Kongreya tifaqê bihişmet derbas bû

Piştî demeke dirêj ji dan û standinan di navbera komele, sazî, rewşenbîr û kesayetên êzdî de li Almanya, êzdiyan di 24-25.12.2008´an de li bajarê Bielefeldê kongreyek lidar xist.
Kongre bi beşdarbûna 500 kesên ji hemî beşên civakê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên 73 fermanan û Kurdistanê destpê kir.

Bi navê komîteya amadekar ya ji 12 kesan Pîr Husên Merhan axifî û piştî ku bixêrhatin li mêvanan kir, bahsa sedemên lidarxistina kongreyeke weha kir.
Merhan da zanîn, ku komîteya amadekar ya ji nivîskar Hoşeng Broka, helbestvan Serhan Îsa,  Ekonomîst Dr. Tîmur Hasanyan, Serokê Mala Êzdiyan Berlîn Cengîzxan Hasso, Serokê Mala Êzdiyan Celle Salih Yaltî, parêzera mafên mirovan Nadya Merhan, Parêzer Saît Salih, Rojnamevan Tariq Hemo, Serokê Federasyona Komeleyên Êzdiyan Cercûr Cemîl, rêveberê wê Nedîm Erkîş, rojnamevan Loqman Bariş û general Husên Merhan pêk tê, ji 8 mehan zêdetir amadekariyên kongreyê kirine. 

Paşê endamê komîteyê Salih Yaltî da xuya kirin ku delegeyên kongreyê ji serok û rêveberên 34 mal û komeleyan,  zêdetirî 300 rewşenbîr, dunav û kesayetên civakê yên xwedî bandor kirine.

Yaltî di axaftina xwe de herweha bahsa sedemên pêwîstiya damezrandina tifaqa li Almanyayê jî kir û da zanîn, tenê bi xebateke hevbeş ew dikarin karekî serekftî bikin.

Endamê komîteyê rojnamevan Loqman Bariş jî bahsa sedemên pêknehatina yekîtiya êzdiyan kir û xwest, ev kongre bibe destpêka serdemeke nû ji bo êzdiyan.

Bariş di axaftina xwe de îşareta polîtikaya dema pêş a rêxistina were damezrandin jî da û got; “Dibe ku em ne wekî hev bifikirin, ne wekî hev siyasetê bikin, ne weke hev bawermend bin. Em, di çi de, ne wek hev bin jî, lê teqez, em wek hev Êzîdî ne.”

Bariş ji delegeyan xwest, Tevî vê newekheviya fikrî, siyasî, bawermendî, takekesî, her kes di vê kongreyê were cem hev û “bi gaveke nuh, rihekî nuh, dilekî nuh û aqilekî nuh, werin ba hev û destên xwe bidin hev.”

Dûre endamên komîteyê Nedîm Erkîş û Serhan Îsa bahsa mal û komeleyên êzdiyan li Almanyayê kirin.

Paşê rêziknameyê rêxistina were damezrandin hat xwendin û piştî guftûgoyan hat xwestin ku çend xal werin sererast û di dawî de bi dengdanê hat qebûlkirin.

Di xala din a rojevê de meclîseke ji 85 kesan hat hilbijartin.

Di roja duyemîn de jî du semîner li ser rewşa êzîdiyên li başûrê Kurdistanê, bi taybet Şengalê ji  aliyê generalê berê yê Iraqê Pîr Husên Merhan û endama Parlamena Ewrûpayê Feleknas Uca ve hatin dayîn.

Li ser rewşa êzdiyên li Rûsyayê Îşxanê Eslan ê Anqosî semînerek da.

Di kongreyê de gelek birûsknameyên pîrozbahiyê yên hatibûn şandin jî hatin xwendin.
 
Hinek ji wan birûsknameyan ev bûn:

– Koma Civakên Kurdistanê KCK

– Kongra Gel

– Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNKê

– Partiya Demokrat ya Kurdistanê PDKê

– Yekîtî Niştmanî Kurdistan YNK

– Peyamek bi navê Tevgera Siyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê

– Instuta Kurdî li Kölnê

– PYD

– PÇDK

– Yekîtiya êzîdiyan li Moskovayê

– PNA kurd

– Şêwirmendê Serokdewletê Iraqê Ido Babeşêx..

– Partiya Nûjinkirin û Demokratîzekirina Sûriye..

-Yekîtiya Qubtiyên Ewrûpayê…

Yekîtiya Qubtiyên Swîsrayê..

– TEVDA

– Roj Tv

– Dengê Mezopotamya

– Radoyaya Dengê Amerîkayê

– Rojnameya Yenî Özgur Polîtikayê 

-Saziya Çand û Hunerê a rojavayê Kurdistan

– û gelek rewşenbîrên Kurd û yên êzdî yên ji ber sedemên cûrbecûr nikarîbûn amade bibin.

Navê rêxistina sîwan weke Eziden Zenralrat in Deutschland EZiD (Encumena Navendî ya Êzdiyan li Almanya) hat pejirandin û endamên encumenê ji bo pêşdebirina xebatê sond xwarin.

Piştî vê yekê Loqman Bariş û Cengîzxan Hasso weke Serokên EZiD, Nadya Merhan, Nedîm Erkîş û Mecît Heso jî weke alîkarên serok hatin destnîşankirin.

Sulhiya Nasir, Yilmaz Kaba, Alî Saçik, Merwan Reşo, Süleyman Ozmen û Salim Reşo jî herweha weke endamên rêveberiyê hatin hilbijartin.

Kongre bi axaftina spasiyê ya her du serokan bi dawî hat.

Dergush  Bilefeld/ Almanya

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…