Yê «Reş» Berê Wî Li Koşka Spî ye

HOŞENG OSÊ
 

Di pêvajoya amadekariyên hilbijartinên serokomariya li Amrîkayê, atmosfera li DYA’yê dide nîşandan ku namzetê partiya demokrat; Barak Obama, dê serkeve. Derdora 182 rojname û kovarên Amerîkî, ji nav wan “Washîngton Post” û “Newyork Tîmes” piştgiriya Obama dikin.  Tenê 50 rojname û kovar, piştgiriya namzetê partiya komarger Jon Makîn dikin.
Heya berî çend rojan, hemû ankêtên der barê hilbijartinan digotin ku Obama bi 12 xalan li pêşiya Makîn e. lê ankêtên dawî dibêjin ku Makîn dikarîbû farqa navbera xwe û Obama kêm bike û bigihîne 5 xalan (noqta). Bi kurtî, ger rewş bi vî rengî berdewam bike, yekemîn car di dîroka DYA’yê de, kesek ku bi nijada xwe ji Afrîkayê ye dê bibe serokomar.
 
Heta salên 1990’î jî hîn pêlên nijadperstî di navbera mirovên reş û spî yên amerîkî de pir xurt bû. Mirovên spî yê ewropî, tim hemwelatiyên amerîkî yên reş ku bi eslê xwe afrîkî ne, û rojek ji rojan kole bûn, pir kêm didîtin. Lê niha, wer dixuyê, ku DYA hewl dide ku dîroka xwe ya reş a nijadperest li paş xwe bihêle. Wer dixuyê ku Obama, yekemîn amerîkiyê “reş” e ku dê bibe serokê Koşka Spî a DYA’yê.
 
Piraniya şîroveyên der barê pêşketinan de dibêjin Obama li ser Makîn e, vê yekê vedigerînin guhdarkirina Obama bi mijarên aborî û ev krîza aborî ya cîhanî ku ji DYA’yê dest pê kir. Ji bilî ku Obama dixwaze têkiliyan bi Îran û Sûriyeyê re çêke. Girêdayî vê yekê, polîtîkayên rêvebirina Georg W Bush, ku 8 salan berdewam kir, ev polîtîkayên şer û tundî  ku ziyaneke mezin gîhand DYA’yê evê jî hêz da partiya demokrat û namzetê wê Barak Obama. Lê hin şîrove hene, hin xalên din zêde dikin ku hiştiye Obama li pêşiya Makîn be. Û dibînin ku hilbijartina Makîn ji Sarah Palîn re da bibe namzeta komargeran bo cîgiriya serokomariyê, ev şaştiya herî mezin a Makîn bû, ku hişt Obama bi pêş bikeve.
 
Rast e, ku Condeelîza Rice, ne yekemîn jina Amerkî bû, dibû wezîra karê derve, lê ew yekemîn miroveke ku bi nijada xwe ya Afrîkî, digihêje vê peyweriyê. Heger erdlerzeke siyasî ji nişkave, di van çend rojên li pêşiya me, li DYA’yê çênebe, ev tê weteya ku DYA xwe amade dike ku neviyê koleyek ji xwe re bike serokomar. Ev yek, helbet, derseke mezin û dîrokî ye ji bo hemû kes û sîstem û rejîmên nijadperest li cîhanê, û bi taybet, li Rojhilata Navîn. Lê wer xuya dike ku nijadperestên Rojhilata Navîn, ne dizanin dersên dîrokî bixwînin, û ne jî ji van dersan fam dikin. Dibe ku ew hêviyên mezin ên dibînin ku dê Barak Obama ê “reş” karibe rûyê DYA’yê di cîhanê de spî bike, ne di cih de bin. Lê tenê gihîştina Obama ya Koşka Spî, rûyê nijadperestên Rojhilata Navîn, dê reştir bike.
 
 
Jêder: Azadiya Welat
 
http://www.azadiyawelat.com/nivis.aspx?n_id=1058

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…