Sêşemeke Dîrokî

HOŞENG OSÊ

Îro sêşem e û 4’ê mijdarê ye. Lê ne rojek normal e. Sêşemek dîrokî ye. Di vê rojê de, ne tenê çarenûsa siyasî, aborî û leşkerî ya DYA’yê çarenûsa Rojhilata Navîn û a cîhanê jî tesbît dibe. Di vê rojê de, DYA dê ji xwe re serokekî hilbijêre. Di vê sêşemê de, Barak Obama û Jon McCain, dê digel randawiyek dîrokî bin. Yek ji wan, biçe Qesra Spî û yê din xweliya têkçûnê bi serê xwe û bavê xwe dake. Çavên cîhanê li vê sêşemê ne. Bo ku, çarenûsa 4 salên bê, ji temenê DYA’yê û cîhanê di vê rojê de dê bê tespîtkirin.
Iraq dipirse: Ka ev roj, bandoreka çawa der barê bidawîkirina hebûna artêşa Amerîka ya li Iraqê li siyaseta DYA’yê bike? Rêveberiya Bush berî ku xatirê xwe ji Qesra Spî bixwaze, (qûn li xwe qetand) da peymana stratejîk di navbera Iraq û DYA’yê de mor bike. Lê ta niha bilî gef û tehdîdan peyman nehatiye morkirin.
Îran kêfxweş e ku temenê rêveberiya Bush bi dawî bû û tu êrîş (mêrîş) ên leşkerî ji Washintonê bi ser Tehranê ve nehatin. Îran, texmîn dike ku serketina Obama, serketina polîtîkayên wê yên hundirîn û yên Rojhilata Navîn e. Lê mesele ne wisaye. Di vê rojê de, Ehmedînejad û Elî Xameney dê ji ber ekranên TV’ên DYA’yê ranebin, ta ku encamên despêkê yên hilbijartinan derkevin. Eger Obama biserkeve, dê rêvebirên Îranê li çepikan din, ger McCain serkeve dê bi tepan li xwe xin.
Filistînî, êdî nema zêde bi wan re ferq dike, eger serokê DYA’yê komarger be yan demokrat be. Ji ber ku ev 60 salin, ne komar ger, ne demokrat, ji wan re tiştek kirin. Tersî vê yekê, Obama û Makîn, da ku dengên cihûyan qezenc bikin, her du, li razîbûna lobiya cihû, Siyonîzmê digerin. Her du namzet xwe li ber dilê Tel Avîvê şêrîn dikin. Kurdên başûr ji polîtîka Obama, gerek bi guman bin. Bi taybet, der barê jinûve sazkirina danûstandinên Washingtonê bi Bexda, Tehran, Şam û Enqerê. Serketina Obama, tê wateya serketina rapora (Bêker _ Hamêlton).
Kurdên bakur, cihêrengiyek zêde nav wan de nabîne. Ger McCain serokê DYA’yê be, yan jî Obama. Ji ber ku her dem, Washingtonê piştgiriya Enqerê kiriye li dij tevgera azadiya Kurdistanê, bo girtina serokatiya PKK’ê. Ji ber ku siyaseta DYA’yê ya van 30 salên dawî ku nehatine guhertin, der barê kurdên bakur de, vê yekê hiştiye ku PKK’ê jî, polîtîkayên xwe, li gorî nasnama partîzanî ya Serokê DYA’yê neguhêre. Lewma, kurdên bakur, tu hêviyên mezin naspêrin encamên hilbijartinên serokomariya DYA’yê û dê roja sêşemê ango roja 4’ê mijdara 2008’an, rojeke normal be gel wan.

Jêder: Azadiya Welat

http://www.azadiyawelat.com/nivis.aspx?n_id=1086

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…