Daxuyaniya Komîta Nawendî ya Partî û Gotara birêz Emîn Omer !

Kurê Welat

Mamosta Emîn Omer,rexneyên xwe derbarê  Daxuyaniya Komîta Nawendî ya Parta Dêmokrata Kurd li Suriya (El Partî),beşê Dr.Hekîm anîne ziman û li ser Malperên Kurdî weşandin,min dema ku ew Gotar xwend,ku bi rastî divê em tev dost û Hevalên Partî li ser bisekinin,lê gelo mirov karê çi bandorê lê bikê,da Armanc werê cihê xwe û Hêza Partî xurt û bi Hêz bibê!!!
Em berî her tiştî ji bîr nekin sedemên,ku Partî ji bo wan Parçe bu û gihişte vê Rewşê çi bun,bi gomanê min rewş roja Îro zore ku werê çare serkirin,ji ber ku serdestî min û te û yên dine,bi Teybetî Hevalê Dr. û Rêhevalên wî,ku nikarin di wê bilindiya berpirsyariyê de bin û Qurbaniyan pêşkêş bikin.Lewma min xwest li ser hin Xalan rawestim,deynim ber destê Heval û Hogirên Partî !!!!
Weke em dizanin parçebun ne ji ber cudatiyên Raman û Bîrubaweran bu.Sedem ew bun , ku destên derve xwe li ser dan û ji ber ku ne bi dilê wan bu , ku Mamosta Nessredên rêberiya Partî bike,jiber ku ew xwe nedikire bindestê wan de,Lewma wê demê  Sekreter bo Partî ji derve anîn,hingî jî dostên Partî ji Welatparêzan,ev doz kirin,lê mixabin nikarîn bibin serî û Partî cardî bikin yek,da Rê li ber parçebunê bigirin,100 heyf û mixabin,ku rewşa Partî welê lê kirin,piştre cardî parçe bu,mixabin Îro 3 Parçe ne,ma ev Cihê razîmendiya kê ye gelo???
Derbarê Daxwaza Hevalên ku jiber vê yekê li mala xwe runiştine, û Dilê wan li ser Partiya wan diêşihê,14 Hevalan Bangek bi Pêşneyarî,arastyî herdu beşên Partî kirin,weke em dizanin û birêz Emîn Omer jî keremkirî û nivîsandiye,raste Hevalên mamosta Nessredîn bi biratî bersiva wan bi arênî dan,lê mixabin Hevalên Dr.Hekîm heta li xwe ne nihan ku bersiveke biratî ji wan Heval û Hogirên hêja bidin,bi kêmanî dilê wan xweş bikin,çi erê çi na ,ne xem bu , lê hinek Rêz û Qedir jî gereke mirov ji wan Hevalan re bigirê,ewên ku dilê wan li ser partya wan di êşihê,bi teybetî ku Pirsgirêka Kurdî di vê Qunaxê de weha derbas dibê.Lewma Ez dikarim vê ji Kak Emîn re bêjim,heta ku beşê Dr. di vê rewşê de ye zore ku ev armanc werê serî!!!
Derbarê avakirina Rêkxirawa Ewropa,dema rewş li welat weha bê,ma wê çawa li Ewropa çareser bibê,dîse Dr. Rê nadê wan dilsozê Partî ku bi Sala li Welat û Îro li Ewropa jî,herdem di xizmete Partî û Gelê xwe de bun?Tişta ku hebu jî,dema ew hate Ewropa ji hev hilweşand,em li Ewropa ne û Roj bi Roj dibînin,ku Rewşa Tevgera me berbikuve diçe,kî çi dibêjê bere bêjê,lê Rewş ne cihê razemendiya kesekî ye,Eger li Welat Yekîtî çê nebê,behwer bike li Tu derî çênabê,rewş wê wilo Xirab bê,ji hev ketî bê,ziyan wê herdem pişka Gelê me û Rewenda me li Ewropa bê.
Derbarê Rêbaza BARZANÎ,diyare ku ev jî buye,rêçeke Bazirganî bo hineke,dixwazin xwe û suka xwe pê bimeşênin,baştirîn nimune Te bixwe nivîsandiye,ku kî ji wan ji Serok Messud Barzanî,Barzanî tire,eve ya rast,lê mixabin kî dikarê wilo bifikirê,eger wan karîbane wilo fikirî bane,bêgoman em ne digihane vê Rewşa xirab.
Hevalê Emîn,ez spasiya te dikim û hêvîdarim,ku bi sedan Heval û Dost Dengê xwe bilind bikin,em tevde li ser Yekîtiya Partî bi sekinin û xwedî derkevin,Rê li ber Bazarganan bigirin,Gelê me hewce darî Yekîiî ye.
 
Herbijî Xebata Gelê Kurd bo Azadî û Serfirazî yê.

14.09.2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…