Birîndarim …

Beşîrê Mele

   ”   Diyarî ji bo dayka şehîd Qehreman”

Çav li şîhna buharê me
Ji warê ax û rokê me
Hemşîra gul şîlanê me
Dilgirtiyê zozanê  me

            Evîndarim evîndarim
Newal û deşt û çiyan
Li xwe û li çi geryam ?
Li kilçîvê Xec Şêrînê
Li gustîla Mem û Zînê
            Evîndarim evîndarim
Gelî xwişk û birayêd min
Heval û dost û yarêd min
Bizanibin azarêd min
Ji  çi işqê dinalim ez
             Birîndarim birîndarim
Vê sipîdê min girt ser we
Ne destvala têm bazarê
Bi kincê sor û sipî me
Xelata te me ez yarê
              Şehîdim ez şehîim ez
Hezkiryê şîngulokê me
Mêvanê dayka rozê me
Tê dengê kila meşka te
Çi taştê tê bidî dayê
              Min bêrya bêhna te kirye
Ji min bawerke dotmamê
Te tîra sor li dil daye
Min xwestî ez bi wê bimrim
Di hizrê min de şax daye
             Tu rêber û tu hosta ye
Ji derxa çayê Mîdiya
Tînim bo axa Horiya
Li ber pala girê Çaxir
Dibim ronaka rêwiya
              hem  Pariyê dest birçiya
Wekî tava buharê ye
Bîna gul û xunavê ye
Birûsk da qufla dilê min
Ji tariyê da ye der min
             Bîmarim  ez tu hostaye
Gundo megrîn li halê min
Bidin şopa hevalêd min
Kar xezalek kûr dinale
Kesera wê şewq û tave
            Hûnjî wek min birîndarin
Ji ber qehra we  bûm şervan
Bûm gerîla bûm nêçîrvan
Min bi dilê xwe agir girt
Heta ez bûme Qehreman
             Şehîdê çavê we me ez
Va qîrek tê ji bin latê
Cizîr ketî kêferatê
Çi cengkirî vî beranî
Vî hogiçî   qehremanî
             Şiyan da rehê gulzarê
Hilda tola deh şehîdan
Xwe kir goriya Egîtan
Bû bûmbe û baran rakir
Tovê işqa xwe belakir
           Ehmedê simbêl qeytanî
          Bi heyrana teme canim

          15-9-2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…