Delalê min, Şahoz Haco

Abbas Abbas (Ebês)

Ev cara yekeme, ku ez nivsekê ji xortekî ji malbata Haco, ku li ser serhildana Beyandûr nivîsiye dixwinim, û bi rastî ezî pir kêfxweş bim, ku ji qalibê bûyerê nehatiba der û hinkî ji kelgermiya xortaniyê dûrketiba, û camêr û ne camêr li gor daxwazên xwe, ji hevûdin cûde ne kiriba .

Ez li ser vê nivîsê bi Ferîdon Haco re axifîm û min soz pê da ku ez ti bersivê nedim, li peyê vê jî, birayê min Mehmûd, ji Amrîka ev daxwaza wî bû, ku ez bersiva vî xortî nedim .
Lê bi rastî, dîtin û baweriya min ji van her du kesan cude bû, û min dît ku hin xalên giring hine,  piwiste ez wan bidim diyar kirin, da di nav bera van her du malbatên dost de heqî winda nebê û da bi leyêstikin kesên nebas neyên xapandin .
 Delalê min Sahoz, ev nivîs ne bersiva gotara te ye, lê belê bersiva wan kesên di malbata te de ne, yên ku her tişt bi rastî negihandine te û nefşê te, ku bi dehan ji neviyên Haco bi vê neheqiyê dane xapandin .
Tiştekî pir piwîste, ku mirov ne bi dîtina navê bav ya bapîrê xwe ku di govarekê de yan di malperekê de hatiye nivîsandin kêfxweş bibê, lê ka çi li ser vî bavê yan vî kalikê hatiye gotin dilşad bibê û wek nimûne nivîsên birêz Xalid Îsa!… 
Tiştê heya aniha dinivîsên birêz Xalid îsa de hatine belav kirin û min xwendine, li ser Haco, tev ne ser bilindayê  ye, jiber ku di wan wesa-eqên wî de, Haco wek zilamê tirkan tê diyar kirin û dawî jî tê hişkerin ku dibê zilamê firansiyan û tu têkiliya welatpariziyê di nav çalekiyên wî de peyda nabin, dawî jî heger hûn baş di wan wesa-eqan de bi ponijên, hûnê têbigihijin ku tev jî devkiya hin sîxurên piçûkên, çi yê firansî yan jî ji tirkan re  .
Ez nizanim bo çi ev malbat li ser axatiyê wilo xwe didin kuştin û di demeke ku axatî li axa bû ye bela?!…Jiber ku tu kesî ev welatê han nekir bin destê dijminan de, ji axayên kotî û kerdiz pê ve, û da ku dîroka van axayên kerdiz nebê dîroka miletekî, giringe pir tişt bên zelal kirin, da ku ne li ser gotina dengbêjekî yan jî li ser dîroka ji devê sîxurekî, dîroka vî miletî bê danîn .
Min di nivîseke xwe de, da diyar kirin ku zaroyên Osmên( Mala Serhan; mala Betê mala Haco) ne ji herêma hevêrka ne, û ew ji eşîra Erbiya ne ku Axayê wan Abdilkerîmê Alî yê Remo bû, û li gor hin ji neviyên Haco, piştî vê nivîsê, dan diyar kirin ku ew ji eşîra Elîka ne!…Loma jî, dema ku dibêjin Hevêrka, em ne eşîrê binav dikin, lê belê herêma Torebdîn, û cîroka guhrtina vî navê li gor Şerefxanê Bedilîsê, bi navê eşîreke êzîdî ve tê girêdan, ku ew esîr jî aniha wenda ye . Û ji hezarî sed, mala Osmên ne ji wê eşîrê ne.
Delalê min Şahoz, dema em li ser Haco yan Şêx sead yan sead Rida dinvîsinin, em wan wek mirovên ji netwa kurd dibînin, Loma jî, giring nakê heger tiştekî nigetîv di nav nivîsa mirovekî nivîskar re derbas bibê, em wî ne camêr bibînin, jiber kesên ku bê şaşitî jiyana xwe derbas kirine hîn ne bûne, lewre camêr û ne camêr, ne bi mîzana te û ya malbata te tên qapan kirin .
Silêmanê Ebês û yên hat kûştin jî biraziyê wî Ebas bû û ne bira bû, ew jî serokê eşîra Dorika bû û hîn jî lawê wî serokê vê eşîrê ye û ne yek ji neviyên Haco.
Delalê min, li gor hin erf û edetên eşîrtiye, heger te û malbata te bizanbia, we ne di got, ku Haco serokê van eşîra ye, jiber ku di her bûyerê de,  ku di nav van eşîran de dibê, çi mêrkûştin û çi jinrevandin, gerek dikir ku bi mezinê mala Haco şêwra xwe derbas bikin û bi gotina wî bibê!..Û ev qet di dîroka van eşîran de hîn ne bû ye .     
Ya duyem jî, te yan yekî ji malbata te, kengî we di ber xwîna mêrkûjekî, çi ji eşîra Dorkan yan Delmemkan , Codika, Saliha, kurseyî, Hacî Sileyman yan Kasikan….De derav dane, heya hûn xwe wek serok ji van eşîran re dibînin!…
Dawî jî birazî, ji bergî ku ti yan ji malbata te li dîroka Biyandûr bipirsin, li dîroka malbata xwe, ku hîn li serxetê bûn bipirsin, da ku hûn bi zanbin gelo ev axatî ji ku ji were hatiye, yan bi rastî hûn ji malbateke axa ne?!..
Hin tişt ku vî xortê han,li ser Beyandûr, li gor ku jê re hatiye gotin daye xweykirin û em wek malbateke ku bûyer bi me derbas bû ye û serê kalikê me di sedema vê bûyerê de çû ye, em tiştekî dî dizanin .
Beyandûr bi rastî bi destê Haco û her sih û du peyayên pêre hat şewtandin û ne sêsed peya , jiber delalê min Şahoz, ti dixwazê ku Haco bi sêsed peyayê mezin bikê, lê mixabin ti wî didê erdê, jiber mirovekî wek Haco zîrek û şahreza bi sêsed peyayê re nayê binxetê û xwe nasipêrê Esmayel Heqî Qwendûz, ku zilamê tirkan bû û li ba mala Alî axayên eşîra Hacî Silmaniya li Til Şeîrê di rûnşt, ew jî da ku pilanên tirkan li dij Fernasiyan bimeşînê, û bi rastî wek her kes dizanê ku derdê wî û yên mezinê wî ji tirko, sînûrê ku nû dihat danîn bû û ne gelê kurdî bê xewdî û wenda bû .
Delalê min Şahoz, şerê dijwar ku li diyarê topê derbas bibû, tiştê em ji dîroka wê dizanin, ku Haco tevlî wî şerê ne bibû, bi tena xwe, eşîra Dorka-Delmemika- Hacî silmaniya û Esavata û ji ereban, eşîra Şerabî- Zibêda û ji eşîra Teya jî şaxê Cewala ku ji wan mala Selomî û mala Humeyed, ew jî jiber ku jina Ebas keça şêxê wan bû û ew jî li heyefa wî digeriyan .
Ez dixwazim tiştekî ji neviyên Haco re bibêjim, hûn qenciya pir mirovan jibîr dikin, em sedema vê jî dizanin, lê bêbextî nebaşe delalê min, lê tiştê ez tê nagijim, çilo hûn kar û xebata mirovekî wek Hesenê Haco didin winda kirin, jiber birastî heger navek bi Haco ketibê, di warê netwa kurd de, ew jî bi xebata wî camêrê bû, Piştî mirina bavê wî  , lê xuyaye ku hûn camêra li gor dilê xwe didin qapan kirin, û ev jî tiştekî di xwînê de ye .
Biraziyê Delal, tu kesî wek Medenî Ferho li ser Haco û li ser mala Osmên ne nivîsand, lê mixabin, jiber ku ji qalibê baweriye derbas bibû, tev hat qulbandin û bû dij wan kesên camêr .
Haco Haco, Alik Batê, Serhan , Şemonê Henê Heydo, Sofî Ebrahim kijalî, Kor Hesên pasa, Bişar û Cemîlê çeto… Û her weha, dîroka van mirovên han, ne rûpelekên ji dîroka kurdan, lê belê weneyek bû ji kultûr û jiyana miletê kurd di herêma me de, û bi hemê nexwşî û derd û êşa wan camêran em serbilind in, û piwîst nakê ku lawê Alîyê Yunis ji Qewmê çiya yan jî neviyên Haco, bi tena xwe serê xwe bi dîroka wan bilind bikin, jiber ku bûn yê gelekî û ew gel hîn jî di nav erandina êş û derdê bindestiyê de ye .
Li min bibore birazî, diroka malbata Ebês û ya Haco bi hevûdin re hatiye derbas kirin, û ez di wê baweriyê de me , ku tiştekî nebaş di nav bera bav û bapêrên me de derbas nebû ye heya ku em wan ji hev dûrbixin û em jê şermbikin , Haco Kalikê pir ji neviyên Ebês e, û Ebas jî wilo Kalikê pir ji neviyên Haco ye, loma jî heger serbilidayîk hebê ji van her du camêran, em her du malbat bi wan bi nîvîne, lê birazî, ne li ser derwên çeqlekî yan sîxurekî kotî .
Dawî jî delal, dem dîrokê zelal dikê, ku ti hinkî bi aram be .
Silavê min birazî ji te û malbata te re

Abbas Ebês

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…