Hûrbîniya rexneyê

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

Di her nivîseke rexneyî de armancek rexnevan ji nivîsa wî re heye, an dixwaze ronîkirineke toreyî bike, an jî dixwaze nirxandina berhemekê bike, an dixwaze parçekirina pertûkekê, dîwanekê bike…h.d û ji xwendevanan re bi şêweyekî rexneyî rave bike.
Berî ji vesîna havînê, ji welat vegerim, di malpera (Welatê Me) de min gotareke rexneyî ya birêz Xalis Msewer xwend, hejmara gotarê neh e, an ko ev gotara nehan e, ko Xalis di rexneyê de dinivîsîne.
Gotarê bixwîne: Mela Mihemedê Palo: Helbestvanê netewperest û welatparêz

Gotar li ser helbestvanê kurd Mele Ehmedê Palo ye, birêz Xalis piştî ko pertûka helbestvan Mele Ehmedê Palo ya ko Dr. Ala-edîn Cengo bi zimanê erebî nivîsî ye û ji wergera min e xwendiye, xwestiye ko jiyana Palo û hin helbestên wî têke neynika rexneyê, mixabin ko Xalis ketiye şaşitiyan, gerek bû, ko yekî mîna wî neketiba wan şaşitiyan.
Di destpêkê de bi navê Palo dest pê kiriye û daniye:
(Rexne: Mela Mihemedê Palo: Helbestvanê netewperest û welatparêz)
Birêz Xalis, heya bi navê helbestvan jî nizane, tev ko piraniya xelkên Qamişlo bi Mele Ehmedê Palo bihîstine û me jî di pertûkê de (Mele Ehmedê Palo) daniye.
Xalis Msewer wiha nivîsandiye:
(Mele Mihemedê Palo, li gunndê (sere çûr) li qeza palo, li kurdistana bakur, sala 1920
an de, çavên wî bi ronîka dinê şah bûne. Bavê wî di sala 1925 an de, giyanê xwe li afêrê xwe vegerandiye, û hê temenê wî(5) salî bû, û feleka malik wêran terîşa xizaniyê bi dilovanî li serê wî gerandibû,  piştre bi bi sê salan diya wî daye ser rêça bavê, û wêjî giyanê xwe sipartiye xwedayê wî, û temenê wî wê demê heşt sal bûn.)
Serastkirina nivîsê

1- Mele Ehmed, ne (Mihemed) e.

2- Gundê Sîra jor, ne (sere çûr) e.

3- Bavê wî di şoreşa Şêx Se-îd de 1925an de çûye ser dilovaniya Xwedê.
Ne (Bavê wî di sala 1925 an de, giyanê xwe li afêrê xwe vegerandiye).
Mamoste Xalis dibêje ko bavê Palo giyanê xwe li Xwedayê xwe vegerandiye.

4- Dayika wî, piştî mirina bavê wî bi sê salan an ko sala 1928an ew jî çûye ser dilovaniya Xwedê.
Xalis dibêje: piştre bi bi sê salan diya wî daye ser rêça bavê, û wêjî giyanê xwe sipartiye xwedayê wî.
Li vir Xalis dibêje (wê jî giyanê xwe spartiye Xwedayê wî) gelo Xwedayê wan ne yek e?

5- (çavên wî bi ronîka dinê şah bûne) peyva (şah) bi wateya Qeral e, mebesta Xalis  çavên Palo bi jiyanê (şad) bûne, bi wateya wê hingê ji dayik bûye.
Hinek şaşiyên vekîtê:
Mela Mihemed: Mele Ehmed
gunnd: gund
afêrê xwe: Aferînendeyê xwe.
wêjî: wê jî
xwedayê wî: Xwedayê xwe.
dakitiye binxetê: daketiye Binxetê.
ta çûye ser dilovanya xwe: ta çûye ser dilovaniya Xwedê.
evin: ev in.
Bîna Niştmanî: Birîna niştimanî.
Belewê civîndarî: Behlewî û civîndar.
Baxê evînî: Baxê evînê.
defa wewarê: defa hewarê.
wê ji meve bêxuyakirin: wê ji me ve bê xuyakirin. wê ji me ve bê xuyakirin
Teqze: Teqez, tekez.
Dê meke: dêmek.
helbestvanê mey dil bi kul: helbestvanê me yî dil bi kul
qedexeye: Qedexe ye, qedexe ye.
helbestvanê zik êş: Helbestvanê zikêş
ji neyar re suxte û rêberin: ji neyar re suxte û rêber in,( suxte û rêber, çawa suxte ne û rêber in?)
di cihê xwede: …di cihê xwe de
şiyardike: …şiyar dike.
divirde: di vir de
sarnebûye: sar ne bûye
ji kurdare: ji Kurdan re
cihîne: cihî ne
didenasîn: …dide nasîn
zîv ûzêre: …zîv û zêr e
livir: li vir
tere: …te re
li doraxwe difitile: li dora xwe
bixopanî: bi xopanî
Têbînî: Ne tenê ev şaşitî bûn, lê ji bo gotar dirêj nebe, min hinek nivîsandin.
Malikek ji pertûka (Mele Ehmedê Palo) berevajî kiriye:
Birêz Xalis nivîsandiye:
(Berhemên wî yên bi kurdî jî evin:
1- Bîna Niştmanî
2- Civîna Nemira
3- civîna nemira û şoreşên kurdî
4- Bîr û bawerî
5- Belewê civîndarî
6- Baxê evînî
7- Baxê niştimanî
Û Dîwana dewr û gera kurdistanê.
Û pirtûkek zimanê kurdî, û du ferhengên kurdî- turkî. 
Palo jiyana xwe hemû di netewperestiyê de derbaskiriye, û ji sirûdên wî herdem dengê qêrîn û nalîn û cengê difûre, dengê wan mîna defa wewarê li ber guhê mirov dixe. Hem bi bûyera welat ve mirov agadardikin, û hem hêrz û hestên mirov bêhawe tevradikin.)
Di pertûka dektor Ala-edîn de:

Nivîs û berhemên wî yên ziman û toreyê
………
Birîna niştimanî.
Dastana civîna nemira.
Civîna nemira û şoreşên kurda.
Bîr û bawerî.
Behlewî û civîndar.
Baxê evînê.
Baxê niştimanî.
Herwiha pertûkek di rêzimana kurdî de nivîsandiye û ferhengek mezin daniye (ferhenga Kurdî- Tirkî)
Mele Abdûlahê Mele Reşîd dibêje: Min li bal Mele Ehmedê Palo ferhemgek dît, nivîsa wî bû.

Birêz Xalis! Gotarên wisan giring, gerek hûrbînî di wan de hebe, çimkî merov ne ji xwe re dinivîsîne, ev nivîs li cîhanekê belav dibe. Miletê me, bi hêvî û baweriyekê li rewşenbîran dinere, beranber jî gerek ew rewşenbîr guh bide nivîs û gotartên xwe, û hewl bide ko herdem nivîseke bijarte bide xwendevan.
Ji hêleke din ve Dr. Ala-edîn Cengo bi nivîsandina pertûka xwe re pir westiyaye, ez dibêjim ji mafê wî ye, ko te jêderê gotara xwe bigota, tev ko te wêneya berga pêşî ji pertûkê di gotara xwe de daniye.
 ——

avestakurd.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...