Yan xwîna wî birjîne,an mejiyê wî biperçiqîne

Silêman Azer

Gotinek heye wiha tê gotin (yan xwîna wî birijîne,an jî mejiyê wî biperçiqîne),ev gotin bi rastî gelekî xwe li bejin û bala me kurdan dixwe, dema ku em li ser bûyerekê an jî heyberekê baxivin.û em nikarin bi şêweyekî şaristanî bi hev re bidin û bistînin,ji bilî ko em hev xwefiroş û cehiş û ….ht,bi bînin.çima ez vê yekê tînim ziman,ji ber du bûyerê nêzîk qewimîn.
ya pêşî koçkirina mamosta m.n.mustefa ye,sekreterê partiya kurd li sûrî piştî nexweşiyeke giran.û li vir jî ez sersaxiyê ji malbat û dost û hevalên wî re dixwazim,û xwedê wî bidilovaniya xwe şabikî û cihê wî jî buhişta wî be.û ya diwemîn jî vekirina kenaleke teliviziyonê ji aliyê tirkiyê ve bi zimanê kurdî ew jî trt6 e,ku wê bi zimanê kurdî şev û bi roj bê weşandin.ev herdû bûyer bûne derfetek ji gelek gengeşe û danûstandinê re di nav kurdan de.ya pêşî koçkirina m.m.n.mustefa ku bi rastî kar û xebateke wî yî dirêj di ber miletê kurd de heye,û wî çend sal ji temenê ciwaniya xwe di zindanan de bûrandiye.ev kar û xebata wî jî gelek rexne û niqute nîşan jî bi şûn xwe de hiştine,û bi taybetî piştî koçkirina m.kemal derwîş sekreterê berê yê partî,û ew parçebûna ku partî têre derbasbû.lê tu kes baş ev kar û xebata m.nezîr mustefa ne nirixand û hewil neda ko bersiva hinek ji wan pirsan bide,û ez jî nikarim bersiva wan pirsan bidim,ji ber ez bi xwe jî gelek niqutepirsan dikim di derbarê wê demê de????.
Û li vir jî em dikarin hinek ji wan pirsan jî li vir bînin ser ziman:gelo ma dive ko çi kesê xebatek di ber miletê xwe de kiribe ew buhayê wê kedê bistîne,merov ji bo miletê xwe dike an jî ji bo navekî,ma ew navdarî û ew nav malbatî mehnekê dide merov ko çi bike tu kes wî bersivdan neke,an jî mirov bizava wî nenirxîne û bi tenê pesnê wî bide.li vir ezê xala dawî di vê yekê de biktînim berî ez dergehê tu tewanbarî û xwefiroşiyê li xwe vekim.û bûyera diwemîn ew vekirina trt6 ya ku dewleta tirk bizimanê kurdî vekir,gelo ka mirov çawa wî dinirxîne û dibîne.bi rastî em dibêjin başe lê di pey gotina wê başbûnê re çend pirsan jî dikin.ma bi rastî dewleta tirk gihaye wê baweriyê ko ew mafê kurdan bi wan bide,ango berpirs û serokên tirkiyê ev kenal vekirin ji baweriyekê,heger bersiv erê be,ev tiştekî gelek başe,lê heger bersiv na ne ji baweriyekê ye lê ji ber hinek zixt û tirsa ji ewropa û hinek dewletên cîhanê be naxwe ev kenal dimîne henek pêkirin an jî wek tê gotin hinek tozike davêjin çavan.lê di derbarê kesên ko têde kar dikin,hinekan gotina xwefiroş û caş li ser wan gotin,ez li vir dibêjim bi rastî gereke em ji vî şêweyê dan û standinê dûr Kevin.bese bi tenê heger yek ne li gorî nerîna min bi,axive ez biçavên xiyanetê lê binerim,ango yan tê weke min bêje an tu dujminê minî.ev şêwe dibaweriya min de maye bi tenê çekê qelsa û nezanan.bese em bi çavên tewanbariyê hev binirxînin.bere em hinekî ji wê perwerdiya ko dujminê me di me de çandiye bi dûr Kevin.wek me di destpêkê de got,yan xwîna wî birjîne,an mejiyê wî biperçiqîne.di dawî de ezê vê gotarê bi dawî bînim ji ber ez di wê baweriyê deme ko hinek hene wê ji niha ve kêrên xwe tûjbikin ji bo serjêkirinê û her wê hinek niqute pirs jî bimînin…????

silemanazer@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…