RIJÊM DIMÎNE WEK XWE **

Hijmar 100 – Berçile – 2008z :

    Dûvçûyê pêvajoyên bûyeran , di dema kurt a borî de , derencamek wî din hebû , çimkî pir nerîn û têgihêjteyên puxtekirî  ji arastebûnên polîtîkî yên nû ji layê rijêma sûrî de û livên wî yên xuyabûn wek ku – bi rengekî an bi yê din –  nîşana hatina rewşekê didin ku tê de bûyerne he ne karliyekdibin bi qunaxê û nîşaneyên wê yên bingehîn re , nemaze piştî peymana Dewhayê ( li Qeterê ) sebaret bi Libnanê

di dema ragihandina nûçeya danûstandinne ne rastexwe de bi Îsrayîlê re di riya berevanê turkî re , û hewildanên çaksasiya felestînî ya navxweyî , û avakirina têkeliyên dilniyabûnê bi layê îraqî re , di gel xuyabûna rola frensî ya nêzîk ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî bi rewşa herêmî û navdewletî de nemaze ya girêdayî bi rijêmê û rewşa wî de .. evê hemî hêjtiye ku piçek hêvî peydabibin li cem hindek hêz û çalakiyên ramyarî û rewşenbîrî di hindirê civaka sûrî de bi destpêka qonaxekê ji bidengevehatina bi guhertinên cîhanî re , yên ku heger bibin ew ên xwedî dengvedan bin di hindirê civaka sûrî de ya ziyatir dibe tîyê hevpeyvînê û têkgihêjtinê ji bo rêkeftin û şirîkatiyê di çêkirina biryara polîtîkî de û pişkdarî di wergerandin û bikaranîna wê de li ser rêya xizmeta welatî û pêşkevtina wî..
     Û tevî tinebûna nîşaneya ti belgeyî li ser destberdana rijêmê ji rêbaza xwe ya stem û serdestiyê an agahdarkirina devjêberdanê, tenê bidengevehatinek katî ( tektîkî ) bû sebaret bi danustandina wî di gel layê navdewletî di derheqê hindek kêşeyên rewşa herêmî de yên li jor hatî gotin . Lê rijêmî zû ew arasteyên xapînok dîse veşartin û aşkere ji nuh de vegeriya siyaset û rahatinên xwe , û têkeliyên xwe ziyatir kirin di gel hevbendên xwe yên klasîkî bi rengekî bihêztir , û terazû aşkere vegeriyane rojgarê berê , û bi wê re tengijînne nû li ser sinûrên Libnanê çêbûn , û tûjbûna tekoşîna felestînî ziyatir bû , û xuakir ku rewşa Îraqê berve hilweşîna rêkeftina siyasî de diçe û tirs dibe ji xuyabûna alavên vêketina şerrekî navxweyî ku dibe kavilker be . Û di biwarê hindirî de , rijêmê rahatinên xwe yên stemkar ziyatir kirine di rûyê hêzên siyasî de çi ku hijmara girtiyên siyasetvan ziyatir dibe di gel vepirsînên ewlekarî yên berdewam , û siyaseta regezperest di rûyê gelê kurd de ji fermayişa (mersûm) 49 yê ku jiyana aborî û civakî di Kurdistana Sûriyê de jikarxistiye , di gel tiştên veşartî ji rojên tên re , û şêweyên birçîkirina civaka sûrî , ji supayên bêkariyê û  belavbûna gendeliyê di movikên dewletê û civakê de .. tu dibêjî qey ew wek berkar e sebaret bi têkçûna têkeliyên rijêmê bi layên xemxur re , an jî çepek lihevkirinê hebû û derbestî pê nebû , an jî rêya ku rijêmê ji xwe re bijartibû ne stratîjî bû lê derencama pestanne bû lê hatin sepandin û jê vegeriya dema dît ku ( pêşkevtinne di rewşa navdewletî de he ne ) , û li gorî baweriya wî ew ên hemî terazûyan biguherin .
    Ya rast , rijêm araste û siyasetên xwe , di radeya bingehîn de , li ser alavê demê avadike , û tê re du tiştên bingehîn ji dest xwe bernade :
Yê yekem : kar , heya ku dikare , ji bo xurtkirina desaleta xwe û ziyadkirina serdestiya xwe li ser çarenûsên welêt û civakê , û ji bo vê yekê her karî dike , û têgihêjtina guhertinê û çaksaziyê û jinavbirina gendeliyê .. dimîne ew ê ku xizmeta ev ê arasteyê dibîne , ne wek ku kesne têdigihêjin ji nûkirin an guhertinê di riftarî de . Çimkî guhertin an guhertina riftarî di niherîna rijêmî de ne bihtirî guhertina di wî bi xwe de ye , ango derketina hevsarê îşan ji destê wî .
Tiştê diwem : ew araste û pilanên xwe datîne bi nîşaneya yê din an nîşaneya guhertinên rewşa navdewletî ya awarte . Çi ku carekê merckarî kir li ser jihevketina rewşa navdewletî ji ber tekoşînên aborî û hevrikiyên di bazarên cîhanî de , û cara diwem merckarî kir li ser helwesta Çînê û Rûssiyayê di danûstandinan de û kêşeyên dengdanê û praktîka mafê VETOyê di komîteya Neteweyên Yekgirtî (UN) de , û cara sêyem jî li ser hêviya vegera gelekomekiya navdewletî û şerrê sar nemaze di navbêna Rûssiyayê û Amerîkayê de ji ber goteka destêwerdana Amerîkayê di îşên Rûssiyayê û milmilaneyên wê di gel dewletên hevsoyetiya wê dikin de , û her weha metalê mûşekî li Polonyayê û bilî wê , û rijêm ji bîr dike ku Rûssiyaya hîroj ne Yekîtiya Sovyet a berê ye, çimkî ew jî dewletek xwedî sirûştiyek destmayedarî ye guh dide kêşeyên xwe yên aborî û alavên pêşkevtina wê û nabîne ku dewletên destmayedar – û ji wan Amerîka – dijmin in jê re , belê vajî vê yekê ye dema hêviya sûdwergirtinê ji wan dike di pêşkevtina xwe de . Îroj jî merckarî li ser guhertinên ayindeyî di siyaseta navdewletî de ye bi wergirtina serokê amerîkî yê hilbijartî Barak Obama ji hevsarê îşan re di kargêriya xwe ya nû de , û ji bîr dike ku Amerîka tê deselatkirin ji layê stratîjî û dezge û berjewendiyan de ne ji layê kesne an destene an kogelne regî an tîreyî an desteyî de , û herdu partiyên amerîkî ( ya Komarî û ya Demoqrat ) ti caran ne ciyawaz in li ser kêşe û dozên gewherî , û serokê hilbijartî û teximê wî yê nû tenê helgirên bicihînana siyaset û bernamene berê nîgarkirî ne , dibe ku şêweyê karî an rahatin ne wek hev be di navbêna kesekî û yê din de an kargêriyekê û ya din de . lê dimîne armanca bingehîn xizmeta meriv û civaka amerîkî ye .
    Û wilo , hûrbînî di wan siyasetên rijêmê de aşkere xuya dike ku ew girijî bûye di hindirê xwe de , rûgenasa xwe winda kiriye , xwe girtiye bi xwepesendiya bi desalet û samanê de ya ku wî ji dîtina rastiyan kor dike , êş û azarê dibîne ji astengî û têzanên di navbêna navendên hêzan de di hemî movikên xwe de , yên gefan lê dixwin bi parçekirina rêzên wî û belavkirina hêzên wî , heya bibe tirsok û newêrek ji ber veşartiyên ayindeyê , nemaze ku li ba civaka navdewletî terazûyên hûr he ne di nirxandin û danûstandinê de bi tazekaran re . hema bi dawiya vê salê re û destpêkirina kargêriya amerîkî ya nû di destpêka sala tê de civaka navdewletî kêşeya Uranyomê libadike û cihî dibîne li nêzikî bajarê Dêra Zorê yê sûrî , di gel nêzikbûna sozê dadgeha navdewletî ya taybet bi reşkujiya serokwezîrê libnanî yê berê Refîq El – Herîrî û yên din.. Loma rijêm riftarê durist winda dike , û destkariyê dike li gorî dalxe û migêzan , û dikeve hevûdu û li nûçdanê rast tê , ji ber ku ew ti reçavkirinê nade qonaxê û pêşkevtinên wê û ne jî dide cemawerî û awatên wan , çimkî ew xizanê awezekî komî û dezgene rasteqîn e ku jê de birêkeve di çareserkirina doz û kêşeyan de û birina helwestê durist ji yê ku li dora wî diqewime , an ku pilan û bernameyan jê wergire berve dûrxistina metirsiyan an xizmeta berjewendiyên welatî yên bilind û pêşkevtina wî .
    Dem , bi hemî terazûyan, ne li gorî berjewendiya rijêmê û siyasetên wî ye bi car , û ew nikare sûdê wergire ji qonaxê û daxwazên wê , û nikare bisekine di rûyê metirsiyên li dorê de , û her tiştê dike vaje bi temamî , çiku navûdengê wî diheje bi layê navdewletî re , û civaka sûrî û hêzên wê yên niştimanî li hinder û derve ji xwe re kirine dijber ji ber ziyadkirina stema wî û sepandina ziyatir ji serdestkirin û hovîtiya xwe li ser hemî pêkhateyên neteweyî û olî û tûjgeliyên komelayetî ..
    Ji vir , hêzên niştimanî – û bi wan re cemawerên pehin – vexwendî ne ji bo dest bidine hev û hevkar bin û kar û çalakiya xwe li meydanê bikin û bêyî tirs , ji bo neçarekirina rijêmê di biwarê hilweşandina siyasetên xwe yên stemkar û kavilker de û karliyekirin bi civaka navdewletî re ji bo digelçûna pêçkeyê guhertinê û veguheztina demoqrat , li se rêya avakirina dewleta maf û yasayê ya welêt dike welatekî ji hemî lawên xwe re bê yî jihevcudakirin bi behaneya hatnepala neteweyî an olî an ramyarî , û rê vedike ji hemiyan re di avakirina wî de û bicihînana amadekirina alavên pêşkevtin û pêşveçûna wî , wek bicihînana evî diruşmî : « Sûrî ji hemî sûriyan re » .
———————————–
* Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya pariyta Azadî ya Kurd li Sûriyê
** têbînî : ev gotara wergerandî ye ji sernivîsa rojnameya AZADÎ – hijmara 404 – berçile 2008z
———————————–
Ferhengoka Sernivîsê :
Araste – اتجاه
Alav – سبب، عامل
Awarte – استثنائي
Ayinde – مستقبل
Awat – تطلّع
Awez – عقل
Berjewendî – مصلحة
Behane – حجة، ذريعة
Berkar – رد فعل
Bidengevehatin – تجاوب
Berevan – وسيط
Belge – وثيقة، إثبات
Çalakî – نشاط
Ciyawaz – مختلف
Çaksasî – إصلاح
Dûvçû – متابع
Derencam – استنتاج
Dilniyabûn – اطمئنان
Dengvedan – صدى
Derbestî – التزام
Dezge – مؤسسة
Destêwerdan – تدخل
Diruşm – شعار
Digelçûn – مواكبة
Destmayedarî – رأسمالية
Deste – فئة
Dadgeh – محكمة
Destkarî – تصرف
Dalxe – هوى، مزاج
Fermayiş – مرسوم
Gendelî – فساد
Gelekomekî – تكتل
Gotek – زعم، مزاعم
Hevrikî – منافسة
Hatnepal – انتماء
Hilbijartî – منتخب
Helgir – حامل
Hevsar – زمام
Hûrbînî – تمحيص، تدقيق
Hevsoyetî – جوار
Helwest – موقف
Jikarxistin – تعطيل
Jihevcudakirin – تمييز
Jinavbirin – مكافحة
Kavilker – مدمّر
Kargêrî – إدارة
Kogel – مجموعة
Karliyekirin – تفاعل
Kêşe – مسألة
Merckarî – مراهنة
Milmilane – صراع
Metal – درع
Mûşek – صاروخ
Maf – حق
Metirsî – خطر، مخاوف
Migêz – مزاج
Nûçdan – فشل
Nîgarkirî – مرسوم
Navend – مركز
Neçarekirin – إجبار
Nirxandin – تقييم
Navxweyî – داخلي، محلي
Pilan – خطة
Pestan – ضغط
Puxtekirî – مستخلص
Peyman – معاهدة، اتفاق
Pişkdarî – مشاركة
Pêkhate – مكوّن
Pêçke – عجلة
Reşkujî – اغتيال
Reçavkirin – اعتبار
Rûgenas – بوصلة
Rade – درجة
Regezperest – عنصري
Rojgar – عهد، فترة
Rêbaz – نهج
Rastexwe – مباشر
Rol – دور
Rahatin – ممارسة
Riftarî – سلوك
Regî – عرقي
Ramyarî – سياسي
Supa – جيش
ٍSepandin – فرض
Sirûştî – طبيعة
Saman – ثروة، مال
Sbaret bi – بالنسبة لـ
Sûdwergirtin – استفادة
Şêwe – أسلوب
Têgihêjte – مفهوم
Terazû – ميزان، مقياس
Tire – طائفة
Têzan – احتقان
Tazekar – مستجدات
Texim – طاقم
Tûjgeliyên komelayetî – شرائح اجتماعية
Tengijîn – توتر، احتقان
Vexwendî – مدعو
Vepirsîn – استجواب
Vajî – عكس
Wergerandin – ترجمة
Xwepesendî – استئثار
Xemxur – معني (بالأمر)

Yasa – قانون

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…