BIÇÛK MEZININ

Melevan Resûl
melevanresul@hotmail.com

Em wekî milet û bi giştî çavseyr dimînin ji hewldan û karîgeriyên gewre , yên bi bandor di rêveberiya jiyanê de û gelekî caran pesnê xwe pê didin û mîna pêmayekî ji xwere dinirxînin , helbete ew dibin cihê rêzgirtinên me , lê ma me li hûrikên wan karan neriye ka bi çi awahî û çi mercî biserketine ?
Mixabin her rola me wekî pêkêr dibin hîma lêkeran de dimîne , eva jî şermiyeke di mantelîta hişmend ya kurdî de bi taybet cih girtiye , wekî me xwendî bi me hatiye nasîn ku jiyan bi xwe ji hûrikên li ser hev kom dibe bênder û pêmaya mirovan , çi ji madeyên diravî û çi yên derûnî bin .

Ev zanyarî ji kombûna li ser hev û bi salên dûvdirêj bûye mîratê şarezayî yê , karîgeriya wê li rêveçûna yasa û gerdûnê heye , lê dive em bikevin wê baweriyê ku kesên di wan qunaxan re derbas nebin û heme bi pêpelûkî xwe bi serê ban bighînin , yan wê ranê wan bişeqite û yan wê sergêjek bi wan bikeve û ji serê ban bi irçinî hilweşin .

Gelek xal hene mirov ji xwere dikare bike mînak û di her babetî de , mirovên bêrewer tu carî şîret û têbêniyên biçûk di paş guhê xwere navêjin , kesên zana dizanin ku biçûk û biçûk xwe li hev kom dike û gewre dibe , ew gewre dibe hêz û rûdanên berbiçav diafirîne , hemî kar ji biçûkan despê dike , çendîn serkirde û qiral û şah ji kesên bigoman derketine , Mîkrob û Veyrosên hûrik ji hev dizin û tenduristiya mirovan talan dikin , çemên bi şepol ji cok û cûbarên melûl pêldidin , agirê bi hilor ji çirîskekî dijene , ramanê evra ji xêrxwazekî dize û ……h,d.

Ji layê wêjeyî ve jî , ew gotinên sivik û tîpên ziwa , hevokên ber bisûde tamekî û rengekî dixin jiyana mirovan , heger em bi keda pêşîvanên gerdûnê yên mezin serxweş dibin û li wêjeya xwe ya çalepkî şermokin ? ez dikarim bersivê bidim : her karê ji biçûkan destpê neke , wê nikaribe mezinan jî biafirîne .

Di vê derbarê de ez bangî hemî xemxwer û dilsozê peyva resen ya kurdî dikim da ku li şana hingivî vegerin û lîloza wê di himêza bazara bikiran de raxînin , şermî ne ji çanda jibîrkiriye , şerma mezin ewe heger em mêvanê sifrê biyaniyan bimînin , gûz û bezê xwe di kiwarên genî de bê xwedan bihêlin yan ji toza salan nedaweşînin bi bihaneya ku – va mezintir heye , ne pêwiste em li biçûkan bigerin – .

Dawî dibêjim : ew kesên ku hûrikên xwe ezîz nebînin , wê mezinên wan jî kavolek vala bimîne , her çiqas dimsa xelkê şêrîn be ? lê wê rojekî li wan bibe kerafî û zilindar .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…