Barak obama xewna marsin loser kîng bi cî hat

  Zana xanê
zanaxane@gmail.com

Emerîka careke din ji miletê xwe re da xuya kirin,ku di vê serdema nuha de, hîna ew xwedya dîmuqratiyetê ye,ferqê naxe navêna reş û gewrên xwe,ferqê naxe navêna,file,misilman û cuhê xwe, ferqê naxe navêna koknijadên xwe de.
obama,ji kûrahiya xewnên daxwazkarê mafê reşên hejar û reben marsin kîng hate mala herî bilind,mala cihê biryara pêşî,mala sipî,obama qedera guhertina emerîka,kurê hisênê misilman,ku ji rojhilatî kînyaya efrîqî benaber bibû yekîtiya emerîka,û ji keçeke file,ku bi rengê xwe ji sipyabû zewicî bû, û bingeha guhertina emerîka ya îro danî bû.                                                        
pêşketina vî welatî da xuya kirin,ku yekî sêwî ji dê û bavê xwe,yekî ku heta berî demeke ne dûr,mirovên ji rengê wî ne dikarîbûn,bi sipiya re bixun,ne dikarîbûn li basê sipiya siwarên,bibe serokê reş û gewran tev de.
Dîsa hêviya me kurdên reben,dimîne,ku em jî rokê ji vê koletiyê xelas bin,û di welatê xwe de serbest bijîn,bi zimanê xwe serbest bipeyivin,em jî rokê,nasnameya xwe bibînin,mixabin heta roja îro,em di welatê xwe de,nikarin xanîkî ji xwe re ava bikin,em nikarin bibin muzifekî bilidn di dewletê de,heta nuha em nikarin namûsa xwe biparêzin,gepa nanê xwe bi selametî daqurtînin.
Dîsa hêviya me dimîne,ku ev rijêmên nijadperest di rojhilata navîn de,dersê ji mirovatiya xelkê wergirin,û mejiyên xwey zingar girtî ji gemara dîrokê paqij bikin û bi xwe re li hev werin,û destên xwey giran,ji ser dev û lêvên me hilînin,û bêhna mirovtiyê ji kûrahiya azadiyê careke din em bikşînin.
Dîsa hêviya me ewe, ku em bi vê hêviyê re, di xew re nerin,ji ber tecrûba reşên emerîka da xuya kirin ku bi kar û xebatê, hêvî mezin dibin,bi qurban û danê, armanc pêktên.

Lewra em ji hemû rêberên pariyên xwe hêvî dikin,ku ew jî bi ruhekî biratî,bi ruhekî dîmuqratî,dikaribin guhertinê bikin,ala rêbertiyê di partiyên xwe de,bispêrin hev,da xwîna pêşketinê nuh bibe,her kes firseta xwe bibîne,armanca me tevdan her dimîne xelasbûna miletê bindest û mezlûme,û em tev de jêne biranoooo.   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…