Hûrdiz

Ezîz Xemcivîn

Min ne xwest we heta dawiya gotarê bihêlim û li binî binivîsînim; Hûrdiz çî ye an kî ye? Bi kurtî, berê dizî normal bû, gelek diz hebûn û hinan ji xwe re weke kar dîtibû. Di nav me Kurdan de jî tiştên wisan hebûn, helbet ana jî hene, lê belê bi awayin nûjen, berê digotin: ” Ê ne diz be, ne mêr e. ” û digotin: ” Qelsemêran najon, wê xurtemêr ji wana derkevin”!
Ne xem e dûv re ezê bêm ser diziya nûjen, nuha dixwazim şirove bikim, Hûrdiz kî ye? Hûrdiz ew kesê ko tiştên pîsik didizî, anko nikarî bû diziya tiştên hêja bike, lê ji xwe re diziya tiştik-miştikên pîsik dikir. Ewê hingê di nav civakê de navê Hûrdiz li wî kesî dibû.
Hûrdiz, hene kilê çavên mirov didizin, çimkî diziya çavan ji wan nayê!
Hûrdizin jî hene xumava li bin pênûsa mirov didizin, çimkî diziya pênûsê ji wan nayê! Hûrdizin din hene xewa çavên mirov didizin, çimkî diziya xewnan ji wan nayê! Henaseya Hûrdizan teng e, ji ber wilo gelekî diterpilin. 
Îro roj cîhanek Hûrdizan a taybet çêbûye, ew yeko- yeko hev dinasin û ew dizanin em wan dinasin, ji lew ra li hev kom dibin û pesnên hev didin, her yek viran (derewan) li yê/a dî dike, bê ko hevûdu bi derewbêjiya hev hest bikin.
Dema tu bixwazî rexneyan li wan bikî, “mirov dizê şekala”sol” wî dikin” êdî tu dê çi karibî rexneyan li wan bikî? Ne diz in wêrek in ta ko tu diziya wan berçav bikî û ne diz in fermî ne, ko bilêta nasnameya wan diyar e an xwedî bawernameya diziyê ne ta ko ji civakê tev dî re xuyanê bin.

Cêwaziya dema berê û a nuha di pirinsîpê de ye. Dema berê, eger yek derewçîn, gelac, bertîlxur, diz an hûrdiz ba di civakê de bêrêz bû, lê serdema niho berevajî ye. Nuha gelek hûrdiz li ser pişta filan, bêvan bûne nivîskar an bazirgan, tev ko tu sermiyandarê wan jî nîn e, belê di bazarê de xwedî nav bûne.

Mixabin rola rewşenbîriyê pir qels e, di heman çax de jî rewşenbîrên me ne di danûstandinê de ne, çimkî hezkirin û hogirî di civaka me de pir kêm bûye. Piraniya rewşenbîr û nivîskarên me di qalikekî xwe yî gilover de dijîn ji lew ra rola diz û hûrdizan di meydana toreyê (wêje) de bêtir bûye!

Dibe di vê gotarê de hinek hûrdizên ko ez wan mebest dikim neyinim ziman, lê belê dikarim bihna xwe bi wan re fireh bikim; heger pêşkeftin di diziya wan de bû, û ji qonaxa hûrdiziyê ber bi qonaxa diziyê ve çûn, wê hingê ez dê samanên diziya wan (a kevin û nû) li ber çavên xwendevanan raxînim.

avestakurd.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…