Sersaxî ji bo malbata hûnermenda mezin Gulistan Perwer

Min bi dilekî xemgîn nuçeya mirina rehmetî Nurî Keskinpiçak birayê Hunermenda me Gulîstan Perwer bihîst. Ez vê êşa wê pêre parvedikin û dibêjin bera sere wê û malbata Perwer û Keskinpiçak saxbe.
Birayê mezin yê  Hunermenda Kurd Gulîstan Perwer Nurî Keskinpiçak bi temenê xwe 55 sal bû. Ev demekbû li Siwêdê li meber nexweşiya penceşêrê li berxwe dida.

roja Înê êvarî  05.12. 2008 an Nurî Keskinpiçak li Swêdê ji nav me barkir û çû ber dilovaniya xwedê.

Ez sersaxiyê ji hunermenda hêja Gulîstan Perwer û hemî malbata wê re dixwazim û dibêjim xwedê cihê rehmetî Nurî Keskinpiçak buheşt binvîse, her wiha hêvîdarim ku ev dawiya êş û azaran be bo hunermenda hêja Gulîstan û malbata wê.

Xebat Şakir

07.12.2008 Elmanya

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…