Helbestên kurdî li Bonnê hatin xwendin

Komîta amadekar a roja helbesta kurdî, bi piştgiriya komela Yasa û weqfa Şivan Perwer di 2.11.08an de, li bajarê Bonnê bi helbestên kurdî hatin xemilandin. Di vekirina mehrîcanê de herçar endamên komîtê bi hev re derketin ser dikê û pêşewaziya mêvanan xwe kirin û kêliyekê li ser cangoriyên peyva kurdî û pakrewanên kurd û Kurdistan rêz giritin.

Pêşkêşvana helbestvanan ji aliyê Xunav ve bi çend hevokên bedew û hestiyar dihatin pêkêşkirin û moral dida helbestvanan. Gotina komîtê ji aliyê endamê wê Elî Cafer ve hate xwendin û piştre helbestvan Keça Kurd endama komîtê bi gotinên xweş xelat li xelatgiran belav kir, Xwendina birûskan ji aliyê helbestvan Xebat Şakir ve hatin xwendin û spasiya herkesên ku birûskname şandine kir. Kamêravan Kawa Şêxê ji serî hata dawî festîvalê wêne û vidio kişand. Di navbera herdu vehesînan de hunermendê hêja Zubêr Salih bi bizqa xwe dilê wan şad kir. Hêjayî gotinê ye, dema ku mirov berwerdiya îsal bi salên derbasbûyî re bike dê cûdahiyeke berbiçav bête dîtin. Wekî diyar e, hijmara kesên ku li mehrîcanê amade bibûn li dora 200 kesî hebûn û bi dehan helbestvanan helbestên xwe xwendin. Herwekî me di bangê û vexwendinê de jî xwendibû ji her perçakî Kurdistanê Edib Çelkî (Başûr), Hesen Îrandost (Rojhilat), Mihemed Tanrikulu (Bakur) wek mêvanên rûmetê hatin xelatkirin û wek helbestvanên beşdar jî, helbestên xwe jî xwendin. Xelata mehrîcanê ji xwediyê pêşinyara pêşîn ya ku beriya 16 salan hatibû kirin re hate dayarkirin ew jî helbestvan Ebdulmecîd Şêxo ye. Xelateke taybet ji bo hunermed Zubêr Salih jî wek hunermendê mêvan hate pêşkêşkirin. Wekî ji me jî diyar bû, ku mehrîcana îsal baş hatibû organizekirin û mirov kêm caran şaş didîtin. Niha jî em ê navên helbestvanên ku helbest xwendine û birûsknameyên ku ji komîtê re hatine şandin û li mehrîcanê hatine xwendin ji we re rêz bikin.. 

Helbestvanên beşdar ev bûn:

Ebdilmecîd Şêxo, Azer Osê, Arşevê Oskan, Cankurd, Ebdurhiman Efîf, Dîlan Zêbo, Dilyar Dêrkî, Husên Hebeş, Hêmen Kurdaxî, Jandost, Keça Kurd, Kawa Şêxê, Mizgîn Hesko, Nezîr Palo, Nedîm Yûsif, Serhan Îsa, Xebat Şakir, Şêx Xelef, Dilşad Omer Kakî.

Birûskname ji sazî û destgeh û kesayetên kurd ev bûn:
Pena Kurd
Saziya Çand û Hunera Rojavayî Kurdistan
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayî Kurdistan
Mala Êzîdiyan li Bonnê
Instituta Kurdî Li Berlin
KNK
Partiya Yekîtiya Demoqrat Kurd Li Sûrî/ şaxê Ewropa
Partiya Demoqrata Pêşverû Kurd Li Sûrî / şaxê ElmaniyaPartiya Rêkeftin Li Sûrî/ şaxê Ewropa
PDK/ Bakur
Malpera avestakurd
Malpera efrin
Eskerê Boyik
Heyder Omer
Perwîz Cîhanî
Ezîz Xemcivîn
Salih Cafer
Bavê Narîn
Melvan Resûl.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…