Kekê Murad! .. Silav û rêz.

Dr. Heznî Haco
Heznihajo@hotmail.com

    Te di 12.12.2008an de, di NETKURDa xwe de, gotarek weşand, ku bi baweiya min dişibe agoniya (sekeratên) mirinê. Tu vêca bi çavên xwe dibînî ku kêştiya tevgera bakurê welêt nêzîkî bejayayî dibe.

Berî her tiştî ev ne kêştî ye, kelekek biçûk e, ne li deryayê , li Zerya (oqyanos) Aram dixe. Pêlên ku li vê kelekê dixistin, û hînjî lê dixin nayên pîvan bi yên ku li tevgera Başûrê Efrîqa, ya Filistîn yan ya Viyêtnam dixistin.
    Cîhan tev, ji bilî DYA, Ingêltra û çend dewletên “ananasan”, li pişt Nelson Mandla û tevgera wî bû. Cîhan tev, ji blî Israîl û DYA li pişt Yasir Erefat û tevgera wî bûn. Cîhan tev – vê dawiyê gelê emêrkî bi xwe jî di nav de – li pişt Hoşimin û tevgera wî bûn.
Berevajî tevgera bakurê Kurdistanê û serokê wê birêz Ocelan. Ne tenê DYA, Ewrupa, dewletên herêmê – Sûrî ta demekê ne tê de – tev li dij bûn. Mixabin 99% ji rêxistinên kurdan bi xwe jî ji destpêkê ta niha – PDK-iraqê di van her du salên dawîn de ne di nav de – li hember vê tevgerê derketin û sed mixabin hînjî wê destek nakin. 
Min hunera teyî wêjeyî û ya siyasî jî nîne ku weke te tiştên ne li hev, lihev bînim. Tu du rêyan didî pêşiya kêştiya tevgera bakur. Yan ev  kêştî ê xwe ji kaptanên bêserûber rotawindaker xilas bike …….yan jî ji birîn û kunên mezn ên avrakêş û pêlên dewasayî, gemî ê bêserûber hêl bibe li Kendal û zinarên peravê bieve, perçe perçe bibe.
    Kekê min! Gelê me yî bakur 20-30 milyon e ( birêz M. Barzanî serokê herêma Kurdisanê texmîna 30 milyonî dike). Vî gelî rêvebirên xwe pêşî li seradê kirin, piştre li bêjingê û dawî li moxilê kirin. Yên ku di serada wî re derbas bûn serok, sekreter û serokên giştî yên wan rêxistinên sêqolî, pêncqolî, heştqolî û yên din bûn. Ên ku di moxilê re jî derbas nebûn, birêzan Ocelan, Bayik, Karayila û hevalên wan in. Tu bi xwe di dawiya gotara xwe de têbîniyek weha dinivîsî: Tevgerên ji derveyî wan ( DTPe û PKKe) ew qas marjinalîze bûne ku êdî bi asanî dikarin li derveyî analîz û îstatîkan bên hiştin.
“Kapîtanên” ku tu wan pêşniyar dikî, lê wan binav nakî – yên ku kêştiyê bi serûber û rotadiyar – ew in ên ku berî herkesî di seradê de xuriyan xwar.
Ez nabêjim ku – hasha – xayin yan xwefiroş bûn, lê ji sedî sed li ciyên nerm, germ û têr dirav geriyan. Ciyên ku ne sir, ne seqema çiyayê Agrî, Mereto, Bagok û Qendîl. Ciyên ku mar û dûpişk lê dixijmijin.
    Pirraniya kapitan û pîlotên ku tu wan pêşniyar dikî di destpêkê de li Siwêdê man. Dest bi nivîsandinê kirin. Serê pirtûkekê yan broşûrek biçûk bi 10 hezaran kron sitandin. Komele ava kirin. Buçeyên mezin ji wan re hatin tirxankirin. Li ser van pereyên ku dewleta Siwêdê didan wan  ne carek tenê bi pêsîra hevûdin girtin û ya kesnedîtî anîn sere hev. Bêhna genîbûna van pevçûnan di nav endaman de belav bû. Tu ji min baştir van rûdayên kirêt dizanî.
Rêz û hurmet ji kesên weke Rohat Alakom, Mehmed Uzun, Mehmûd Baksî, Firat Cewrî û gelekên din re heye. Wan berhemin hêja di ware edebiyat, ziman, dîrok, roman û beşên din ên hunerî, hiştin – û yên mayî xweda wan ji me re bihêle – dihêlin.    
Piştî damezrandina herêmek azad, wey li wî “pilot” û “kapitênî” ku zûtir ji yên din xwe bigihîne Kurdistana azad. Bi gihîştina hinan ji wan re baregeh ji wan re hatin vekirin, Jîpên Land Rover, Range Rover an Totoyota bi şofêrên taybet ve li ber deriyên wan hatin danîn. Stodyoyên kanalên televizyonan ji wan re hatin vekirin. Di programên wek RONÎ, ku birêz Samî Artûşî ew vedixwendin de, dibû qeb-qeba wan û ji bilî reşkirina tevgera bakur tiştek bi tewaş ji devê wan der nediket. Ez dabaşa “îhaleyan” û deriyên dinî zengînbûnê nakim.     
    Kekê Murad! Di vê cîhana bê edalet û bê wijdan de êdî pêwistî bi jêhatîbûna “kapîtanan”  hema gişt nema ye, ku serketinê bidest xwe bixin. Ma Bin Ladin dema bi Mela Omer û kesên ji wan hew genîtir di dinyayê de nebûn, “kapîtanên” biserûber bûn? DYA û Ewrupa ew pirr bi xurtî destek kirin. Em bibêjin ev destekkirin li dij Sovyêt û bloka sosyalist bû. Tu ji destekkirina Seddam bi xwe re li dij melayên Îranê re çi dibêjî? Sêwî û sêwertalek kubayî ku xwe gihandbûn Floridaya DYA nema ku li dij Kasrto nehatin destekkirin. Ternalê Çombî “kapîtanek” biserûber bû ku li dij Lulomba rakirin? Diktaorên Emêrika Navîn û yên ya başûr “kapîtanên biserûber” bûn an rêvebirên Tevgera Topamaros, ku bi kêmasî 50%ê wan akademisyan bûn?
    Rêz û hurmeta min ta dawî ji rêvebirên kurdên meyî başûr re – tevî hemu “bêserûberî” û “rotawindakariyên” wan di dîroka meyî nêzîk de – heye, ku niha beşek azad ji welatê me birêve dibin. Lê ma gelo heger “çûk li kevir” neketana, zilhêzên dinyayê di 1990î de lihev kom nebûbana û neketana Iraqê, Xweda bi xwe jî dikaribû kursiyê Seddam bihejîne û di 2003iyan de wî ji ser vî kursiyî serqulofatî hev bikira?
Ez dikarim lîsteyek bêdawî li ber te deynim, ku bi kêmasî 70%iyê serkeftina tevgeran  – di cîhana îro de – ne ji jêhatbûna “kapîtanên” biserûber tê, lê bi berjewendiyên zilhêzên cîhanê ve girêdayî ye.       
    Heye ku “kapîtanên” te yî “biserûber” bibêjin; ji bo çî em berjewendiyên van zilhêzan bi yên xwe ve girê nadin? Jibo çi em di ware diplomasiyê de hewqas nepêkhatî ne? Pirsa pêşîn pirr ne di cihê xwe de ye, ji ber ku weke min berî niha got ku kêşe kêşeya berjewendiyan e. Erê bê têkoşîn nabe, lê ya ku dawiya dawî terazuyê bi rexekî ve dibe fersendên cîhanî ne.
Pirsa 2iyan ez jî ta radeyekê pê re me. Mebesta min diplomasiya têgihiştî û çalak e. Lê li vir pirsek din xwe dide pêş!!!
Birêz Kemal Burkay, ku têra xwe çalak, têgihiştî, ji salên 70êyan ve li Ewrupa xebatê dike. Ewrupiyek nikare bi hinda serê derziyê jî wî bi tundrewiya idyolojî yan kirinên hişk û dijwar tawanbar bike. Ew û rêxistina wî – PSKe -, bi KOMKARa wan ve, yên ku di nav rêxistinên bakur de û di wan salan de, yên herî bihêz bûn, çi biser xistin???
Ji kerema xwe, ka gelo wan dikaribûn, rêxistinek ewrupiyî bi bandor – ne dewletekê – bikin piştgirê gelê kurd, ê bakurê Kurdistanê? Ma gelê kurd ê bakur û rêxistinên wî ji opozisyona îranî – Mucahidînî Xelq jî di nav de – mafdartir nebûn ku alîkarî bi wan re were kirin?

    Bê goman tevgera bakur ji şaşiyan nayê şûştin. Tevgerek hewqas mezin teqez dê carûbar biterpile, lê pîvanên te çi ne ku bi gotina te: Di van demên dawîn de tevger li hundur û derva ber bi tenêbûnekê ve dice, pişgîriya navnetewî û ya hundur hêdî hêdî xwe ji pişt wê vedikêşe.  
    Kekê Murad! Ne te, û ne jî min bi sere roteke (şiveke daran) girtiye û hijmartiye ka çend kes berî niha û roja îro bi vê tevgerê re ne.
Ji aliyê hêza leşkerî ve, dîsa ne te, ne jî min ew alava ku bi wê, wan kesên ku dikevin stadyonên futbolê de û pê dihijmêrin, nexistiye destê xwe û çekdarên HPGe ne hijmart ne.
Tu dipejirînî ku ez di vê babetê de axiftina birêz Mesûdê Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji te re dubare bikim. Wî ev axiftin raberî desthilatdarên tirk û masmêdya wan kiribû. Dibêje: : Me çend caran bi we re şerê PKKe kir? Me bi hev re zora wan nebir. Ew niha ji berê xurttir in.
Ji aliyê cemawer û girêdana wî bi rêxistinên tevgerê yên legal ve, ez te disipêrim hilbijartinên parlemento û yên şaredariyan. Di dewra birêz Layla Zana û hevalên wê de, digel ku bi DSPe û rêxistinin din re daketibûn, hijmara wan di lêgislativa 2007an de – tevî hemu şaşîtiyên ku rayedarên DTPe bi xwe daxuyandin – pirrtir bû. Heger şapa AKPe ne di rojevê de bûna û kurdên dinyayê tev – ji bilî DTPe – ew destek nekirana û negotana ku AKPe “xêr û bereket” e ji kurdên tirkiyê re, dê hijmara parlementerên DTPe zêdetir bûna.  
    Hijmara şaredariyên berê 37 bûn, niha 56 in. Ne tu û ne jî ez bi van encaman kêfxweş in, lê tu bi vê reşbîniya xwe – nabêjim reşkirinê – neheq î.
Ez her sê parçên dinî Kurdistanê weke aliyên navxwe (hundur) dihijmêrim. PJKe li Rojhilat weke rêxistina sereke tê dîtin. Ez nikarim vê nirxandinê ji sedî sed biçespînim, lê ez gelek kesayetiyên rojhilatî, yên xuyayî û pêbawer nas dikim ku vê texmîna min pişrast dikin.
Li başûr, ne tenê birakujî nema. Di danezanan de hilmeke ku dilê cemawerê kurd li her deverê xweş û geş dike peyda bûye. Nabêjim ku cemawerê PKKe li vir zêde bûye, lê bê goman antîpatiya gelê başûr li hember dewleta tirk 10 qat bûye. Bi rengekî ne yekser be jî êdî palpiştiya tevgera bakur dikin. Di demên dawîn de gelek caran yekser jî ev palpiştî tê kitin. Ez ya dilê xwe ji te re bibêjim; ez naxwazim niha li başûr ji halo zêdetir bibin, da hestiyariya rêxistinên wek PDKe û YNKe zêdetir nebe û vê etmofêra niha yî xweş jidest me nebe.
    Ku birêz Ocelan ji zindana xwe bang li Birêz Mesûdê Barzanî û Mam Celal bike, ku ji çareserkirina kêşeya bakur re, ne tenê bibin  palpişt lê xwe weke nûnerên bakur bibûnin.   
    Ku birêz Karayilan, Bahoz û hevalên wan bibêjin ku ew amade ne xwe cangorî bikin bo her destkeftiyeke başûrê welêt.
    Ku birêz Ahmed Turk li ber gorna xwedajêxweş Mele Mistefayê Barzanî raweste û gotinên ku vî serokî heq kirne bibêje.
    Ku birêz Mesûdê Barzanî ji kurdan û cîhanê tevî re bibêje ku birakujî ji me re xeta sor e, û digel fişarên xurt û bê navber nebêje PKKe terrorist e.
    Ku hijmarek ne kêm ji parlementerên parlemana herêma Kurdistanê, heger ji ber sedemin diplomasî, ne bi rengek eşkere simptiya xwe ji tevgera bakur re bidin xuyakirin û kiryarên dewleta tirk şermezar bikin.
Ev tev, kekê Murad ne nîşanên tenêbûnê ne
    Li rojavayê welêt, heger ne bi pirrbûn û geşbûna salên 90iyan bin, simpatizanên tevgera azadîxwaz yên herî birêxistin, herî disiplînkirî û ya herî bihêz e.

    Tu dabaşa vekişandina pişgîriya navnetewî ji tevgerê re dikî. Tiştê ez dizanim ev piştgîrî berê bi carekê nebû. Daxuyaniya parlemana yekîtiya Ewrupa ya berî heftiyekê ji hemu daxuyaniyên berê bihêztir bû. Desthilatdarên tirk DYA û ewrupiyan bi xwe jî bi pişgîriya DTPe û PKKe tawanbar dikin. Tew dibêjin ku leşkerên emêrkî çekan dide HPGe. Dibe ne rast be, lê dibe jî ku dû bê agir nebe. Di cenga di navbera Îran û Iraqê de, Israîlê ne carek tenê çek dan Melayan (Iran).

    Ez naxwazim li ser têkiliyên PKKiyan bi Ergenekon, MIT û deverên din re bipeyivim. Ne agahiyên minî pêbawer li ser van tiştan hene, ne jî lojîkê (mentiq) di wan de dibînim.
Birêz Ocelan bi komployeke navnetewî hat girtin û ew xistin zindaneke ku di dîroka mirovayetiyê de kêm nimûne jê hebûn an hene. Di eynî demê de serok û sekreterên hijmarek ne kêm ji rêxistinên kurdên bakur bi azadî ji Amedê lê dixin diçing Enqera, Stenbol, Stockhom, Parîz, Berlîn ûhwd, bê ku kesek hay ji wan hebe. Hinin ji van serokan hene ku her roj xwe radikêşin dadgehên tirkan û bi eşkere dibêjin bijî kurd û Kurdistan, lê kes ne guh dide wan, ne jî van zirtên qelew ciddî digre. Ocelanê ku di rewşek pirr teng de dijî dilxweşiya wî yî bi tenê bihîstina wî ku gelê kurd wî jibîr nake, li hundir û derve daxwaza azadiya wî dike, lê mixabin hinin hebûn – niha pirr kêm bûne – ku digotin; Ocelan li Imraliyê, di ûtêlek 5 sitêrik de dijî. Keçikên  hew ji wan xweşiktir jê re tînin. Televizyon û computer digel bikaranîna Internettê jî li ber dideynin. Ez dibêjim xezî weha bûya. Di zindanên welatên pêşketî de ev tişt ji mafên xwezayî ne. Dibe ku bikaranîna internett sînorkirî be, lê zindanî xwedan pirr mafan in.
Ez dizanim ku niha 2% ji yên ku ev tişt digotin nema ne. Gelo yên ku ev derew bi zanebûn dikirin û belav dikirin, û yên ji wan bawer dikirin, niha, di dilê xwe de çi ji xwe re dibêjin?
    Bibûre kekê Murad! Ev axiftinên min bi awayekî subjektîv in û zêde bi gotara te re ne girêdayî ne, lê te dîtin û hevokên xwe bi rengek weha hûnand ne – ne tenê di vê gotara xwe de – ku tiştin weha tên ber çavên mirov.

    Tu di xelekekê de dibêjî ku: Behsa wê tê kirin ku di nav tevgera bakur de “baskê şahînan” û “baskê kevokan”heye. Behsa wê yekê tê kirin ku ne yek PKKe, lê gelek Pkke hene û her yek li bin baskê dewletekê ye……!
    Yek rêxistinek kurd nema ye ku parçe parçe nebûye. Carnan ên ku ji partiya xwe vediqetiyan ji makepartiyê xurttir dibûn, û hînjî ev proses a ne lirê berdewam e. Ka ji min re nav û hêza yên ku ji PKKe veqetiyane binav bike. Pirr normal e ku di şert û mercên hewqas dijwar de, hinek kes mandî bibin, baweriya hinan kêm bibe û ji nav refên hevalên xwe derkeve. Lê kesin derketin û dan xuyakirin ku ew bi rêbaza birêz Apo, Karayilan, Bayik ûyd nerazî ne û veqetiyan û çûn. Tevî ku alîkariyek ne kêm bi wan re hat kirin jî biser neketin.
    Osman, ku birayê serokê PKKe ye, nizane bi kû de here. Ka em bibînin teslîmbûna wî dê çi jê derkeve. Xuya ye ên ku ew demekê dermale kirin – ji ber bêhêzbûna wî – hew wî dixwazin, lewre biryara xweteslîmkirina. tirkiyê da. Ditirsim ku hinek ji van serok û sekreteran li benda wî bin ku ew bikaribe hevrikiya PKKe bike.

    Di xalek din de ku ji ber dirêjiya wê naxwazim wê bi giştî dubare bikim tu weha destpê dikî: – Giraniya siyaseta resmî ya PKKe ……… avabûna serweriya kurdî li ser wî perçeyî (başûr) li ber çav nagire. Ew wê derê wek erdekî rizgarbûyî nabîne……..
    Kekê Murad! Bi rastî mirov vê raxistinê ji rewşenbîrekî weke te hêvî nake. Fişarên dewleta tirk û yên hijmarek ne kêm ji serkêşên leşkerî û rêvebirên emêrkî – ku ew jî ji hewldanên bê navber ên tirkan tên – ne bes in vêca tu jî bi van hevokên xwe yên ne xêrê, dixwazî tevlîheviyekê bikî ku kurdên bakur û başûr, bi taybetî rêvebirên wan di çavên hev de reş bibin. Mixabin ku celebek ne kêm ji gotarnivîsên NETKURDa te jî di vê şopê de dimeşin. Diyar e ku tu dixwazî ku PKKe jî, weke wan kesên ku demekê rêvebirên rêxistinin kurdistanî bûn, ji serokpartî û rêvebirên dezgihên fermî yên herêmê re, bi şev û roj li dahol û zirnê bixin. Bi sedê caran dabaşa azadbûna vî perçeyî kirine. 

    Tu di xalekekê – duduyan de dîtin û kiryarên PKKe li hember kurdên elewî bi dîtin û kiryarên Kemalistan re cot dikî (parallel). Ez li Qamişlo –ku ne şaş bim- di sala 1994an de li mala xwedajêxweş Dr. Dara Arif Abbas – ku elewî ne – li ber MED-TV bûm dema navên endamên Parlemana Kurdistan li Derveyî Welat, dixwendin. Min bi galte (henek) ji rehmetî Dr. Dara, birayê wî û zarokên wan re got: Ev nebû. Tev ji we ne.
    Dezgehek PKKe li Ewrupa nîne ku birayên elewî tê de kar, an rêvebiriya wê nakin.  Dibe ku rêjeya wan ne ligor kurdên sunnî be. Ez bûma dê min pirtir rê bida wan. Tu dibêjî: Tezên Pkkê ên li ser pêwendiyên “elewî-neqşîbendiyê zêdetir nêzî tezên kemaîsta ne, reşkirina neqşîbendiyê di çave kurdên ne-misilman, ne-sunnî, ne neqşîbendî ji xwe re esas digrin.  Ka em dezgiha herî bi bandor ji dezgihên PKKe (televizyona asimanî) bigrin. Çend kes ji kurdên ne elewî dizanin ka ew neqşîbendî, Qadirî, Şafiî ûwd-in in ta ku di çavên hevkarên xweyî elewî de reş bibin?
Rast e ku tirkan hewqas di guhê wan de xwendibû ku kurdên sunnî her dem li qirkirina wan geriya ne. Tirkan bi pîlan û proje ew ji netewa wan pirr dûr keribûn. Bi baweriya min çi PKKe û çi DTPe qet bi vê role ne leyistne û ji xwe re nekirine rêbaz.
Li bakur û li metropolên Tirkiyê PKKe û DTPe çi reftarî bi wan re dikin, ez pê ne serwext im, lê qet bawer nakim ku kêmterxanî yan dîtin û kiryarek ne lirê – bi zanebûn – li hember wan hatibe kirin. Weke em tev dizanin ku kurdên meyî elewî zana û pêşketîtir in. Ev tenê bes e ku cihên giring bigirin dest xwe. Lê ev tev nayê wê wateyê ku bizava kurd cudatiyê dixe navbera ol, terîqet û tayifeyên kurd. Min bihîstye ku gelek caran dabaşa kurdên elewî û êzdî bûye, lê kî qadirî, neqşîbendî ûhwd ye, min qet lê guh nebûye. Ka ji kerema xwe, ji me re bibêje kê zêdetir ji PKKe û DTPe ev ol û tayife nêzîkî hev kirin? Ez nizanim çi di dilê birêz Ocelan, Bayik, Karayilan, Bahoz, Elî Heyder Qeytan  ûyd de hey, lê masmêdiyên wan çi televizyon, radio, rojname û çi govarên wan bin, tam berevajî van gomanên te ne. Gomanin ku mirov jê dipelikîne.

    Ez rastî bibêjim ez di şîrovekirina teyî li ser neqşebendîtiyê ku ew bi kurdîniyê ve girêdayî ye hinekî seyr dibînim. Nayê mandelekirin ku birêzan şêxên Neqşebenî, Qadirî û Seîdê Nûrsî cihin berz û bilind di ijtihada ola islamê de navdar bûne, lê yên dane pey şopa wan ev terîqet ji xwe re kirin hespên zêrîn. Cudatiya kurdîniya neqşîbendiyê ji yên din di kû de ye? Ne tenê şêxên ku şopa van aliman girtin ev ji xwe re kirin “bankomat”, mele û derwêşan jî texsîr nekirin. Heta şêxekî bi şeref weke Şêx Ubeydillayê Nehrî, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Riza û Şêx Ehmedê Barzanî peyda dibû, sed şêxên noker û patoxwer çik di rêzê de li ber lingên dijminan radiwestiyan, vêca ji wan kî Qadirî yan Neqşebendî bûn, ez nizanim. Ez ne ji dîtinek idyolojîk ve diçim meselê. Ev rastiyeke ku kesek nikare wê mandele bike.

    Em werin ser xaleke din jî ku ez ne bi te re me. Tu dibêjî: Di nav tevgera bakurê Kurdistanê de mihaweleyek heye ku kurdên bakur ji tarîx, ziman, kultur û simbolên neteweyî yên giştî yên kurd dûr bixe, mihawele neke da kurd wek netewe bidin xwedan nasnameyeka serbixwe……!?
    Ez dê tenê navên çend programên MED-, MEDYA- û ROJ-TVê bînim bîra te: Navdarên kurd, Welatê xwe nasbike, Gava sêyemîn, Tûrikê Derwêş ûhwd. Navê wî programê ku te bi xwe li ser nemir Xanî pêşkêş dikir nema tê bîra min. Naxwazim li ser damûdezgihên din ên cihêreng ên ku PKKe damezirandne biaxivim.
Nizanim tu bi serdan diçî bakurê Kurdistanê yan na. Heger asteng nebin, ez te vedixwînim kultûr merkeziya MITANNÎ li Nisêbînê, da tu bibînî ka ev tevger li kultûr, ziman, simbolên netewyî…û li nasnameya kurdan digere yan na. Jibîr neke ku ev tevger hîn di pêvajoya tevgera azadîxwaz de ye, ne desthilatdarek fermî ye.

    Kekê Murad! Tu dixwazî di vê gotara xwe de diyar bikî ku hemu kar û hewldanên PKKe û DTPe – bi taybetî yên vê dawiyî – bikî wê perwazê ku tev dikevin xizmeta dewleta tirk de. Ev ji mafê te ye ku tu vê dîtin û têgihiştinê bibêjî û ne tenê di NETKURDê de belav bikî, lê dîtin û têgihiştinên weha ji sala 1984an de destpê kirin. Li bîra te ye dema 11 rêxistinên kurdistanî ji her çar parçan danezanek belav kirin ku tê de hema hema van gotinên te dubare dike. Niha li ber destê te gelek têm û bûyer hene ku pirr aktuel in weke Ergenekon, PKKa kûr, li ser wezna dewleta kûr a tirkan ûhwd…. Şîrovenivîsin pirr ji xwe bawer hene ku dibêjin: Eskertariya tirk û PKKe naxwazin ev şer bidawî bibe. Niha generalek tirk, li Stenbolê, Enqera yan Incerlik, zivistanan li ber germa “centra heating” kalorîfer, li pêşber TVêya xwe paldayî, wiskiya Skotlanda li ber, bixwaze ku ev şer berdewam bibe, dikeve serê mirov, lê mirovek weke birêz Cemîl Bayik ku ji 20-25saliya xwe ve veşartî, ji bilî şikeftan an xaniyên ji naylonan avakirî nebîne xwe ji sir û seqema Zagrosan biparêze, ew jî bixwaze şer berdewam be, ma ku serê mirov ne serê k….be ev gotin tê bawer kirin? Nebe ku kontone wî li Swisra hebin û em pê nizanibin. Ka belkî şîrovevanê me ji me re derxe ka çend milyon Euroyê hene.     

    Bi “antîempiryalizm” û ” anadoluzekirina” bizava kurd a li gel gelên Anadoluyê……girêdayî, tu destnîşan dikî ku “ev tez xizmeta wê yekê dike  ku kurd pirsa xwe di platformên navnetewî de neynin ziman, li gel partiyên siyasî, rêxistinên civakî, hukumet û parlementoyên Ewrupayê û bi tevayî yên Rojavayî nekevin nav peywendî û hevkariyê …..
Ez ditirsim ku tu ji rol û giraniya ku kongireyên sosyalista internasyonal û parlemana ewrupî yên ku berê didan PSKe û YNKe, lê niha didin DTPe û yên senonîmên wê ji HADEP, DEHAP ûyd, hinekî ditengijî, lewma van tiştan tînî ziman.
Ez bi te re ku PKKe nikaribû û hînjî pirr aloziyê dibîne têkiliyan bi partî û rêxistinên siyasî yên ewrupî re biafirîne. Mixabin ku ne tenê tirkiya û hevpeymanên wê bûn sedema van aloziyan, lê hijmarek ne kêm ji rêxistinên kurd jî astengî peyda kirin. Hinin ji wan bûn ku cara pêşî PKKe bi terorizmê ve girê dan û binav kirin.

    Bi rastî ji te nedihat hêvîkirin ku tu kiryar û reftarên Tevgera Bakurê Kurdistanê bi yên dewleta tirk ve, wek hev bipîvê û bikî yek rêzê. Lê ma çi bikim û çi bibêjim ji te û NETKURDa te re: Şêx Ebdilqadirê Geylanî û Neqşîbendî ne bi we re be. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…