Lidarxistina 13mîn Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê (Hin têbîn û nerîn)

Mehmûd Badilî
(Endamê komîta Amadekar )

Ez dizanim, hemû helbestvan û rewşenbîr û cemawer û evîndarên helbesta kurdî, bi çavekî niyazdar û hestekî lerizî û çoşeke germ û bilind, li bendemana lidarxistna vê mehrecanê gelek hêvî diristin, ku vê carê, dê ne wek her carê berê be, çi ji hêla kargêriyê ve, çi ji hêla beşdariyê ve, nemaze ku kargêriya wê ji hêla du partiyan ve her yek li alîkî û di heman wextê de cuda cuda li dar dixistin.
Belê raste, vê carê hêviya me çû serî û dilê me ket cih ku mehrecan li cihekî bi tenê lidarket, û komîta amadekar ya mehrecanê bi rengekî serbixwe û rêk û pêk karên ku li xwe hilgirtibûn birin serî, û li vir em ji teva re dibêjin û ji hemû kesên alîkar re, çi komît, çi kes, çi hêzên siyasî mala we ava be ku we karîbû mehrecanê bikin yek, û pirrtirîn helbestvanên kurd li sûriyê beşdarî wê bikin.

Belê komîta amadekar vê carê baş westiya, û teva soz û peyman li hev birrîn ku divê mehrecana helbestê dûrî nakokiyên tevkera kurdî be, û divê serbixwe bê lidarxistin û ne di bin siya çi partiyê de be, belê divê bi alîkariya tevgera kurdî be û çi hêzên ku bixwazin piştgêriyê bikin, û bi vî awayî tev dest bi dest ji bo serkeftina mehrecanê ji dil û can xebitîn û her yek li gorî şiyan û karîna xwe bo vê armancê xwe westand.
Belê, li gorî şopandina me ji karê komîta amadekar re, çi biryarên ku me di civatên xwe de dabûn, bi rêk û pêk me ew biryar bi cih anîn, me ( 108 ) helbest çi yên bi dest û çi yên di rêya Emaila mehrecanê de ji me re hatin, me ew wergirtin, du fayl yek bi navê helbestvan û nemre û yek tenê nemre û sernavê helbestê me li cem xwe amadekir, û piştî ku me komîta nirxandinê hilbijart ji heft kesên bi nav û deng (Xelîl Sasûnî, Mehmûd Seberî, Dr. Ferîd Se`dûn, Xalid Mihemed, Arşek Baravî, Ibrahîm Xelîl, Reşîd Ebas)  me ew fayl her helbestek nemreya wê li ser û bê navê helbestvan, da destê her yekî ji van kesên ku hatin hilbijartin bo nirxandina helbestên beşdar.
Bêguman hilbijartina komîtek kawir bo nirxandina helbestên ku beşdarî mehrecanê bibin, pêngavek nûbû derbarî helbesta kurdî sebaret bi mehrecanên ku berê lidarketibûn, ev jî sedemek wê hebû, ji ber çend mehrecanên ku vê dawiyê lidarketin; bi rastî, ez dikarim bêjim me gelek kesên helbestvan têde didîtin lê mixabin kêm helbestan guhê me dilivand, wek nuha em li ser rûpelên Entenêtê wêneyên gelek helbestvanan dibînin lê em helbestê nabînin, ji hêlek dî ve, me sê xelat destnîşankirin, yek jê xelata rêzgirtinê wek her car ku dihat dan bo helbestvanekî xwedî nav û ked di nêv milet de, û du xelatên dî, yek bo çaktirîn helbesta serbest a nûjen û yek bo helbesta kêşesaz a kevneşop, ev jî gavek nûbû daku em rê li pêş ciwanan vekin û em di rêya nirxandinê re asta helbestê bilind û xweşik bikin.

Mehrecan di roja înê 24 – 10 – 2008 an de li bajarê Qamişloka rengîn lidarket, ji bilî helbestvanên beşdar gelek nivîser û rewşenbîrên kurd û cemawerên helbestê ji hemû herêman amadebûbûn, ji xwe mehrecan bi vê henteşa xuyane, bi ser de hest û xewn û xeyalên helbestvanan ku di hewayeke qeşeng û şayik de deng li hev vedigeriya, bi xeml û rewşek dîtir, rewşeke sergul hat afirandin.
Tevku mehrecan bi serkeftin lidarket, lê hin şaşî û gêmasî ji hêla komîta amadekar û komîta nirxandinê ve çê bûn, ji xwe çi kar bê şaşî derbas nabe.      

Dê ka em werin hinekî li ser karê komîta nirxandinê rawestin, û em bi hêvî ne ku kes ji wan dilê xwe ji me nigire, tevku hurmet û rêzgirtina me ji tev re heye, û karê wan cihê spasiyê ye. Lê mixabin tevde ketin şaşiyan derbarî nirxandina helbestan, û em dikarin va şaşiyan di çend xalan de destnîşan bikin:

1- Endamên Komîta nirxandinê dema ku helbest gihiştin  ber destên wan, ti çivîn bi hev re nedanîn, û helbestên serbest ji yên kevneşop veneqetandin, û xanxanokek hevbeş bi şêweyek zanistî bo dana pileyan çê nekirin, û ev yeka têveliyeke pirr mezin anî holê derbarî nirxandina helbestan.
2- Hema yek ji endamên komîtê, pileya ( yekê ji sedî ) daye ( 43ê ) helbestên serbest yên nûjen, û ew ne helbest hijmartine, û ew bi helbestên serberdayî bi nav kirine, li hember vê yekê hin helbestên dî yên serbest û nûjen pileyên bilind daye wan di bin navê ( helbesta serbestî kêşesaz de).
 3- yekî dî, helbesta serbest û ya kevneşop bi yek xanxanokê pêvandiye, dema ku helbesta kevneşop pîvanên tayebet pê heye, û ya serbest jî wisa, di vê rewşê de heger pileya bend û terazûyê (10 ) be, li vir helbesta serbest bi koneyî dehek jê firiya û pileya wê ma ji ( 90î).

Bi rastî, ew her sê xalên jorîn, şaşiyin pirr mezinin, pêwîst bû ku komîta nirxandinê ew şaşî berî eşkerekirina pileyên helbestên beşdar çareser kiribana, lê mixabin wisa derbas bû.
Em bi hevê ne, ku di mehrecanên bê de komîta ku bê hilbijartin bo nirxandina helbestên beşdar hay ji va şaşiyan hebe, û baş xwe di xwendina helbestan û têgihiştina naveroka wan de biwestînin, û bi çavê hêwedariyê helbestê nenerxînin û helbesta kevenşop di ser ya serbest re negirin û nekevin di bin bandora soziyê de, ji hêlek dî ve babeta helbestê tekane hestên wan nerevîne, û nekevin di bin şerm û fediyê de û li nava negerin.

Dîsa, ezê dûbare bikim, karê ku komîta amadekar û komîta nirxandinê bo mehrecana 13mîn kir, ne karekî piçûk bû, belê karekî gewre û sergul bû, û her sê xelatên ku hatin dan, çi ya rêzgirtinê çi herdu xelatên bo çaktirîn helbestên beşdar, di cihê xwe de hatin û hêjayî xelatê bûn.
û karê ku hat kirin, û keda ku hat xerçkirin, qet winda nabe, û tev cihê rûmet û rêzgirtin û spasiyê ye.
Û di rojên bê de, emê hewlbidin ku hemî helbestên beşdarî mehrecanê bûn, li ser rûpelên malperên kurdî belav bikin.

Ta mehrecana bê hûn tev bimînin di xêr û xweşiyê de
Sibehên we tev gul bin
Salên we tev helbest bin.

Hesekê / 26-10-2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…