Helbestvan, Ferhad Içmo: Niçîrvanê çirûskên helbestî..! (Xeleka dehan)

    Xalis Msewer

 (Qêrîna Yekemîn)
CivînekNetewî

Ji ber tirsa zindana,
Û yasayên awerte
Ferat, Xabûr, Ceqceq
Dicle, Hêzil, û Zab
Dûrî welat…
Eşkere digihên hevdû
Ji bo rondikên Aras
Civînek netewî
Berî windabûnê
Li dar dixin
Qêrîna yekemîn – Civînek netewî – navnîşanin bi wate û ritmin, û di cihê minasib de, û bi rengê sembol hatine bicihkirin, ku hokarên nefsî û şopa xeyaleke bilind  di rêzên sirûdê de xweş têne xuyadikin, ku xwêner ji ber vê qêrîna ykemîn civîna cemên Kurdistanê dixe nav lehya pirs û ramanan de, ku ji xwe pirsbike: Gelo ev qêrîn çima yekemîne, û li vir jî çi li hevkomkirin û civîne?.
Gelo çem çawa mîna mirovan lihev dicivîn… ? ji ber ku ev civîn civînên  mirovên zindine, ango cinvîna çemîn Kurdistanê mîna civîna mirovan dipesnîne, evna jî ji hokarên helbesta nûjen têne jimartin. Qêrên çimkî ya yekemîne, ji ber wilo gereke qêrînin din jî bidûv de werin, ango helbestvan bi kezebek şewat û bi rûndikên çavan bang li miletê xwe dike, ku eger ji dûr vebe jî, gereke ev milet bibe yek, û civînek netewî lidarxe berya welat di nav lepên dem û dewranê de bêherifandin û wendakirin. Û bi rengekî sembol nîşana êş û derdên milet û welatê kurda dide xuyakirin, ew jî di van peyvên bi kul û hesret didenasîn- awerete- dûrî welêt- rondik- wendabûn-  
Lê li vir helbestvan dibje: Ev çemên ha- ferat- xabûr- dicle- hêzel…li dûrî welêt digihin hev û piştî gotinê nuqta rêzdike, ku ew jî nîşana pirs û sosretêye, dihêle ramanên xwêner xwe berdin nav ezmanê xem û xeyalên kûr û dûr de, û helbestvan di riya xeyal û riyalîzma tevlihev hindurê xwênerê xwe bi xwîn dike, û bi lez wî tevradike, bi qêrîna xwey yekemîn re wî dajo ber bi gastîna cenga berxweda û lebata netewî ve.
Dîsanê helbestvan bi rengekî neyekser(بإيحائية) û bi sembol dibêje: Ev çem ango mirovên Kurd li welatên sergoniyê hi tirsa hebs û zindanan re li hev dicivin, û tedbîra rizgarkirina welatê xwe bi hev re behs û lêklîn dikin. Di vir de tevlî ku bi şêweyekî yekser û paxşan(النثرية والمباشرة) rêzên sirûdê hatine lêkdan, lê ji aliyê netewî ve helwêst û wêneyekî pir bi nirx û bi sembol  û bi wate ji armancên Kurda re derdixe wê navê, ku dihêle dilê xwênerê Kurd pir bi şewat bi jene, û fikir û ramanên wî ew çîrokên dîroka tiracîdiya welatê bindest, liser dika pesarên çiyayê Kurdistanê bi şewat û dilsozî bilîze. Helbestvan peyvên dijî hev bikartînin, Mîna- tirs – eşkere – dûrî welêt- van peyvan peveve dihûne/ û vê felaketa dîroka welatê Kurdan bi hevokên mîna- tirsa zindanan- dûrî welêt- berî wendabûnê- dîsanê teqze û tekûzdike. Ango ev sirûda netewî bi şêwazeke paxşan lê bi awazek sitiranî rêzên wê nemaze yên dawî lidardixe, û naverok bi wate û nîşanên xwe ve pir têr û zengînin.             
       Dergehê Azadiyê
Piştî ku şûna destê min
Di dergehê azadiyê de
Hate kolan…
Yekitiyê pencera xwe vekir
Û… got:
Mane ji mêje ve
Min ji bo te gotiye:
Pêşî li deryê min de…  
Navnîşana sirûdê dîsanê pir bi zelal û bi watesazî cihêxwe girtiye, û evna jî rastbûna gotina langwistîkê Ferensî (Rolan Bart): (Navnîşan nîvê tikistêye) didexuyakirin.
Azadî dergehê wê heye, evna jî dibe jevgirtin (التناص)bi helbesta mîrê helbestvanên misrênî Kurd (Ehmed Şewqî) re ku dibêje:
وللحرية الحمراء باب          بكل يد مضرجة يدق
Ango:
Ji azadiya sor re dergehek heye      bi çi destê bi xwîn tê lêdan           
Helbestvan bi rengekî diramî û çîrokî sirûda xwe li dardixe, ji derwazê diçe girêka şanoya xwe, û piştra dawîbûn li sirûdê tê, lê tevlî ku bi hawayekî  rasterast rêzên helbestî hatine lêkdan jî, lê wêneyin sipehê û bi wate û bi awakî dahênan di sirûdê de derbas dibin, mîna – şûna dest di dergehê azadiyê de hat kolan – dergehê azadiyê – pencera yekîtiye – li vir jî wêneyeke nûjen belî dibe ev wêne derve û hindurê xweyîtiya helbestvan tevlihev dihûne, û wêneyê xwe mîna kesên mirov bi laş û gewde dike.
Ango yekîtiyê ku manewîye di rengê mirovan de dipesinîne – û ji yekîtiyê re pencereke fereh vedike. Ango helbestvan berê xwe bi Kurdistana azad vedikê û dibêje: Berya azadiyê yekîtî ji me Kurda re ji hertiştan pêwîstire, azadiya bê yekîtî herdem zeîf û lawaze, herdem gûmanên herifandina wê li ber çava têne danîn. Gelek caran jî peyva/min/ di sirûdê de derbasdibe, ku ew jî bi daxwaza rêxistina miletê Kurd wezîfdar dibe, û dide xuyakirin ku Kurda bi xwîn û berxwedanên xwe, parçeyek ji welatê  xwe li başûr azad kirine, û xwe bi vê sirûdê bi giyanê  xwe ve tevlî êşa miletê xwe dike, lê ji van peyvan tê xuyakirin, ku bawerya helbestvan pir bi miletê wî heye, ku nema carekedin serê xwe ji kesî re bitewîne, û wê giyanê wî yê netewî herdem li ber bayê azadiyê bê hejandin, û wê dîrok û serpêhatiya azadiyê ji xwere bike awaz û stiran ebedîn. Di vir de helbestvan rêzên xwe bi şêwaza biserhevvekirinê ) (التدوير bikartîne, dihêle rêzên wî bi ser hevvebin, û yekîtiya sirûda xwe weha karîbû pêkbîne, û şûna destê xwe di dergehê azadiyê de bikole û bêje:.
piştî ku şûna destê min
Di dergehê azadyê de
Hate kolan…    
      
  Şerê Dîka
Bi berbangê re…
Keleşêrên cîhanê
Tevde dixulxulîn…
Lê…
Kelekok û kelepayên me
Ji şerê hev diwestin
Bi ser birînin xwe de.
Di xwe de
Dinihirînin…!?.
Navnîşan/ şerê dîka/ naveroka tikista helbestê anelayz û şîrove dike, û ji xwênerê Kurd re xweş tê xuyakirin, ku ev firêza ha di kelepûrê Kurdî de ji şerê xwebixwetiyê re têgotin, ji ber ku şerêxwebixwetiyê di dîrokê de herdem qedera miletê Kurde. De ka em binerin bê helbestvan çi ji mere di vê babetê de dibêje:
Bi berbangê re…
Keleşêrên cîhanê
Tevde dixulxulîn…
Lê…
Kelekok û kelepayên me
Ji şerê hev diwestin
Helbestvan di virada du wêneyên dîrokî- siyasî di civaka Kurda de derdixe wê holê. Yek, ewe ku keleşêrên xelkê û yên me Kurdan tîne berhev û çudabûnê di nav wan de belî dike, ku keleşêrên dinyayê ji serê sibehê de bi kar û lebatin, lê yên me serê sibehê radibin şerê hevdû dikin û bi nikilan serê hevdû xwîn dikin.
Ya din ewe ku, şerê qirêj yê di nav Keleşêrên me xwe bi xwe de li dardikeve dide xuyakirin û bi ahîn û nalîn û hesret diyardike. Lê ew navnîşana mîna -şerê dîkan –  bi navdike ne bi navê keleşêran, ew jî ji ber ku dikelepûra Kurdî de çimkî dîk peyveke Erebiye jî, lê ew bi qurnaziya xwey bêkar hatiye  naskirin, û li vir birastî helbestvan armanc ji navnîşanê bidest xistiye ku lehengê wî(Dîk) bi rengekî negetîf hatiye xuyakirin, mîna negetîva siyasiyên Kurdaye. Lê carekedin helbestvan bi zîrekbûn cudabûn xistiye navbera Dîkên  me û Keleşêrên cîhanê de, û ji yê mere dibêje /kelekok/ ku di kelepûr û wêjeya Kurdî de peyveke biçûkbûn û nezilamtiyêye, di dema ji yê cîhanê re /keleşêr/ dibêje, ango herdû lehengan berhev dike /kelekok- keleşêr/ lê keleşîr di vir de berovajyê yêKrda lehengekî posîtîfe didexuyakirin. Lê peyva- Kelepayên me- di virde peyvek pir zengîne û bi zanebûn û nûjenî hatiye bi karanîn, û du peyv kirine nahev de/kele + paye/ ango van kesên kurd ku radiperikin hev mîna van keleşêrane, lê çimkî di rengê mirova dene jî, lê ew Dîkin paye û bê kar û bê hêvî û omîdin, ji tuxetuxê pêve ji qirika wan nayê der, ango ji şerê xwebixwetiyê pêve bikêrî tişkî din nayên.
Û bêgûman ew çê li siyasetmedarên Kurd dike yên ku herbîsk û hercar şerê hevdû dikin û Kurda jihev zîvazîvarî dikin, û çimkî bi ser birînên xwe de bi nalîn û kalekalin jî, lê mixabin hêjî wan aqilek ji xwe re negirtine. Peyva – dinihirînin – û bi dûv de niqut û herdû nîşanên, sosret..!- û pirs..?-   herdû nîşan divir de pir bi zanebûn hatine bi cihkirin, ku du wateyan bi hevre pêktînin ango /hestek cedî û bi hesret di rengê tinaziyê de bikartîne/ ku rayedarln me Kurda mîna wan Dîk û Kelekkên bê sewdan û aqilin, ku jibonî berciwendiyin xwenî teng vê ecêb û felaketê bi serê hev û serê miletê xwey reben û bêmical de tînin. Dîsanê helbestvan sirûda xwe bi hin nuqteyan zengîn dike, ji ber ku di helbesta nûjen de nuqute bi wate û manene mîna:
– Bi berbangê re…
– lê…
Dinihirînin…!?
Evna jî ji hokarên helbesta nûjen têne nasîn, ku mebest jê ewe, ku xwênerê xwe tixe nav analyz û şîrove û fikaran de, û rê didyê ku ew jî kelepûr û dêroka Kurda ya siyasînî niha û ya berê jî di bîra xwe de bîne, û ji xwe pirsbike gelo: Keleşêrî çima qedera me herdem Kurdaye..?.
Rêza /ji şerê hev diwestin/ ew jî ji aliyê babetê ve pir cihê xwe girtiye, ango helbestvan dibêje: Siyasuyên me heta dawî şerê hev dikin, û ji vî şerê ecêb tucar nawestin.             
                                  
  Dirî Xaç
Min… nizanîbû…
Ku ez bihara rengan,
Ji dor bejna te…
Birevînim…
Wê qêrîn
Bi payîzek şermezar keve
Ev peyvên mîna /min…nizanîbû…/ û li pişt wan nuqut, tê wê manê ku helbestvan ketiye nav sergêjiyekê mezin û heyr û belaye de. Bi van rêzan tabloyeke istîtîk pir xweşik ji bejna yara xwe re dide nasîn, û ev wêneyên hunerî ji zindîkirina bihar û payîzê tê, ku helbestvan mîna kesekî kare biharê birevîne, û mîna kesekî jî qêrîn bi payîzê dikeve, bi serde jî şêwaza spartina rêzan (التدوير), ku ew jî ji hokarên helbesta nûjene bikartîne. Weha Ferhad bihar û payîzê herdû wêneyên lidijhev mîna mirovan bi laş û gewde dikê, û van wêneyên spehî ji wan re diafirîne, û demê xweş di sirûda xwe de baş wezîfedar dike.
 Ango divir de helbestvan şêwaza balkişên ) (الإلتفات bikartîne, û biharê û payîzê bi rengê kesîn) (تشخيص di pesinîne. Ku dîsanê evna ji karizmên helbesta nûjen têne jimartin.                       
           
Erê Bira
Ne bi destê xwe
Em hatin
Jiyaneke pûç.
Razîbûn…
Di navbera
Me, û wê de
Bûye wek evîna
Ar û ardû.
Ji ber bersivên çima
Em bûne perîk
Li ber bayê
Qederê…
Navnîşna sirûdê/Erê bira/ di warê kelepûra Kurdî de cih dikre, ku ew jî ji keser û hesretên hindurê mirov dertên, ku dema tiştek bi serê Kurdan tê ji hev re dibêjin: (Erê Bira ev dunyaya me derewîne). Li vir helbestvan bi cênavê yekem – em – me – em- sirûda xwe lidarxistiye û giyanê xwe û ezîtiya giştî tevlihev dihûne. Helbestvan tabloyeke bi wate ji jiyana Kurda re tîne ber çavan, û wê jiyana zor û tiracîdîk bi peyva/pûç/ tîne ziman û dibesnîne. Dîsanê bi zîrekbûn û bi wêneyekî zelal cudabûnê dixe navbera civaka Kurda û wê jiyana pûç de, ku îro Kurd têde dijîn, û dijitiya di navbera Kurda û jiyana pûç de pir dijware, mîna dijitya di navbera agir û ardû deye, ku yek yê din dixwe. Evna jî wêneyeke hunerî foliklorîye bi rengekî dahênan ji nerazîbûna Kurda li hember vê civaka têde dijîn afirandiye, wêneyekî din pir xweşik di sirûdê de peyda dibe dema dibêje:
  …. Çima
Em bûne perîk
Li ber bayê
Qederê…
Li vir jî dîsanê bi keser û ahîn û nalîn, helbestvan keldûmana giyanê xwe bi riya peyvên mîna – ne bi destê xwe – jiyanek pûç – ar û ardû – bûne perîk – bayê qederê – derdixe derve,  û tê xuyakirin ku em nikarin di ser van rêzan re derbasbibin, bêyî ku em binêrin bê çawa helbestvan bi zîrevanî xwe ji ser firêzên ferhengî dide alî, û gotinin jihev wate dûr li hev dibanîne, û ar û ardû mîna mirovan bi laş û gewde dike, ku bi şewata  evînê hevdû dixwin, û li vir sawêr û xeyaleke nûjen ji evînê re diafirîne. Bi vî hawî helbestvan Ferhad ji mere belî dike, ku ew û miletê xwe yê bindest û bêmical tev de hatine li jiyaneke pûç û bê wate dijîn, dijmin qedera vî miletî reşkiriye û roja wî tarî bê heyv û bê rok kiriye, û herdem gengeşe û berberî di navbera kesên vî miletî de çêdibe, lê ta kengî wê ev hal dûm boke ….ew jî nizane.  
 
Kurd Kujî
Bi qupîna tivinga yekemîn re
Pîrekan lîland.
Û min qîrkir:
Gondîno rabin serhildane…!
Piştî ku me…
Dîwarê li pêşya mala derbaskir,
Em li çi binerin…!
Di navbera du êlan de,
Şer û kujtin û talane…!
Ev sirûd bi çîrokî û bi rengê diramatîk hatiye li darxistin, rêzên wê jî mina gotinên rojane hatine bikaranîn, lê gotinek folklorî bi rengeke istîtîk ku me bi şêwaza  balkişên(إسلوب الإلتفات) binav kiribû li vira afirandiye, ew jî çaxa dibêje:
– Em li çi binerin – û çaxa bi wêneyêke bihîztok û xweş bang li (Galîlo) dike û dibêje:
Mixabin
Tu û Vatîkan şaşin
Rok, goga zemînê û heyiv
Tevde
Li dor sola pakrewanekî
Digerin û dizîvirin..
lê babeta sirûdê pir giringe, û bi rengê riyalîzmî helwêsta jiyana Kurda ya civakî diyar û derman dike, divê em mozîk û ritma di rêza dawî de jî jibîr nekin, û helbestvan dibêje: Ev hersî tiştên ha- şer- û kuştin- û talan- ji mêj de qedera civaka miletê Kurdin, yên herî bi keser û nalîn û hesretin. Em karin bêjin jî ku helbestvan dîsanê şêwazeke hunerî li vir belî dike, ku ew jî şêwaza balkişên me binav kiribû. Têxuyakirin ku Ferhad Içmo helbestên xwe bi şêwazeke hesan û zelal û bi wêne û sawêr û xeyal û sembûl û çirûskin helbestî lidardixe, lê ji ber vê hesanî û zelalbûnê gelek rapor û rasterastî di helbest û sirûdên wî de peydadibin. Lê ez karim tişkî din ji karîzmên helbesta wî diyarbikim û bêjim: Ku Ferhad di niçîra peyv û çirûskên helbestî û wêneyên hunerîye de, niçîrvanekî nîşandare, nimûne.
–  Rok, goga zemînê û heyiv
Tevde
Li dor sola pakrewanekî
Digerin û dizîvirin..
Di virde jihevgirtin(تناص) bi awakî çirûskeke helbestî(الومضة الشعرية)di warê Epistmolocî bi zanyariya gerdûnê re pêkhatiye,
Bi serde jî, ew helbestvanekî netewpereste û bi germayek netewî ji bindestiya miletê xwe re dibêje û dibilîne, lê tucaran Ferhad xwe bê hêvî û omîd nahêle!. Deka em lê guhdarbikin bê di van rêzên li jêrîn çi dibêje:
Bayên kul û êşa
Perçên
Ewrên omîd û hêviya
Gihandin hev 
Û bi vê sirûda bi kêş û balkêş û bi hêvî û omîd, û bi ritim û mozîk û vekirî, û bi germbûn û bi tûnd, dengê şoreş û raperîna ruh û giyanê xwe dibe dijmin, û tucaran serê xwe jêre danaxe, û dibêje: 
Li Çepka Naxim
Serê bawerya, himberî topa
Tucar danaxim…
Bêgûman helbestvan ku herdem bi zimznê miletê xwe dipeyive, serî wî herdem bilinde û tucaran serê xwe ji dijmin re pêl nekiriye û danexistiye, ew jî bêgûman – mîna me gotubû – ser miletê wî Kuredê  gernase, û divê em zanibin jî, ku herdem di helbesta Ferhad de, yekîtî û hevgirtina Kurdan armanc û dozeke vekirye. Ku vê armanca xwe di vê sirûdê de tîne ziman û bi rengê ne yekser û pir xweş û bi lezet dibêje:
Heta tiliyên destê me
Li hevbin
Têlên tembûra me
Naqetin…
Li vir wêneyên yekîtiya Kurda, bi wêneyên dirust û pir xweş diafirîne-

– Tilyên destê me li hevbin- Têlên tembûra me neqetin- Birastî jî li vir bi istîtîka wêneyên helbestî sirûda xwe zengîn dike. Weha me dît ku helbestvan Ferhadê Içmo, çimkî hin rasterast û ropor jî di hin sirûdên wî de peyda dinin jî, lê ew helbestvanekî xwedî helbesteke rewa, bi istîtîk,  û bi xeyal, ji meve hat xuyakirin, ne weha bi tenî jî lê ew helbestvaneke welatparêz û dil êşê milet û welatê xwe hate naskirin, û niçîrvanê çisûkên peyv û firêzên helbesteke bi stranî û bi rewa û tenik û bi lezete, ku hestên welatparêzyê û nûjenyê herdem di tabloya helbesta wî de, di ezmanê şeveke tarî de xweş diçirisin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…