(bi vê xwendinê pişikdarî ahengê dibim)Dema ku di bazara payepifdan û quretiyê de, her yek ango her partiyek ji me dibêje: tenha emin yên ku serhaweyê dem û qûnaxê tînin, terzûya gogzemînê li ser qiloçê Gamasî em bi tena xwe diteqilînin, ji ber sîka xwe torfelaqî dibezin, guft û goyê bi stêrkan re dikin, Gurbatşof xwediyê Pirîstiroyka û Gilastnostê, Emerîka bi Gilopalîzma xwe ya piralî ve, ji çeşmeyên kaniyên me pêl dane mirovaniyê
Dema ku bişkov di dara hêviyan de ber negirin, dema ku gireft û kêşe bê encam û kêmçare bin, omîd di xwezaneyan de sertac nebin, çolax û semyan (serok) ji hev cuda nebin, ciwêlek û şivan dîrokê bi nîvisînin, tekoşyar û ronakbîr li ser tingê wê ezwerî û amancan bergor bikin, mîna her car navbênçiyê me Şeytan bî, rêbaza perçebûna dîrokî li me bipar vekî, dema ku em di gelaxavtinê de yekpare nebin, li ser terezûya hişmendî, bîreweriya ramanî û zanistî hişyar nebin, konevaniya diblomasiyê di serhaweyê qûnaxê de rêberiya me neke, berjewendiyên xwe yên siyasî, civakî, çandî, abûrî û netewî di yekgirtinê de nas nekin, lêbelê tenha perestgaha pût û latên ezîtiyê pêşewatiya me bikî…. T.d
Çi kiri ye ku em di yek rêyê de pêrgî hev bên û silavê neguhêzin hev, çi hişti ye ku birakujî û dijberiya navxweyî hiş û sewdayê me kurmî bikin, çima ewqasî kirîze û pirsgirêkên me aloz û kwîr tevxiliqî ne, di seqake tem û mûrangirtî de gevizî ne. Qey wê Qantir bizê ku carekê em û rêkeftin li hev bibanin, derfetekê bo rêawayên ku mirov digihînin yekbûn û fîraziyan bidest xînin, qey gunehe ku carekê em di perensîpa kurdewariyê de hemî çîn û tîreyên civakê yên siyasî û rewşenbîrî hev pesende bikin, û mafê xwe yê rewa û egerseza yekmil bi dozînin, qey hêj em ji sirgûn, miextî û panaberiyê, ji talanbûna çand, ziman û gelepora xwe ezmûne nebûne, gelo çi gengazî heye nemaze ku em yek rah û regezin, yek reng û dengin, yek niîjad û netewin, li ser yek xakê dijîn, bi yek zimanî di axivin, yek amanc û ramanê rêbaz dikin, pêşbîniyên me yek mebesta pak û armancên gewre dixwînin, ewqasî kurtebîniya ezîtiyê û neryanên ol û hozperestî em tawî û bawî kirine, mejiyê me falic girti ye, rêyên tev kelem û stirîdirk li pêşiya serkeftina me rakirine, qey diruşma birayetiyê xwîna me nakelîne, bi yekcarî bandora xwe li me nekiri ye, ango binaşeyek ji hogirîna hezînê di ferhenga me de nema ye.
Ca ku tenha di vê helkefta gewre de, em karibin dûrî giyanê hevrikî û hevgariya perçebûnê, pêkve weke stûbariyeke netewî bo çand û wêjeya kurdî, li gora şert û mercên qûnaxê yên navdewletî, bihev re dîsa bo mihrecana helbesta kurdî, li gora organîzmên rêxistinî û yasyên vexwendî yên hemdemî ji ezmûneya gelên cîhanî, û her bo giyanê gorbihuştî helbestvanê mezin nemir seydayê Cegerxwîn, wa bi aramiyeke hevpesende, li bin siya darekê, li qorzîkekê dûrî qelawiziya çavpêlan, li xewleciyekî aştiyane, bi giştî û bê ewartekirina tu beşî ji civaka kurdî, civînekê, ango kongerekê lidar xînin û komîtekê, an jî kombendeke çandewarî çaksaz û pêşiwar, bi şêweyekî dîmuqrat û şarewerî, li gora serhaweyê çerxê 21ê ji nava xwe hilbijêrin… lê hema baweriya mine ku dê hêvî di nifşên nûhatî de mezintir be… sipas.

Şîrove (0)