Hecî Obama

  HOŞENG OSÊ

Tevlî ku piraniya texmînan digotin dê Barak Obama bi ser keve, lê tevahiya cîhanê, bi serketina wî hîn jî mijûl dibe. Dibêjin, xwedêgiravî, dê siyaseta Obama cudayî ya Gorg W Bush be. Gelek kes hêviyên guhertin û veguhertinê ji Obama dikin. Lê dîroka siyasî ya DYA’yê, encameke din dide mirov.  Ev encam, bi van hevokan, dikare bê ziman: Di jiyana siyasî a DYA’yê de, stratejî, teqez û sabît e. Lê rêveberiya serokomariyê taktîk e.
Pêwistiya zimanê dîplomasiyê bi hin gotinên xweşbîn û bi hêvî heye. Lê hêvî û nêrînên xweşbînî û niyetên pak di karê siyasî de, gelek caran dibin bela serê xwediyê xwe. Jixwe, gelê kurd, di vî warî de, xwedî ezmûneke dûr û dirêj e. Li gorî vê ezmûnê, mirov dikare kurdan bi “gelê dilpak û niyatpaqij” bi nav bike. Ev salixdan, di warê derûnî, civakî, çanderî û siyasî de ya herî xerab û kambax e.
Rast e, demokrasiya DYA’yê, û dûrketina wê ji çanda nijadperestiyê, ku hişte yekî reşik bibe serokomar, ev cihê pesnê ye. Lê çima mirov vê pirsê jî ji xwe nake: Gelo serketina Obama, nepal kiribû? Pêwistiya polîtîkayên DYA’yê bi nimûnekê bi yekî weke Obama dihat, da ku hinek wêneyê DYA’yê ku di çavên gelên cîhanê de, di serdema Bush de reş bibû, hinekî spî bike. Ango, Obama, dê mîna dekor, were bikaranîn. Û di stratejiya DYA’yê de, der barê Rojhilata Navîn û pirsa kurd de, dê tiştek jî, neyê guhertin. Ango, dê Obama, li ser şopa Bush lê bi rêbaz û taktîkên din bimeşe. Ango, dê helwesta DYA’yê der barê Kurdistanê de “ew tas û ew hemam be”.
Hinek kurdên me yên xwînşêrîn û xwediyê mejiyên giran û mezin û qelew dibêjin ku cîgirê Obama, Jon Baydin, alîgirê parçebûna Iraqê ye û ev yek, dê hêzê bide xweseriya Kurdistana başûr. Lê ev biraderên zîrek ji bîr dikin ku Baydin, berî bibe cîgir tiştekî din bû û piştî bû cîgir, dê tiştekî din be. Û Obama jî, dê wisa be. Ango, di siyasetê de, mirov neşê xwe bispêre gotina berê, lê tenê mirov dikare xwe bispêre berjewendiya niha.
Li kêleka Jon Baydin, Ram Amonowêl heye, ku Obama ew kire serpeywerên Qesra Spî. Ev kes, hevalê Obama ye. Çaremîn berpirsê payebilind ê partiya demokrat di kongreya DYA’yê de ye. Di rêveberiya Clinton de jî cih digirt. Ev kes, cihû ye. Li wîlayeta Şîkago hatiye dinê. Bavê wî “Bigamêne” û li Qudsê hatiye dinê. Kalikê wî, endamê çeteya “Aregon” ye. Ango sîyonîzmê teorîst bû. Ram Amonowêl, di sala 1991’emîn de di dema şerê Kendavê yê 2’yemîn de weke xebatkarekî sivîl, di baregeheke leşkerî ya Îsraîlê de dixebitî. Gelek çavdêrên siyasî hilbijartina Obama ji Amonowîl re, weke razîkirin û bawerîdayîna Îsraîlê dibînin. Ev Amonowêl, jixwe dostê Erdogan e jî. Her ku Erdogan diçe DYA’yê, dibe mêvanê vî cihûyê delalî. Tew tê gotin ku Erdogan, bi saya serê Ram Amonowêl, karîbû, zagona qirkirina ermeniyan ji rojeva kongreya DYA’yê derîne. Îca, divê kurd zêde dilê xwe xweş nekin bi hatina Obama. Ji dilxweşkirinê bêtir, bila li yekîtiya xwe bipirsin, da bibin hêz. Kengî kurd bûn yek, wê çaxê, dê DYA polîtîkayên xwe li gorî kurdan bihûne, ne kurd, li gorî guhertinên DYA’yê, dilê xwe xweş bikin, çawa ku dilê xwe bi hatina Hecî Buhsh (Bavê Azad) pir xweş kirin û piştre, xwelî li ser xwe werkirin.

Jêder: Azadiya Welat

http://www.azadiyawelat.com/nivis.aspx?n_id=1119

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…