyên navorek dagirtî, pirs û civata kurd, mafên kurdan tîne ser zimên, pêşkêş kir.
Dozgeran di dema Darbeya Leşkerî ya 12-ê adara 1971-an de di doznameyê xwe de îdia kir ku neteweya kurd ji aliyê Mamoste Beşîkçî de hatiye çêkirin û Beşîkçî dixwaze ku Tirkiyeyê parçe bibe û Kurdistan ava bibe.
Mamoste Îsmaîl Beşîkçî dema ku PKKê dest bi şerê çekdarî kir, piştgiriya PKKê jî bi xurtî kir. Ji bona PKKê li dijî nerînên gelek rewşenbîr û siyasetvanên kurd jî derket û bi wan re polemîk çêkir. Ew kesê ku li ser navê PKKê Mamoste Beşîkçî tehdît kiriye, di nivîsara xwe de vê yekê tîne ser zimên, pesna Mamoste Beşîkçî dike û dibêje ku gerîlayên PKKê gelek tişt ji wî fêr bûne.
* * *
Mamoste Beşîkçî wek herkes, gelê kurd û dewleta tirk jî dizane, hîn di xebata xwe de qerardar û domdar e. Ew êdî dozgerekî neteweya kurd e. Gelek kes jî wî wek kurdekî nas dikin.
Wî di jiyana xwe de demên xwe yên berhemdar û cîwanî di hepsê de derbas kir. Hîç kurdekî ku ji bona fikrên xwe 18 sal di hepsê de derbaskirî tune ye, lê ew 18 salan di hepsê de ma.
* * *
Êriş û tehdîdên dewletên yên li ser Mamoste Beşîkçî di demên berê de dihatin zanîn û gelek xwezayî bûn jî. Lê di vê merhelê de li ser Mamoste Beşîkçî tedîteke dewletê xuya nake. A xerab ew e ku hêzeke bê ez kurd im û ji bona kurdan ez xebat dikim, êrişî wî bikin û wî tehdît bikin ew naye qebûl kirin û nayê fehm kirin.
Beriya vê demekê serokê PKKê Öcalanî, Beşîkçî ji bona ew û PKKê rexne kiribû Mamoste Beşîkçî wek Zîyagökalp binav kir. Li hemberî helwesta Ocalan, Beşîkçî rexneyên xwe anî ser zimên û beşek kurdên rewşenbîr reaksîyoneke gelek mezin nîşan dan û gelek nivîsar di derheqê vê pirsê de nivîsandin.
Kasim ENGÎN, di malpera Hêzên Parastina Gel-HPG Onlineyê de di 31.12.2008-an de nivîsarek li ser navê PKKê nivîsand û Mamoste Beşîkçî tehdît kir. Bi kurtî got ku divê Mamoste Beşîkçî devê xwe bigre, PKKê û Öcalan rexne neke. Tiştê ku dewlet cesaret nake ji Mamoste Beşîkçî re bibêje, ew PKKê ji Beşîkçî re dibêje. Diyar e ku Kasim ERGÎN, ji Ocalan cesaret girtiye.
* * *
Ew tehdîda li ser navê PKKê hatiye kirin, helwesteke vîjdanî, însanî, kurdperwerî nîne. Divê baş bê zanîn ku dema ku Mamoste Beşîkçî li ser pirs û civata kurd li ser Kurdistanê xebat dikir, ji zankoyê dihat bidûrxistin, hepis radiza, PKKê wek rêxistinekê tûne bû û Ocalan jî di nav tevgera kurd de nebû.
* * *
PKKê wek tê zanîn heta nûha bes Mamoste Beşîkçî ne, bi sedan rewşenbîr û siyasetvanên Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê û li hemû beşên Kurdistanê tehdît kirine. Bi sedan kesên welatparêz yên mixalîf yên di nav xwe de û ji derveyî xwe kuştine.
Ev helwesta PKKê, helwesteke otorîter, totalîter, baasî, kemalîstî ye. Li dijî demokrasî, maf û azdiyên mirovî ye. Sedî sed li dijî berjewendiya neteweya kurd e.
PKKê heger dixwaze ku xizmetî doza kurd û Kurdistanê bike, heger dixwaze ku di pirsa demokrasî, mafên însanî û azadiyan de bawerdar be, divê dev ji ev helwesta xwe berde. PKKê xwe biguhere û bi gotina berê ji întixara karakterî derbas bibe, xwe jinûve ava bike
Ev tehdîta li dijî Mamoste Beşîkçî nayê pesinandin. Ji bona vê û ji bona guhertina PKKê jî divê rewşenbîr û dezgehên kurdî û kurdistanî, PKKê rexne û teşhîr bikin, li dijî heşwesta wê rawestin û têkoşîn bidin.
Amed, 09. 01. 2009