1+14 Çarîn

Arjen Arî

       

dil

navé te kaçûmanok, navé te béndera tayé
sira nesimî hénik tenik, dil Çola Kerbelayé
ziman melhéba peyvan, çarînan didérim
hemû qamûs bi navé te radibin reqs û semayé

şitl

1
şeveké, hew şeveké
ji paşîvé heta şeveqé
ez bibûma bahrek 
û tu kelekek bûya li kéleké!
2
biçûma… dûr biçûma
li parsa hezé leqayî te bibûma
parsa kirî me bikira şekir
û me bela bikira li zarokén xakeké.
3
rojeké, rojeké pérgî te bém
dişém çivîkén çavén xwe bifirînim
stiraneke nîvcomayî dé birevînim
ji ser şaxé henara l’ daristaneké.
4
motacî du peyvan im niha:
yek, ji bo çavén te biçurisin
ya din, bo poré te pé şeh bikim
li ber kezîkura neynikeké
5
ne tu bî
hezé çawa li ferhengé zéde bikim?
peyvé çawa ji Evdél deyn bikim?
kaniya ji nû ve zayî me, dikim
zéde bibim û biherikim berûbahreké
6
her tu welaté min î  bénav î: 
di tofana jiyé de tu qeraxa herî kevî
tu li başûré dilé min dikevî:
layek te rastî, layek yekera xeyaleké!
7
tenétiyeké dimeyéné dilé min
wey li min, li ké dinerin çavén te?
sihar dé bimeya li ser mijankén te
ku min şev bikuşta bi xençera maçeké
8
qîzikeke çil-kezî ne xweziyén min
bi şev dihûnim, bi roj wan şeh dikim
bi her şehkiriné re dilé te seh dikim
dimînim,nikarim derém ji biné çaleké!
9
dikulkul im li ser réya dildayîné
kuleké kulek im, her  li dû kerî:
tu bi vé rikké, lé… ez bi vî serî
nagihine hev li duriyaneké!
10
ji hemû deran tu ji dil dixwî
noşîcan be noşîcan, ku tu min jî bixwî
tu nexwî, dil dé çi bihele d’ min de
qajikek im di nav diranén hezé de
heza te dişibe qajikçûtina qereçiyeké
11
kurmiké hezé ku di dil de geriya
bi ser peyîzé de henar ku pel bi pel weriya
piştî her birqé ku ezman giriya
xuşşîna robaran  e mizgîna bihareké
12
tu a di dilî de, bi dilî re tu é bikevî tirbé jî
tu é li ser tirbé durikeké diréj vebéjî
tu é hezé biréjî hezé li tevî tava xilolîkan
pahra zaroké giryan, ya çîrokbéj:vebéjî!
13
taldeyek î tu, sîtaveke zinarî, bayekî hénik
tayé jiyîné bi hezé stûr,béhez xavik xavik
bi ya dilé xwe bik lo, bi ya dilé xwe
dil qesr û qonax e, pahra mirîyan e çalik!
14
hez bétemen e, di temené hezé de me ez
ez bétemen im di temené min de ye hez 
bibez, newest li dû dil da tu bi ser hezé vebî
dara sér ,mixabin çi berî nade;
lé her xerzik bi demé re dibe rez!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…