Sunetkirina jinan an qedexekirina şêwezaran?

  Ezîz Xemcivîn
xemcivîn@hotmail.com

Hejmara jinan yên ko ji bo tolhidana namûsê hatine kujtin, li Silêmanî û Hewlêrê ji hemû bajarên Îraqê bêtir bû.

Li Kurdistana azad û bi taybetî li Hewlêr û (Silêmaniyê bajarê tenê bi modêl û dirûv pêşketî ye) lê bi naverokê mîna Sûdan, Nêcîriya û Tanzanya û Misrê hîna bi ramanên berê ko naxwazin jin mîna zilam ji jiyana zayendî xweşiyê bibîne, an ji bo germa zayendî ligel nemîne, (li gora nerîna wan) da nekeve şaşitiyê, ji lew ra jinê sunet dikin.
Kurdên başûr jinan sunet dikin. Çendî hewldanên hindek rewşenbîr û nivîskarên (soranîperest) mîna Şêrko Bêkes û Muhsin Ciwamêr û 52 rewşenbîrên ko wek hev diramin, xwestin zaravayê kurmanciya jorîn li hêrêmên Kurdistana başûr qedexe bikin. Gazindî parleman, serok û serokwezîrê Kurdistanê kirin û nuha jî hawara xwe gihandin birayên xwe ên Ereb (kur û neviyên Sedam Husên) ta ko li Kurdistanê zaravayê xwe bivênevê fermî bikin, û şêwezarên din nehêlin.
Beranber vê mijarê ne ramiyan, ko diyardeyên (sunetkirin û kujtina jinan) ên herî şerm û binpêkirina mafê jinê, ji kultûra xwe rakin. Hêjayî gotinê ye, li gora serjimarên fermî yên mafên mirovan li Kurdistana Îraqê, hejmara jinan yên ko ji bo tolhidana namûsê hatine kujtin, li Silêmanî û Hewlêrê ji hemû bajarên Îraqê bêtir bû.


Avestakurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…