Li Dadgehê Şerê Kurdî.. TRT Heşt dê vebe, lê di dibistan û dadgehan de kurdî qedexe ye…

Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu@gmail.com

Komara Tirkiyeyê, di avabûna xwe de dewleteke gelek xerîb û barbar e. Her çiqas Komara Tirkiyeyê encama keda kurdan û tirkan avabûbe jî, piştî ku dewlet li ser piyan sekinî û xwe xurt dît û berpirsên dewletê biryar dan ku dewleteke neteweyî ya tirk û îdolojîk a Kemalîst ava bikin, hebûna neteweya kurd hat înkar kirin. Di îdeolojiya fermî ya dewletê da hat nîşan dan ku “kurd tirk in”.
Ji bona vê jî hemû mafên kurdan yên neteweyî, civakî, îdarî hatin qedexe kirin û xesip kirin. Welatê kurdan hat parçe kirin: Di Peymana Lozanê de ew parçebûna Kurdistanê hat tescîl kirin û avabûna Komara Tirkiyeyê jî hat pesinandin.
Dewleta tirk, dema xwest ku bibe dewleteke neteweyî ya tirk, diviya bû ku neteweke tirk hebûya. Lê dema vê pêvajoyê dest pê kir, neteweke tirk ya mûtekamîl tune bû. Ji bona vê netewe tirk bi destê dewletê jınûve ava bû. Ew jî li ser bingeha helandin û asîmîlekirina neteweya kurd çêbû. Helandin û asîmîlaya neteweya kurd jî,  taybet bi qedexekirina zimanê kurdî hat meşandin.
Zimanê kurdî, di jiyana civakî de, di jiyana dewletê de, di dibistanan de, di dadgehan de, welhasilî li her derekê hat qedexe kirin.
Ew kesên kurdî axifîn bi cezayê hepsê û peran hatin darizandin. Ew kesên mafên perwerdayî ya zimanê kurdî daxwazkirin jî, hatin hepiskirin û heta hatin kuştin. Qedexeya ziman jî bû sedema serîhildana neteweya kurd. Encama serîhildanên neteweya kurd jî, di destpêka sedsala 20-an heta salên 1940-yî  bi qetlîaman hatin bersîv kirin.
Di ev merhelaya dawî de jî, Komara Tirkiyeyê li hemberî têkoşîna neteweyî ya kurd, bi her awayî nizane dê çi bike. Ji aliyekî de hîn hebûna kurdan desturî û hiqûqên nas nake, ji aliyê din de jî dixwaze ku televîzyoneke kurdî, TRT Heşt veke. Ji aliyekî  kurdî axiftin di hilbijartinên giştî û xebata partiyên siyasî de qedexeye, ji aliyê din de jî dixwaze TRT Heşt veke.  Li aliyekî di disbistanan de bi kurdî perwerdayî qedexe ye, ji aliyê din de tê xwestin ku TRT Heşt vebe. Li aliyekî di dezgehên dewletê û dadgehan bi kurdî qise kirin qede ye û lê li aliyê din TRT Heşt dê vebe.
Ev jî derdixe holê ku Komara Tirkiyeyê ji bona pirsa neteweyî ya kurd, xwediyê projeyeke hevbeş nîne. Bes dixwaze ku bi muwaqqetî kurdan îdare bike û bixapîne.
                                                      *   *   *
Ev helwesta dewletê duho jı,  di Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 5-emîn a Diyarbekîrê de xwe gelek aşkere diyar kir.
Wek tê zanîn Komeleya Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOM), komeleyeke siwîl, demokratîk û kîtlewî ya Kurd bû. KURD-KOMê, wek di rêznameya û armanca xwe de jî diyar û aşkere kiribû: Ji dîrok, ji tevgera miletê kurd, ji çand û zimanê kurdî re xwedî derdiket û di derbarê wan hêjayên girîng yên neteweya kurd de proje diafirand û xebatên kolektîf dimeşand. Ji bona ku neteweya kurd bigihîje mafên xwe yên şexsî, neteweyî, gurubî (kolektîf), desthilatdarî, xebat dikir.
 
Ji serok û rewşenbîriya kurd re jî xwedî derketin rasterast yek armanceke KURD-KOMê bû. Tevgera neteweyî a Kurdistanê a 1925’an, ji bo her kurdekî û dezgeheke kurd jî tevgereke gelek girîng e, divê gelek girîng be jî. Helbet ji bo KURD-KOMê jî gelek girîng bû.    KURD-KOMê girêdayî ev armanca xwe, di 28. 06. 2005’an de ji bona ku serok û têkoşerên tevgera neteweyî ya Kurd a 1925’an yên ku ji aliyê dewleta tirk de hatibûn îdam kirin û kuştin bîrbîne; siyaseta dewletê li hemberî neteweya kurd protesto bike civîneke kîtlewî û girse li ber Mizgefta Uluyê (Ulucamiyê) bi dar xist. Lewra serokên tevgera Kurdistanê ya 1925-an û ji wan 47 kesan beşek hevalên serok Şêx Seîd Efendiyê Pîranê, Xalid Begê Cibrî û Yusiv Ziyayê Bêdlisî li ber mizgefta Uluyê hatibûn daleqandin û îdam kirin. Ji bona vê ciyê bîranînê li ber Ulucamiyê hat hilbijartin.
Ez jî berdevikê KURD-KOMê bûm. Min jî li ser navê KURD-KOMê ji çapemenî û beşdarvanên civînê re bîrûreyên KURD-KOMê, di derbarê tevgera neteweyî a Kurdistanê ya 1925’an û serokên wê de  anî ser zimên.
 
Dema ku min bîrûreyên KURD-KOMê diyar kirin, berpirsiyarên çapemeniya herêmî û neteweyî jî beşdarî civînên bibûn. Min bîrûreyên xwe û ya Komeleya Kurd a Diyarbekirê  kurdî bi devkî û tirkî bi niviskî ji çapemeniyê re pêşkêş kir.
 
KURD-KOMê di hemendem de piştî çend rojan jî, ji bo Tevgera neteweyî ya Kurdistanê 1925’an konferansek li dar xist.
Ev civîna bîranîna Serokên Tevgera Kurdistanê, di despêkê de, di Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya 2-emîn de hat dadgehkirin. Dema ku dadgehkirinê li wir dom dikir, dadgehê biryar dabû ku ezê bikarim ku bi kurdî parêzname û reyên xwe pêşkêşî dadgehê bikim û ji bona vê jî biryara wergerekî kurd hatibû dayîn.
Piştî ku Dadgeha Cezayê ya Sulhê biryar da ku nedesthilatdar e û doz li Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 5-emîn dom kir, di destpêkê de ev biryara kurdî dîsa hat erêkirin. Hezar mixabin piştî merheleyekê dadgehê dev ji biryara xwe berda, biryar da ku ez nikarim bi kurdî nerîn û parêznameya xwe pêşkêşî dadgehê bikim.
Encama ev helwesta dadgehê min û parêzerê min Sabahaddîn Korkmaz, me, qadi red kir û me daxwaz kir ku dev ji doza min berde. Lê dadgeha bilind, ew daxwaza me nepejirand.
Duho (04. 12. 2008) jî vê dozê dom kir. Di ev diruşmeya dawî de jî ev şerê me yê ku ez li dadgehê kurdî qise bikim, dom kir. Di navbeyna min û parêzerê min û dadgehê de minaqeşeyên hişk çêbûn. Min dev ji helwesta xwe ber neda. Min bi kurdî qise kir, parêzerê min, nerînên min wergerand tirkî.
Lê dîsa min nikarî ku ez parêznameya xwe bi kurdî pêşkêş bikim, biryar hat dayîn ku doz di 2-ê Sibata 2009an de dom bike.
Amed, 05. 12. 2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…