Bihina baranê

 


Ezîz Xemcivîn

1-

Çi bihina wan rojên baranan xweş bû, ta nuha ew xweşiya ko nikare pesnê wan civanên xweş bide, dozê li min dike û dibêje ka ji min re behsa meşwarên li ber dibistanê bike.

Dizanim her tête bîra min, pêjna te ji ber deriyê xwe dikim, gava tu dihat û te digot va gihame ber derî, derî veke! Bi rastî carina min bawer nedikir, nizanim ji bêriyan, nizanim ji şahiyan, her bîranîn xweş in, taybetî gava diya min  nok ji me re dikeland û rojekê em şandin ber dibistana zarokan, tê bîra te, min nok didan zarokan û te jî pere werdigirtin?
Ew roj çi roj bû, şahiyeke delalî li ser dilên çivîkan bû. Rojeke bi kenê perwaneyan xemiladî bû. Dema min û te dendik û behîvên ter bi pereyên nokan kirîn, te çû sîwana xwe anî û em li bin baranê meşiyan.

Geh bi bazdan, xewnên me li pêşiya me dixistin û geh bi kêf, dêmên me ji sermê neditirsiyan. Carina dema destên min sar dibûn, diqefilîn, min dixwest wan têkim bêrîka qapûtê te, te digot binere tu dendikan nedize…!

Destên min li te vedigerandin û digotin dendik bi behîvan e. Em “şirîkên” hev bûn, tev ko ewê hingê tu baxçe di sînga me de şîn nehatibûn jî, lê belê heta nuha biniha sêvên sînga beyar li ber pozê min e!

2-

Li ber pencerê, pirsa te ji bayê rêwî dikim. Li ber tenûra dil, pirsa te ji rivîna hilbûyî dikim. Ne xem e, tu li ku bî, dûrbînên hiş şiyar in. Pêlên hevokan bilind dibin û ji belengazî qilûs dadikevin.

Erê, ez ew nêçîrvanê tirsok im, destê min naçe diziya tu baxçeyî, lê çavên min meşxelên ken li her derên evîna te vêdin. Erê ez ew dilê sotî me, dilê dahola cengê me. Ji xavika berbangê hatime, ji penaha çavên dilovan derçûme, wekî çip ko ji gwîzikek pembû diçim gwîzikeke din, dixwazim çavşînkan li ber sîngên bişirînên sibehan deynim.

3-
Demê, xewn û xwezî bi hev re haval bûn. Demê, hêsir li ser rûçikên gulan diherikîn. Demê, babîsoka xweziyan li min û te hil bû. Serê min di serê çiya de şikest û pênûsa min li bin lingê Dînasorekî teqiya! Te dît ez ne lîstikvan im! Te dît di kaniya pênûsê de melevan im û li ber çemê hestan diherikim?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...