Durûtiya hin nivîskaran (Gurkuj û Mêşkuj)

Ezîz Xemcivîn

Ji sinçiyê nivîskariyê, ko ew kesê nivîskar rêza xwe û pênûsa xwe bigire; gerek bizane ko her gotin, nivîs, gotar û helwest dema belav dike, li ser tête girtin. Eger carina bişemite jî, di nerîna min de lêbûrîna xwe ji xwendevanan û ji miletê xwe bixwaze. Ev yek kêm caran çêbûye, tev ko min berî demekê gotarek di malpera (Welatê me) de xwend, nivîskarekî kurd lêbûrîna xwe ji xwendevanan xwestibû û dabû xuyakirin ko wî di gotareke xwe de derew li ser zimanê hinekan kiriye û ew ji bo wan derewan şermezar e, û lêbûrîna xwe eşkere xwestibû.
Bi rastî di dema weşandina lêbûrînê de pir bala min kişand, (çawa nivîskarekî kurd li ser rûpelên internet bibêje min derew kir). Mixabin weke belge min ew li ba xwe ne girt, çimkî min nizanî bû ko ew lêbûrîn (ne ji milet û ne ji bo nerastgoya wî bû, lê ew di bin hêzdanekê de belav kiriye) û hem jî min nizanî bû ko ji malperê tête rakirin.

Têbînî: Ji ber taybetiya jêderê ko ev raz gihande min, ez lêbûrîna xwe ji xwendevanan dixwazim ko nikarim navê nivîskar bibêjim.  E. X
Dîsan ev ne babeta min e, lê weke dergehekê ji babeteke mîna wê ye min anî ziman, belê bi awayekî din e.
(Nivîskar) Dildar Ismayil xortekî kurd e, ev çend sal li Almanya dijî û her demekê nivîsekê di malperên kurdî de belav dike, navê wan gotar û nivîsên xwe kiriye (Peyva Tazî), peyvên tazî ên birêz Dildar bi piranî rexne ne, û ew rexne, ne li ser tu bingehên zanistî ne, anko “rexne ji bo rexneyê” dike! Tev ko ez dibînim eger Dildar li welat ba, di nerîna min de nikarî bû ev pêşmergayetiya nivîskariyê bikira û nikarî bû rexneya rêjîmê û ne a partiyan bikira. Tekezkirina vê gotina min, çima dema Dildar li welat bû û meydana xebat û rexneyê li ber wî vekirî bû, ev tişt nekir û heta nuha me navê wî di tu navgînên ragihandinê de dema li welat bû ne xwendiye.
Lê weke hin kesên din, ko ji welat derdikevin (xwe weke pêşmergeyan li Ewropa bi nav dikin).

Di peyvekê ji van peyvên Dildar Ismaîl (Peyva Tazî13)
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=567

Birêz Dildar li bêtir ji 10 malperên kurdî ew belav kiriye, mixabin gelek ji malperên me jî, bê ko nivîsan bixwînin, diweşînin. Ew malper bi xwe jî dibin egerên belavbûn û berizkirina hin kesan, ko ne nivîskar in û ne sinçiyên nivîskariyê digihên û di nerîna min de ta ko sax bin jî, ew nabin nivîskar.
Birêz Dildar êrîşeke bêhempa daye ser partiyan û tevgera netewî a kurdî li Sûriyê, ew kirine pirêze û herweha ji wan re gotiye: (lê ka tevgera kurd bi hemî Hêzên xwe bi hemî serokên xweyî jîr û zane can fîda û ne tirsonek Zikekî têr û welatiyekî koçber çidibêjin….
Hevalê me Dildar di pêşgotina gotara xwe de pendeke kurdî leç kiriye û tê de rexna serokên partiyan kiriye: (Dibêjin serokê xelkê pîçin..lê serûkên partiyên ji hev çarde parçekirî  kelpîçin)
Birêz Dildar mêraniya xwe weke pêşmergakî ko li Almanya lingek daniye ser lingê din û ji wir bang li milet dike: Rabin ser xwe, çima hûn tirsonek in dibêje?
Hem jî ciwanmêr ji xelkên kurd re li Rojavayê Kurdistanê re dibêje:
(hêvî û gazin û dijmin qet li hev Nake kekê mêş kuj).
Dildar li Kurdistana Almanya Gurkuj e, lê birayên wî kujtera wan di destên wan de ye û tu karê wan nîn e, ji bil mêşan pêve nikarin tiştekî din bikujin!
Helbet pirê peyva wî a 13an berê xwe daye partî û serokaên partiyan, herweha dibêje:

(mixabin bese daxwiyanî û maxwiyanî qaxet û maxet derew û merew …ey serokên ji hev ketî bese leystikên gemar Leystikên li ser mafên miletê xwe… xêro… hemo û simo…. elo û Mûso û nisro… nezo û dêro û bêro heya kenkî emê emê bê çarebin li Benda parçebûnê rawistin û ji bîr bikin êşa gel welatê xewnê wê Xewin Bimîne an xewneroj berdewam bike. serokên xelkê Xizmeta Miletê xwe dikin di pêşerojê de.lê serokên partiyên hemî nav wekî hev Nikarin nava xwe çareserbikin .de ka bêjin kî pêçe û kî kelpîçe)

Dixwazim ji we re ev navên ko birêz Dildar ew piçûk û hem qurquçandî kirine, navê wan ê rasteqîn deynim.
Xêro…  Xêredîn Murad, sekretêrê partiya çep e.
Hemo… Hemîdê Hecî Derwêş, serkretêrê partiya pêşverû ye. (ji salên 50î de bawernameya parêzeriyê standiye)
Simo… Simayîl Omer, serokê partiya yekîtî ye. (bêtir ji 30 salî mamsoteyê dibistanan maye)
Elo … Min ew nas nekir
Mûso… Mihemedê Mûsê ew jî partiya çep e.
Nisro… Nesredîn Birahîm, serkretêrê partî bû, (Doktor e, li zankoya Helebê wane didan)

Nezo… Mihemed Nezîr Mutefa (Parêzer bû, 10 salan di zindanê de maye û sekretêrê partî bû). Di 22.12.2008an çû ber dilovaniya Xwedê

Dêro û bêro: Min ew jî nas ne kirin.
Min kurtkirina van navan ji armancekê şirovekir, ew jî ko ji we re durûtiya Dildar bidim xuyakirin.

Dema ko mamoste Mihemed Nezîr Mustefa çû ber dilovaniya Xwedê û ji bo ko birêz Dildar navê xwe di nav navên nivîskaran de deyne û xwe weke nivîskarekî ko li ber mirina wî ketiye û xwe bi malbat û milet şelaf bike, birûskeke sersaxiyê ji wan re şand û malperên kurdî jê re belav kirine, ev deqa wê ye:

http://www.welate-me.com/erebi/modules.php?name=News&file=article&sid=4904

برقية تعزية
عموم ال علي يونس
الأخوة في الحزب الديمقراطي الكردي في سوريا _البارتي.. قيادة و قواعد*
ببالغ الحزن و الأسى تلقينا نبأ رحيل المناضل السياسي والحقوقي المحامي الأستاذ محمد نذير مصطفى سكرتير الحزب الديمقراطي الكردي في سوريا_البارتي. حيث خسرت الحركة القومية الكردية في غرب كردستان. أحد مسؤوليها البارزين وبهذه المناسبة الأليمة نتقدم اليكم بالتعازي القلبية الصادقة راجين لكم الصبر على المصاب الجلل وللفقيد كل الرحمة.
نرجوا من الله ان يتغمد الفقيد فسيح جنانه ولكم الصبروالسلوان.
دلدار اسماعيل.. المانيا
 
شاعر و كا تب

Wergera wê bi kurdî (helbet min wegerandiye)

Birûska şînê

Malbata Eliyê Ûnis

Biraderên Partiya Dîmuqratî Kurdî li Sûriya (Elpartî)… Bingeh û Serkêş

Bi şîneke mezin me nûçeya koçkirina têkoşer, siyasetmedar, mafzan, parêzer û mamoste Mihemed Nezîr Mustefa bihîst…h.d

Hêjano binerin! Ev (têkoşer, siyasetmedar, mafzan, parêzer û mamoste Mihemed Nezîr Mustefa…) heman ew kes bû, yê ko birêz Dildar jê re (nezo) digot.

Mixabin, Kurd tenê di mirinê de rêz û rûmeta hev digirin.

Têbînî

1- Nivîsên tarî û di nav du kevanan de ên Dildar Smayîl in, min ew wek ko wî belav kirine hiştin, bê ko ji hêla ziman ve serast bikim, anko ez ne berpirsê şaşîtiyên rêziman im.

2- Ev gotar li du malperan (Avestakurd û Welatê me) tête belavkirin.

Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…