Tenê bêbextî behra Kurda ye!

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

Belê xwediyên bêbextiyê bavên te yên Kurd in!(Ela-ine ehele elxedrî abaike Elkurdû)
Bi vê hevokê, li dîwana xelîfê Abasî pesindariya miletê Kurd di zincîrfilmê (Abû Cafer Almansûr) de hate dan.  Abû Cafer Almansûr xelîfê dewaleta Abasî bû, dema Abû Muslim Elxuresanî yê Kurd kujtin, bi vexwarina meyê re di civata xelîfe de wisan û bi awayekî kirêt nivîskarê zincîrfilm û derhênerê şofînî, kîna xwe li ser kurdan anîne ziman!
“Abû Cafer Elmansûr”
zincîrfilmekî sûrî ye, li kenala Qeterî û mbc1 û hin kenalên erebî ên din di meha (remezana pîroz) de weşiya, lê ne bi pîroziya kiryarên hindek ji Ereban ko bi şofîniyeke bêhempa li Kurdan dinerin, mixabin ko leçbûn, xwarî û tarîkirina dîrokê jî dikin.
Eger Abû Muslimê Xuresanî û Selahedînê Eyûbî xiniz (xayin) bana, nuha welatekî Kurdan serbixwe di rojhilatê de heba, lê mixabin ko miletê kurd herdem ji xelkê re kiriye û daye ser riya misilmantiya rast û durist, ji lew ra xayinên ko bi olê re xayin bûn, ew bûn xwedî welat û heta nuha miletê kurd, yê ko dilêrê ola xwe bû, bindestê wana maye.
Serok, partî, rêber û ragihandina kurdî, gelo çi rola we ye, ez bi xwe nema dizanim?
Destpêka meha rojiyê, zincîrfilmekî sûrî li kenala erebî (Abudhabi tv) derket. Gengeşeyek di nav êlên ereb de çêkir. Hindekan ji rêberên wan êlan daxuyaniyek ji Şêx Xelîfa Bin Zayid re şandin, tê de gotin, ko ev zincîrfilm wê êlan li hev rake!
Li ser daxwaz û banga wan, Şêx Xelîfa Bin Zayid serokê Mîrgehên Erebî ên Yekgirtî pereyên lêçûna zincîrfilm da ser xwe û ferman bi rawestandina weşana zincîrfilmê sûrî (Sadûn Alawacî) da.
Nûçeya Avestakurd: Şêx Xelîfa weşana zincîrfilmekî rawestand!
Gelo serok, tevger û partiyên Kurdistanê mîna van êlên erebî, ko tu rêkxistin jî di navbera wan de tune ye, nikarî bûn helwestekê wisan bigirin?
Ev kîn û dijayetiya miletê kurd û leçkirina dîrok û rastiyê bi destê çend kesên şofînî (derhêner, sînarist û lîstikvanê sext) hate ziman, mixabin ko em bêdeng li hember wan man!
Abas Alnûrî! Lîstikvanê leheng di zincîrfilm de ko berî vê helwestê, Kurdên ko bi zimanê erebî dizanin û li karên wî yên lîstikfilman temaşe kirine, çiqas rêz ji wî re digirtin. Lê belê bi vê kirayarê, tev ko gotin ne ji devê wî bi xwe derketiye, lê zincîrfilm bi tevayî berevajî rastiya bûyerên dîrokê ye, ji lew ra helwesteke nebaş li ser hate girtin û rêza wî li nav miletê kurd têkçû.
Ji bo zanînê, min navê hindek lîstikvanên sûrî ên Kurd danîne, ko drama sûrî bi xêra wan bi pêş ve çûye:

Abdulrehman Alereşê, Talhet Hemdî Eleyûbî, Edîb Qedûra, Edhem û Besam û Mamûn Almele, Luqman Dêrikî, Karês Beşar, Muna û Xada Elwasif, stranbêj û lîstikvan Rêber Wehîd û Xalid Taca… h. d      
Du gotar li ser vê babetê bi erebî di malpera (Welatê me) de hatine belavkirin:

الى متى سيستمر حقد بعض العرب على الكرد
إنما الخيانة في آبائك الكرد

Têbînî: Zincîrfilm berhema tilivizyona Qeter e, derhêner Şewqî Almacirî û sînarist jî her du ji Urdin in, lîstikvan Sûrî û Urdinî ne.
Abû Cafer Almansûr- xeleka 22an


avestakurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…