Seydayê Cegerxwîn Herdem Di Dilê Kurdan De Dijî

Cemşîd Bagokî

   Piştî 24 salan ji koçkirina Seydayê Cegerxwîn, hêjî welat yara Cegerxwîn e. hêjî yara Cegerxwîn dinal e.. Mixabin jî, ku ew kesên xwe dikin helbestvan û dibêjin em di bin bandora seydyê Cegerxwîn de bûne helbestvan û xwe wek şagirtên wî bi nav dikin, me ew li ser gora Seyda nedîtin…!?
   Doh 22/10/2008 salvegera Seydayê Cegerxwîn a 24 an bû. Bi vê helkeftinê, birrek ji evîndarên wî, evîndarên ziman û rewşenbîriya kurdî çûne serdana seyda û gora wî bi gul, kulîlk û mûman xemilandin. Di vê biwarê de, mamoste Konê Reş çend gotin anîn ziman û got: Eger Cegerxwîn di warê oldariyê de, wek ku di warê ziman û helbestê de xwe westandiba, bêguman wê şêxekî bi nav û deng jê derketiba.. An li malê dinyê geriyaba wê maldarekî mezin ba.. Wî herdû rex dane alîkî, bi tenê li hespê ziman û helbestê siwar bû û biserket..û berdewamkir û got: Em kêfxweşin ku serokê Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî, mamoste Derwêşê Xalib di gel 11 mamostayên zimanê kurdî bi me re li ser gora Seyda amade ne. Bi rastî ew cihên hêviyek mezin in; ji çend salan ve ew bi hewildanin ku pêvajoya seyda a pîroz dagrin û wiha bi sedan ji şagitên zimanê kurdî bi saya wan hatine pê… Di pey Konê Reş re, helbestvana kurd Diya Ciwan çend gotin di derheqa Seyda û rola kebaniya wî Kehla xanim de gotin. Wê parek ji serketina seyda da kebaniya wî.. Di pey re Bavê Heval: Mihemed Elî Hiso:1930, wek hevalekî seyda çend gotin û helbestek xwe bi navê şîna Cegerxwîn xwend û got:
Va daweta Seyda ye kî destê min bigire
Birayê tirk û ereb, a min ji bextê we re

Ê bê seydayê kurd mir, seydayê wan bimire
Ger bavê te şêrîn e, bavê min şêrîtire..
Di pey re mamoste Derwêşê Xalib, çend gotinên balkêş anîn ziman û got: Em bihêvî ne ku em karibin ew pêvajoya ku seyda dabû ser, li gor imkanên xwe birêve bibin û xwendevanan ji zimanê kurdî re peyda bikin.. Di pey wî re Mihemedê Ferman yê ku ji hevalên Cegerxwîn bû, çend gotin ji bîranînên xwe bi seyda re anîn ziman.
Û her wiha Rustem, Kamîran, Elî Şehab wan jî bîrûbaweriyên xwe gotin, ta ku neviya Cegerxwîn Hozana Mîro bi gotinek kurt spasiya mêvanan kir.  Salihê Silo (Bavê Muslih), wek gula civatê yê dawî bû. Wî bîranîna 24 saliya seyda bi sê helbestên wî xemiland:
Welat Yara Cegerxwîn e, Fala Qereçiyê û Pîra Torê, fermo bo we çend rêz ji Pîra Torê:
Hilkişîme çûme jorê, herdû rex min bend û rez
Min dî pîrek tê ji Torê, ker di berde tê bi lez
Hate nêzîk rojbixêrek da, û wek min dil bi xem
Pirebî bû, por spî bû, taqî reş bû rû gewez
Min ji pîrê xweş di pirsî; Ey metê tu ji kuve tê ?
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xwîniya Romê me ez
Xan û eywan kirne weran, mêr û jin ser jê kirin
Min go pîrê qey tu kurdî ? Çûye tilyên xwe bi gez
Gotî dayê; em dixwînin wek Cegerxwîn gotiye:
Zû bi xwînin, hev bibînin, biçne Kurdistan bi lez.
Qamişlo 23/10/2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…