Çend kurte helbest

  Azer Osî

Min ne dizanî, bê çima dem, di hêlîna xewna min de,
destên xwe dirêjî sînorên lêmayîna min û te dikî
lê min dizanî
her çar demsal
tevî her demsalên hezkirina min û te
ji boyî lêdana zengilê me

xwe ji demsalên wê bêrî dikin.
* * * * *
Bi evîna te dişewitim
bi bedewbûna te
ciwan dibim
di hebûna te de
ji hiş ve diçim
û bi ser hişê xwe ve têm
gav bi gav
ahîn bi ahîn
keser bi keser
li dergahê buhişta te didim.
* * * * *
Jîn di jiyanê de
li ronahiya çavên te digere
û şev di bêhnvedanê de
xwe bi xwêdana canê te dişo
û ta berbangê xwe bi bêhna te
fêrmiskên xwe ziwa dike.
* * * * *
Her gav
dilê min
bi te re lêdide
her kêlîk
tû di bîra min de tê
bi bayê te re
ez diçim
û mîna wî xwe li te radipêçim
nizanim
kengî ezê sezayî te û xaka te diyar kir
xwedayê ji te hezkir
zê bibim.
* * * * *
Ez û te bûn
û tenê ava çemê evîna me
dizanî
bê çima  av bi evîna me re
mîna peyvên ku me gotibûn
di nava deşt û çolên
min û te, xwedî dikirin
diherike.

* * * * *

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…