Mîhrecana sêhemîn ya roja helbesta kurdî li Elmanya bi coşeke mezin hat bîranîn

Elî Cefer

Çand bi gelemperî û wêje bi taybetî rûyê berz yê civakan ne, yan jî wek hin ronakbîrên me dibêjin nînik û awêna gelan e. Ji lewra, çi gava hêzên dagîrker dikevin welatekî berî her tiştî çand û zimanê wî welatî qedexe dikin, da ku ew gela her û her nezan, perîşan û bindest bimîne. Û gava ew gelê bindest bixwaze pêşeroja xwe bi destxîne, helbetê berî pêş divê xudî li wêjeya xwe derkeve, vejîne û xwe pê têr bike, û bi serda jî xwe bi wêjeya cîhanî av bide, çimkî çand yekemîn çek e li dij nezanî û bindestiyê.
Gava mirov çavên xwe li serdema kevin û ya nû a cîhanê bigerîne, mirov dibîne ku çi gava civakek gihaye qunaxeke bilind ji şaristaniyê de, rewşa çand li ba wan di asta bilind bû ye, û bervajî wê, ew gelên paşda mayî û bindest, rewşa çandê li ba wan di kevizandinê da ye. Di vê çarçewê de gotina serokleşkerê Firansî ya sedsala 18 an Napilyon Bonepert a ku dibêje; hezar tang û top min natirsîne, lê gotareke di rojnameyekê de min ditirsîne ne ji valahiyê hatiye. 
Ji vê rastiya dîrokî, bîr û bûçonê, em dibêjin; her çalakî û bizavek bikeve xizmet geşkirin û şiqindana çand û zimanê me, pêwîste ji lay rêxistin, dezgeh, ronakbîr, rewşenbîr, û gelê me de cihê pîrozbahiyê be.
Di vê şopê de, duh, Yekşemê (2. 11. 2008) li bajarê Bonn-Elmanya yê, sêhemîn roja helbesta kurdî bi tevlêbûna hejmareke berbiçav (150-200) ji helbestvan, ronakbîr, rewşenbîr û kurdhezên peyva kurdî, bi coşeke germ hat li darxistin.
Piştî kêliyek bê deng li ser giyanê cangoriyên Kurdistanê, nemaze siwarên peyva kurdî, xêrhatina mêhvanan hat kirin, û di pêre gotina komîta amadekar ji layî xwediyê vê nivîsê ve hate xwendin. (Peyva mîhrecanê li jêr bixûnin )
Helbestvanên beşdar li gor Alfbya kurdî li ser sê giropan hatin dabeş kirin, tenê  rewşa helbestvanên jin û helbestvanên rûmetê; ku ji her beşekî welêt yek helbestvan hatibû vexwendin, di pêşkêşkirinê de li ber çavan hat girtin. Yên helbest xwendine ev bûn: Azer Osî, Arşevê Oskan, Cankurd, Dîlan Zêbo, Dilyar Dêrikî, Dilşad Omer Kaki (Başurê Kurdistan), Keça Kurd, Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Edîb Çelkî (Helbestvanê rûmetê-Başûrê Kurdistanê), Ebdilrehman Efîf, Husên Hebeş, Hesen Îrandost (Rojhilatê Kurdistan), Hêmin Kurdaxî, Jan Dost, Kawa Şêxî, Mizgîn Hesko,  Mihemed Tarikulu (Bakurê Kurdistan), Nezîr Palo, Nedîm Yosiv,  Serhan Îsa, Şêx Xelef, û xebat Şakir.     
Ji xeynî helbest xwendin, hunermendê deng nazik Zubêr Salih du stiran bi deng û tembûra xwe ya xweş berî bêhinvedana pêşin dilê beşdaran xweş û şad kir. Wisa jî rêcesor û dirametorê Casimê Wezîr (ji Kurdên Sofyeta berê, çend peyv gotin, û dilşadbûna xwe ji mîhrecanê re diyar kir. 
Hêcayî gotinê ye, ku ji sala 1994 an de, ango ji  mîhercana duhem de,  her sal  ji aliyê komîta amedekirina mîhercanê de helbestvanek yan  hîn pirtir  tête  xelatkirin. Komîta amadekar ya mîhrecana sêhem li Ewropa xwest ku ev diyar de li vir jî were domandin, ji ber wê û ji ber ku rêzdar Dr. Ebdilmecîd Şêxo him xudiyê pêşniyaza pîroz; ya ku mîhrecan bibe salan e, û him  di gelek cureyên wêje de berhemdar e û xwe ji helbestê jî dûrnexistiye, lewra jî komîtê baş dît ku ew îsal were xelatkirin. Bi serda jî hersê mêhvanên rûmetê, Edîb Çelkî, Hesen Îrandost û Mihemed Tanrikulu, weha jî hunermed Zubêr Salih hatin xelatkirin.
Divê em vê bêjin ku bi dehan birûskname ji ronakbîr, rêxistin û dezgehên kurdî, çi bi nivîskî, çi bi riya têlnamê û çi jî bi beşdarbûn gihan komîta amadekar, ew jî ev bîn:  Pena Kurd, Eskerê Boyîk, Saziya çand û hunerê ya Rojavayî Kurdista, Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur, Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyê-Rêxistina Ewropa, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Kongira Netewiya Kurdistan KNK, Heyderê Omer, Salih Cefer, Perwîz Cîhanî, Bavê Narîn, Mala Êzîdiya li Bonn, Partiya Demokrata Pêşverû Kurd li Sûriyê-Rêxistina Elmanya, Partiya Yekî Demokrata a Kurd li Sûriyê-Rêxistina Ewropa, malpera Avesta, malpera Efrîn net, Mêlvan Resul, Ezîz Xemcivîn, Instuta kurdî ji bo lêkolin û zanistî–Elmanya, û Partiya PYD-Rêxistina Ewropa.    
Wek encam, em bê dudilî dikarin bêjin ku roja helbesta kurdî serkeftî derbas bû, û li darxistina wê çokek li çemê wêjeya me fazle kir. Herweha divê li vir em ji bîr nekin ku ev bû cara duhem bi alîkariya navenda YASA û cara yekeme bi piştvaniya Weqfa Şivan Perwer mîhercana tête  li darxistin, ev jî cihê spasî û dilxwşiyê ye.
Lê hîn yê li dawiyê dilê beşdaran xweştir kir denbêjê nuhatî Rêkêş Seyranî; ji Başûrê Kurdistanê ku li Swêd dimîne hati bû mîhrecanê, bi dengê xweyî çiyayî û zîz çend stiranên M. Arif û Hesen Cizîrî gotin, herweha di pêre Zubêr Salih dîsan  berdewam kir  û mîhrecana me xemiland.
Gotina komîta amadekar
Ger dê hebûya me jî xwedanek    Alî keremek latîfe danek
Îlm û huner û kemal û  îzan        shîir û xezel û kîtab û dîwan
Ev cins biba li ba wî mewzûn       Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê îlmê kelamê mewzûn         Alî bikira li banê gerdûn

Helbestvan, nivîskar, rewşenbîrên rêzdar
Roj baş ji we re û hûn hemî bi xêr hatin ..

Di destpêkê de ez bi navê komîta amedekirina mehrecanê we hemûyan spas dikim ku we bang û vexwendina me pejirand, beşdarbûna we cihê şenazîyê ye.

Berêzan!
Di dîroka rexnevaniya wêje ya serdema me de hatiye gotin ku: ” wêjevan; pêşengên giyanewanî yên netewên xwe ne “. Eger em baş li nînik û awêna civak û gelên cîhanê binêrin, emê hemî bi hev re rastiya naveroka vê gotinê bê dudilî biçespînin. Wêjevanên gerdûna me yên kevneşopî û yên nûjen di dîrokê de mînakên pir geş in. Gelo, ma kî ji me rolên nivîskarên cîhanî wek nimûne mîna romannivîs Lêv Tolostoyê, Necîb Mehfoz, Markiz, û helbestvan, Pûşkîn, Walt Waytmen, û Elêksender Blok di pêşketina civakên xwe de berçavan re derbaz nekirîye?
Kî ji me rolên wêjevanên mîna, Gottê, Brecht, di nîgarkirina rewşa civakên xwe de nas nekiriye? Kî ji me hikariyên Ehmed Şewqî, Bilind Elheyderî, Mehmud Derwîş di pêşxistina civakên xwe de nabîne?? Û her wekî din bi sedan nivîskarên cîhana me bi hemû hiş û weşên xwe, bi hemû hest û zanînên xwe bi awayên hunerî alozî û arîşeyên civakên xwe şirovekirine û giyanê miletên xwe bi zanîn û asoyên pêşe rojê avdane.
Herweha jî dîsan emê bêjin û vepirsin, kî ji me, wêneyên rastîn,  yên civaka me di berhemên pêşengên wêjeya gelê Kurd de mîna Ehmedê Xanî, Pîre Mêrd, Erebê Şemo, Cegerxwîn, Qedrî Can û dehên din de nabîne û dengên axîn û qîrînên çemên Feratê, Arasê, Efrînê nabîse û bi wan re nakane yan fêrmêskên zaroyên wan bi destmalên bûkan baqij nake..??
Erê nivîskar û wêjevanên beşdar! Her kesayetiyek ji we jî, li gorî kanîn û hêza xwe azerî û janên gelê xwe bi hunermendî li ser teşiya dayika xwe dirêse, bi hêstirên êşên xwe; şîr ji zarokên welatê xwe re dimeyine û govenda peyva kurdî di nav gulistan û zeviyên xwe de digerîne. Hûn jî mîna hevalên xwe li cîhanê, giyanê milêtê xwe bi zanîn û hostayetiya hunerî av didin û gulistanên gelê xwe bi gulên rengarengî dixemilînin, afrandinên we beşek ji şaristaniya gel e, lewra, mirov dikane bi hêsanî bêje we, hûn jî rêberên netewa xwe ne; erk û berpirsiyariyên we pir mezin in.

Wêjevanên rûmetdar, pêşengên giyanewanî !
      Va ye îsal 13 emîn mîhrecana helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di 24 meha borî de, li darket, weke piraniya we zanin ku cara yekem roja helbesta kurdî li gor pêşniyaza van nivîskaran, Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Heyderê Omer, Rûxwaşê Zîvar û Elî Cefer di 22.10.1993 an de, ango di roja koçkirina seydayê me yê mezin, helbestvan û şoreşgerê gelê Kurd Cegerxwîn de hatiye çespandin.
Herweha jî hevalekî ji van hevalên jorîn; ango endamekî ji komîta damezrandina mîhrecana yekem di gotareke xwe de li Sûriyê hêvî ji nivîskar û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê li dervayî welêt kiri bû, ku ewanan jî di roja 22.10. ê mîna roja helbesta kurdî mîhrecanan sal bi sal li darxînin… lê mixabin ev çalakiyan ta demekê nehatin kirin. Lê divê em bêjin jî ku bi malavabûna çend nivîskar û rewşênbîrên Kurd li Almaniya cara yekem roja helbesta kurdî di roja 4. 11. sala 2000 î de li Buchumê hate lidarxistin.
Va ye îro jî em cara duhem bi alîkariya navenda YASA û cara yekeme bi piştvaniya Weqfa Şivan Perwer mîhercana xwe ya sêhem bi beşdarbûna hêjayên mîne we bi dilgermî li dardixînin. Em di vê baweriyê de ne ku helbestvanên amede, dê bi peyvên hestwer û bi ramanên xwe yên giranbuha dîlana mîhrecana xwe bixemilînin.
Sed çepke gul li ser gorên helbestvanên nemir, pakrewanên peyva netewî, peyva evînê.
Carek din silav û rêz bo we …  niha û herdem hûn serkewtî û serfiraz bin.

Komîta amadekar ya mîhrecana roja helbesta kurdî 2008

2.11. 2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…