WELATEKÎ NELIHEV

HOŞENG OSÊ

Îro divê civînek berfireh li Lubnanê li dar dikeve. Lubnanî vê civînê, wek “maseya hevpeyvîna niştimanî” bi nav dikim. Gere ev civîn li bin serokatiya Serokê Komarê Mîşêl Suleyman pêk bê. Çav li rê ye ku hemû pirsgirêkên navbera hêzên siysî ên Lubnanê werin ser vê masê û bi şêweyeke aştiyane û diyalogeke zelal û fireh werin guftûgokirin. Hêzên siyasî ên Lubnanê, berî ku xwe bispêrin bingehên xwe ên îdeolojîk xwe dispêrin piştpalên xwe yên netewî, olî û mezhebî.

 Gelek caran, pirsgirêkên navbera hêzên Lubnanê bûne sedema şerên navxweyî. Û weke mînak ser vê yekê şerê ku sala 1976’an rûda û sala 1989’an bi dawî bû. Vî şerî, zêdetirî 100 hezar mirov qurbanî xwe kir. Ev şer, bi peymana El-tayfê bi dawî bû. Hêzên Lubnanê wê çaxê li bajarê El-tayfê li Siûdiyê civiyan û ev peyman mor kirin. Ji Lubnanê hebû ku rûpelên şerên navxweyî ên qirêj êdî li ser xaka wê dê venebin. Lê piştî kuştina serokwezîrê Lubnanê yê berê Refîq El-herîrî roja 14’ê sibata 2005’an, her ku çû alozî û pirsgirêkên navbera hêzên siyasî yên Lubnanê zêdetir bûn. Û her ku çû, ev alozî, dîsa Lubnanê nêzî qeraxa şerekî din ê navxweyî dikir. Hêzên Lubnanê, li welatên xwe, nikarîbûn bigihên hev û bi şêwazên aştiyane pirsgirêkên xwe guftûgo û çareser bikin. Her ku digihiyan hev gef û gur li hev dixwarin; çavsorî zirt û fort li hev dikirin. Her ku digihan hev tifingên wan bi hev re diaxivîn. Lewma, dîsa hêzên siyasî yên vî welatî, li derveyî welat, li paytexta dewleta Qatarê El-dewhayê gihîştin hev û li dora masê civiyan. Qaşo lihevkirin û peymana El-dwhayê navbera xwe mor kirin û welatê xwe hinekî dûrî şerê navxweyî kirin.
Di cîhana ereban de di warê demokrasiyê de ezmûna herî xweşik û balkêş Lubnan e. Welatê ku di cîhana ereb de herî zede şer û aloziyê dijî û nikare pirsgirêkên xwe bi dawî bike jî dîsa Lubnan e. Di despêka sala 2006’an de jî hêzên siyasî ên gotin; ka em pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin, û li dora maseya hevpeyvîna niştimanî bicivin. Bi rastî civiyan û gotin: me rûpeleke nû vekir û em nema bêyî hev tiştekî dikin. Em tev zarok û endamên vî welatî ne. Em nema çekên xwe li hemberî hev bi kar tînin hwd. Lê beşek ji hêzên Lubnanê ku girêdayî hevpeymana Sûriye û Îranê ne bi serokatiya Hizbullahê sozên ku li dora wê maseya hevpeyvîna niştimanî dabûn û îmzeyên xwe ku hîn zuha nebibûn alastin. Di tîrmeha 2006’an de Hizbullahê êrîşî Îsraîlê kir hinek esker kuştin û 2 dîl girin. Îsraîl jî, şerekî hovane 33 roj li ser Lubnanê meşand û zêdetirî hezar û 100 kes kuştin.
Vaye dîsa Lubnanî dê li dora maseya hevpeyvîna niştimanî bicivin. Dibe ku dîsa li ser hin tiştan li hev bikin. Lê dibe ku dîsa hinek hêzên vî welatî masê li ser hempîşeyên xwe biqulipînin nêrîn û biryarên xwe ferz bikin. Li serê xwe siwar be û derveyî îrada dewleta xwe û li gorî îrada welatên din tevbigerin. Hêzên Lubnanê li dora maseya hevpeyvîna niştimanî dê dîsa bicivin, lê dê pirsgirêk û berjewendiyên welatên din guftûgo bikin û biparêzin. Kengî ev welat li hev bikin dê hêzên Lubnanê jî li hev bikin. Heya ku hêzên Lubnanê ne xwedî îradeyeke lubnanî bin, dê Lubnan welatekî lihevmana be.
——
Jeder: Azadiya Welat 16/9/2008

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…