Rêjîm a Ba`is ya şoven *

  Ismaîl Hemê

Diyare ko rêjîma Ba`is ya ko bi dehê salan bi alavên zor, sitem û hêzên ewlekariyê di bi navê “Barê ne asayî”de civaka Sûrî kontrol kiriye, û mafê mirov perçiqandiye û bi hezaran kesên çalakvanên siyasî û bernîgar, bê sûc û sedemên rewa, zindankiriye, wê hîn û hîn di bikaranîna şêwên tund û tîjîyê dijî opozisyona demoqrat berdewam be, û diyare ko ev rêjîm tucarî nikare xwe biguhere, tevî cîhan tev hat guhertin, û hîn jî bawere ko zor û sitem bi tenha dikare deselate di destê xwe de bihêle.
Girtina herdû serkirdayetiyên Kurd; mamoste Mihemedê Mûsê sekreterê partiya çep a Kurd li Sûrî, û berêz endazyar Miş`el Temmo berdevkê şepêla paşerojê ya Kurd di vê çarçewê de tê zanîn û dibe ko nameyek be ji bo partiya me “partiya Yekîtî ya Kurd” da ko çalakiyên xwe rawestîne, çimkî ev herdû hêzên siyasî, bi bîr û baweriyên xwe, nêzîkî partiya me ne, lê wateya vê nameyê çibe, em amade ne, ko bi rengekî nêgetîv lê vegerînin û em ji rêjîmê re bêjin ko ev awayê xerab dijî Kurdan û hêzên Kurd yên tekoşer tucarî xebat û tekoşîna me narawestine, û siyseta şoven û tuxmperest dijî miletê Kurd wê têkbiçe û hilweşe.

Rêjîma Sûrî, wek rêjîmek totîlîtar bi darê zorê hatiye ser deselatê, hîn bawermende ko zor û vebuhiştin û hêzên ewlekarên ewarte wê wî ji gerekiyên vê qonaxê rizgar bike, lê mixabin, ev rêjîm nizane dîrokê, wek heye, bixwîne û nikare înan bike ko dîroka totîlîtarîzmê bi dawî bûye, û ev qonax qonaxa demoqratiyê û rêzgirtina mafê mirovaye, û ramanên tuxmoerest û şoven cihê wan di cîhanê de nemaye.
Lê eşkereye ko partiya Ba`is, wek yek ji partiyên di qonaxa navçe ya sedsala bîstan de hat damezrandin, û di geşbûna ramanên faşist û nazî di Ewropayê, û di bin bandora wan ramanan hat avakirin, hîn bawere ko cihê wan ramanên xerab û qirêj di vê cîhanê de heye, û hîn berxwedana mayinê dike.
Lê bera rêjîma Ba`is xweş zanibe ko dîrok xwe nuhdike, lê tucar bi paşve venagere û ewê bi xwe di paşerojê de wê bibe parçek ji dîrokê û miletê Sûrî yê ko di zindanên vê rêjîmê de dijî, wê bigihê armanca xweyî demoqratî rewa û wê bigihê jiyana xweşî û azadiyê, û wê qonaxa zilm, zor, birçîbûn û xizaniyê derbaske, û berdewamiya girtin û vebuhiştinê û şêwên kontrolkirinêyî ne rewa wê hilweşin, û miletê Kurd bi serkirdayetiya hêzên tekoşer wê doza xwe çareser bike û wê bigihê mafê etonomî, xwe serwerî ji ber miletê me sînorê tirs û tîrora rêjîmê derbas kiriye, û ew amadeye ko hîn serhildanan sazbike.
——
Sernivîsa belavoka yekitî – hejmar (3)

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…