Hevpeyvînek taybetî bi Hunermend Zubêr Salih re

Di hevpeyvînek taybet de – kû hunermend Şevger amadekiriye – hunermend Zubêr Salih weha axifî: (- min 2 kilip nuh çêkirin û min şandin tilfizyonê me lê mixabin dernexistin çima ez nizanim ji bo vê yekê muralê min şikestin û ana  ez sekinîme
– kesin hene hunera kurdî xeradikin û mixabin milet ji wanre çebka dixin.)
Eva xwarê deqa wê hevpeyvînê ye:  
Welatê me (Şevger)

Şevger:  ji kerema xwe ti kurte jiyana xwe bide nasin bo xwendevanê malpera me ??

Zubêr Salih: Berî her tishtî ez spasya malpera we dikim û  ser keftin ji bo we dixwazim
Ez wek têm naskirin bi navê Zubêr Salih ez li başûrê kurdistana rojava hatime duniya yê
Ez di malbatek hunerî de mezin bume û temenê min 6 – 7 salî  min dest bi karê hunerê kir
Ev bu bêhtirî 30 sal ez bi hunerê re mijûldibim û ez hîn berdewam dikim.

Şevger – bandora kî li te bûye  u te çi astengî ji malbatê dîtine li pê§ya hunera xwe ??

Zubêr Salih: Di destpêkê de min li bavê xwe guhdar kir û birayê min ji min mestir hebûn wanjî muzîk di gotin lê piştî dumahîkê min li hunermendê wekî dinjî guhdar dikir mina rahmetiyê M.Şêxo û Seîd Yusif û Mehmûd Ezîz Şakir û gelekî din jî, Lê min hewl da ku ez rêçek xwe di nav van hunermenda de vekim wek steylek taybet ji bo xwe ez çêbikim û min dest bi çêkirina strana kir, bê guman bi arîkariya helbestvanê mey kurd yên kilasik û her weha yên nûjen û ev rengê min hat qebulkirin dinav gelê min de, û min tu astengî ji hêla malbatê qet min nedît, lê me ji hêla gel gelek astengî dît, Ji ber muzîk di wê demê de, milet bi nerînek kêm li me  di nerîn ji ber me muzîk digut, Lê me guh li wan gutina nekir û her me dewam kir.

Şevger: rewşa çêkirina muzîkê u berhemeki li europa, hun çawa jiyana xwe ya hunerî bi rêvedibin ? û çend (CD) ê te hene ?

Zubêr Salih: Di nerina min de dema mere hunermend be mere hunera xwe dewam bike heger çendî astengî hebin lê em bêjin ne bêjin nabe wek dema mere li welatê xwe be, Li europa tenê min yek (CD) çêkiriye û ez ana di yeka din de dixebitim. 

Şevger: çima vidiyo kilîpên te pir kêmin di TV kurdî de ? û peyva te ji wanre çiye ???

Zubêr Salih: Kekê min min 2 kilip nuh çêkirin û min şandin tilfizyonê me lê mixabin dernexistin çima ez nizanim ji bo vê yekê muralê min şikestin û ana  ez sekinîme, Hêvîya min ji tilfizyonê mere, me go li me bi xwedî derkevin û ferq û cudahîye nexin navbera hunemenda, Ji ber hunera me ji bo gelê meye.

Şevger: rewşa strana kurdî iro tu çawa dibîne ??

Zubêr Salih: Di nerîna min de hunera kurdî di tahlûkê de ye û gerek mere lê bi xwedî der keve Ji ber kesin hene hunera kurdî xeradikin û mixabin milet ji wanre çebka dixin.

Şevger: kengî tê vegere welêt ???

Zubêr Salih: Ez di xwazim iro berî sibe vegerim lê wek tu di zanê rewşa welatê me xerabe, Hêvîdarim go ev rewş bê guhertin.

Şevger: peyva te ya dawî ji guhdarê tere?

Zubêr Salih: Gutina min ji guhdarê min re ez hêvîdarim go ez karibim tim stranek xweş
Diyarî guhdarê xwe bikim û silavê min ji bo her kurdekî, û serkeftin  jibo welatê me û spas  ji bo we, go we ev derfet da min.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…