Dem dema Yekîtîya Parta Dêmokrata Kurd li Surya (Partî) ye

Kurê Welat

Roja Îro ku desthilatdarên Rejîma Surî li dijî Gelê me pîlanên xwe pêktênin,gelo çi ji Tevgera me tê xwestin? em hemî baş dizanin,ku bê yekîtiya Tevgerê tu qazanc bi dest nakevin,di Tevgerê de jî bê ku hêzeke xurt hebê,serkîşiya xebateke weha bikê nebê,dîse tu Kar pêk nayên û Rê dê li ber xwediyê Pîlanên Nijadperest wê vekirî bê.

Derbarê Pîlana Nû , ku Rejîmê derxistiye,daku zordariyeke Nû li Pêlanên xwe yên Nijadperest Zêde bikê,Gelê me di Kul û Êşa xwe de wilo bindest bihêle!!!!
 Beramberî vê Rewşê,ji hêla Partiyên Tevgera me ve Daxuyaniyek bi navê Piraniya Hêzên me derket û xwendevanên malperan bi tevahî xwendin,tiştekî pir balkêş têde hebu,ew jî ku hinek Partiyên biçuk ne li ser rêza amzê navê wan bun,tiştekî din herî Balkêş ku min dît,Partî ya ku em wê Hêza sereke dibînin bi Herdu beşên xwe beşdarî vê Civînê bubu û tenha bi yek Navî Emze kiribun,bê goman bu Cihê mijulî û rawestanê û pirsê, Ev çi mesele ye?????????
Belê weke em ji nêzîk ve agehdarin,ku herdu beşên Partî,ber bidiyaloka yekîtiyê ve li hev dipirsin û bi hevre dan û standinê dikin,ji hêleke din ve jî Dost û Hevalên Partî û dilxwazên Yekîtiya Partî li herdu beşan dikin,bi teybetî vê dema dawî,ku hemî pê mijul dibin,daxwaza vê yekê li herdu beşên Bira dikin,lewma min ew hêvî heye ku bi rastî gavek weha pêşde hatiye avêtin,bi yek Navî ev Daxuyanî Emze kirine,behwerim,ev yek buye Cihê hêvî û Baweriyê li ba pir Heval û Dostên Partî.Diyare ev Gaveke pir baş û Cihê behweriyê ye ,ku nêzîk emê agehdarî Nûça mizgîniyê bibin.
Li vir ez dixwazim Banga xwe bi Hestekî Bilind,bigihênim Serkirdayetiya Partî,ku li vê Hêviya mezin ya Dost,Heval û Cemawerê Partî xwedî derkevê,nêzîk mizgînî bigihê me Tevan,Yekîtîya Herdu beşan pêk werê,da Partî cardî bikaribê bi Rola xwe ya serke rabê û serkşiya Têkoşîn û Xebata Kurdayetî bike.
 
Herbijî Xebata Gelê Kurd
Herbijî Yekîtiya Parta Dêmokrata Kurd li Suriya ( Partî ).
 

12.10.2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...