Konê Reş
Belê, wek ku diyare, ji sala 1991ê ve, em vê bîranînê li Qamişlo bi bîr tînin. Lê îsal 2006, du gotaran, hevpeyvînekê û çûna min a Kurdistanê pêtir ez hejandim û livandim; Ji ber ku tev li dor zîlanekê digerin, ew jî zîlana zimanê Kurdî ye. Gotara pêşîn a romannivîsê Kurd Laleş Qaso bû, bi navê ( Gelo ev Hikumeta Kurdistanê ye yan a Soristanê ye ? ), di rizgarî.com de, roja 28 June 2006 belav bûye. Romannivîs Qaso di gotara xwe bi kezebşewatî dibêje, dibilîne û dipirse: ( Gelo bi rastî soran û hikûmeta wan nizanin ku di vê dewra kominîkasyona pir hêlî de, heger xwendegehên bi kurmancî venebin, tirk û ereb û farisên ku zimanê kurmancî pûç kirine wê hîn bêhtir pûç bikin û bi kurmancî re jî wî çaxî miletê kurmanc bi carekê ve pûç bibe û av û av here ?
Gelo soran pê dizanin ku gava kurmanc asîmle bûn ew ê nebin soran, bibin tirk, ereb û faris, hi? Bila soran û hikûmeta wan ji xwe re li asîmlasyona xelkê Mereşê, Meletyê, Dêrsimê, Rihayê û herwekî din binerin û bihejmêrin bê ka çend kes ji wan bûne soran yan gelo tirk? Kurdekî Serxet û Binxetê xwezîka bûba soran û neba tirk û ereb; lê rastî ne wilo ye…. ).
Di nîsana 2006 an de, ez hatim vexwendîkirin bo (Festîvala Bedirxan) a sisyan li Hewlêrê, paytexta Kurdistana azad û serbixwe li Başûr. Wek ku diyare, ev festîval her salekê li bajarekî Kurdî ye. Sala pêşîn li Silêmaniyê bû, sala diwem li Duhokê bû û îsal jî li Hewlêrê bû. Min jî, kar û barê xwe kir, berhema xwe ji bo xwendina di festîvalê de, li dor navê Festîvalê û Bedirxaniyan amade kir. Bi kêf, şahî û eşiq, mîna sofîyekî ku here Hecê, tevî asteng û dijwariyên sînor, min xatir ji zarok, xizm û karên xwe xwest û berê xwe da Kurdistanê.
Kurdistan: Ev gotina mezin, ev xewna şêrîn a ku bi mijandina şîrê dayikê re, bi me re mezin bûye, û piçik piçikên wê ketiye xwîna me de. Kurdistana ku bavê min û we bi hisreta bihistek axa wê a azad bûn. Mirin û ev azadiya ku îro lê heye nedîtin..Ez jî çûm, di Zaxo, Duhok, Şeqlawa û Selahedîn re derbas bûm. Li Hotela (Burca Hewlêr) bûm mêvan û dor heftiyekê li wir mam.
Li wir, min ji herçar perçeyên Kurdistanê, ermenistanê û sirgunê nivîskar û rewşenbîrên Kurd yên bijarte dîtin. Ji Amedê(Diyarbekir), Batmanê û Stenbolê, ji Mehabad, Sine û Ormiya, Ji Qamişlo, Efrîn û Şamê, hem jî, ji Silêmaniyê, Kerkûkê, Hewlêrê, Duhokê û Zaxo…Di gel emîre Sînem Xan keça mîr Celadet Bedirxan, xanima yekem di Îraqa federal de ( First Lady ) Hîro Îbrahîm Ehmed û Serokê hikumeta herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî. Em tev xêliyên Mîrê Botan bûn. Her yekî ji me diviyabû ku dewla xwe di bîra Bedirxaniyan û mîrnîşiya Cizîra Botan de dake û qurtek ava sar û cemidî ji bîra wan vexwe …Her yekî dixwest kevirekî, latekê an hîmekî herifî ji Burca Belek li cihê wî vegerîne…Her yekî ji me dixwest; Memo û Zînê vejînin û Beko bimirîn in û bikujin…
Li Hewlêrê, me sihbetên bedew bi hev re derbas kirin û me ji nêzîk ve hev û din nas kir, li rewş û halê hev pirsî…li wir min gelek tiştên xweş dîtin û ji kêf û şahiyan re, xew razî nebû ku bibe mêvanê çavê min ..lê bi tenê tiştekî giring, gelekî giring çavên min lê neket..!! Tevî ku çavên min lê digeriyan; min zimanê Kurdî bi tîpên latînî nedît; min kovarek, rojnameyek nedît ku em tev di bin sîbera wê de xwe bidin hev, û bi rêka wê nûçeyên festîvalê, Hewlêrê, Kurdistanê û Cîhanê bixwînin ..Mixabin û sed carî mixabin me ew rojname nedît…Ev Kurdistana azad ku ji 15 salan ve bingehê wê hatiye danîn, ji 15 salan ve gelê Kurd li wê herêmê, desthilatiya xwe bi xwe dike. Bi al, hikumet, perlemento û wezîre…
De ka careke din em li nîrê zêrîn vegerin, û li xwediyê gotara ( Zilamek û Zimanek ) vegerin, li mîr Celadet Bedirxan û dûrdîtina wî ji yekbûn û standartbûna zimanê Kurdî re vepexêrin.. Mîr Celadet Bedirxan, evê ku ji berî 64 an ve gotarek di kovara xwe HAWARê de belav kirye bi navê (Zilamek û Zimanek), Kovara Hawarê: 1942, hejmara: 40
Di vê gotarê de bi têr û tesel li dor vejandina zimanê ibranî radiweste û rola Elyêzer bin Yehûda di vejandina vî zimanê mirî de şanî me dide. Di sala 1922 an de gava Elyêzer bin Yehûda mir, zimanê ibranî yê ku berî 30-40 salî ji wê hingê ve zimanekî mirî bû, wî ew ziman kir zimanê miletekî. Îro ev ziman di Felestîn û Israil de zimanekî fermîye, zimanê dewlet û hikûmetê ye. Elyêzer bin Yehûda xortekî cihû bû ji welatê Ûris, bi zimanê ibranî qet nizanîbû, li ber halê miletê xwe diket. Yehûda didît ku halê miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e. Cihû ne bi tenê bê welat û bê hikûmet in; lê zimanê wan jî nîne û bi zimanên xelkê xeber didin. Qerara xwe da û di dilê xwe de got: divê cihû jî weke xelkê zimanekî wan hebe û tevde pê baxêvin. Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî ibraniyê bû… Niha hewildan hene ku zimanê Îbranî di nav civata miletan de belav bibe…Di sala 1932 an de, dema ku mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawar li Şamê, bi tîpên latînî weşand û naveroka wê bi berhemên nivîskarên kurmancan û soranan xemiland. Hingê ew li yekîtiya Kurdan digeriya, ji ber ku wî yekîtiya kurdan di yekîtiya ziman de didît, û yekîtiya ziman, bêguman di yekîtiya tipan de ye..Li Afganistanê mêzekin; ji ber pir zimaniya gelên Afganistanê û nebûna zimanekî standard, ku gelên wê tev xwe di bin sîbera wî zimanî de bidin hev, yekîtiya Afganistanî têk diçe..Pakistan jî mîna wê, ji ber pir zimaniya axaftina tê de, biryar stand ku zimanê îngilîzî bibe zimanê fermî ji dewletê re..
Sebaretî me Kurdan, ne xeme ku Kurd dû celebên tîpan bi kar bînin, dû celeban standard bibînin, wek ku birêz Dara tîne zimên… Lê cihê daxê ye ku celebek li ser hesabê celebekî mezin û girs bibe… Wek ku birêz Qaso di gotara xwe de bi wêrekbûn dipirse û baweriyên xwe li ber xwendevanan radixîne…
Ev tiştana tev, di vê bîranîna 55 saliya koçkirina mîr Celadet Bedirxan de, gotarê wî (Zilamek û Zimanek), li dor Elyêzer bin Yehûda tîne bîra mirov. Hem jî giringî û dûrdîtina wî; bê çendî di pêşerojan de diponjî û nedivî bû ku kurd têkevin wiha gengeşe û alozî de..Lê sed heyf û mixabin ku Xwedê jê razî Tewfîq Wehbî Beg, di vî warî de, warê standardkirina alfabêya kurdî latînî û belavkirina wî di nav Badînan û Soran de, xwe ji dûv da paş û alîkarî pêre nekir, wek ku mîr Celadet dixwest…Ji bo vê yekê mirov dikare li kovara Hawarê hejmara 10 an sala 1932 an vegere.
Di vê kelkela germa temûzê de, di vê bîranîna mîr Celadet Bedirxan de, min gotara wî (Zilamek û Zimanek), li dor vejandina zimanê ibranî û Elyêzer bin Yehûda xwend pêre pêre jî, min ji xwe re got: Mîr Celadet Bedirxan zilamek bû bi karê dewletekê radibû.
Ziman mîna alê ye, pêwîste zimanekî me yê netewî hebe, em tev li dor kom bibin, pê biaxivin, pê binivîsin û bi gotin û bêjeyên wî zimanî hestên xwe derînin û hez hev bikin…
* Şîn û şad: Min ev herdû gotin bi yek gotinê bikar anîne ( Şînşad ), ango di navbera şîn û şadiyê de. Wek goyina erebî (Elmuteşaeel: المتشائل ).
Konê Reş