şevbwêrka jinên Qamişlo û Dêrikê di koçika Qamişlo de

 Di pêngaveke nû de û bi wêrîneke xurt du mamosteyên jin şevbiwêrkek li xeleknameya karê koçika Qamişlo ya çandeyî zêdekirin .
Bi amadebûna gurûpek mezin ji jin û keçên kurdî rewşenbîr û xwdan rol di warê wêjeya kurdî de û hin rewşenbîrên xort jî û bi mihvandariya herdu mamosteyên jin (NARÎN OMER+HIYAM EBDULREHMAN ) di simînareke hevbeş de li bajarê Qamişlo di şeva 29/8/2008ê de koçika Qamişlo ya çandeyî şeveke taybet ji jinê re tomar kir.
Di destpêkê de bixêrhatin li mihvanan û simînarbêjan hate kirin û paş pêşkêşiyeke kin ji alî rêveberiya koçikê ve derfet hate dan ji mamoste NARÎN re ya ku ji dêrika hemko qista hola koçikê kiribû li ser daxwaziyê .
Mamosteya helbestvan û nivîskar di lêkolînekê de di derbarê bidereng hatina şî kirinê (elhinûse) hewil da ku çend seriya ji vê arîşe ya civakî bêne der û sedemên pirkirina wê û wateya wê ya civakî û derûnî û bandore vê rewşê li ser civakê û keçê bi taybetî , û di babetê de çend xal hatin terxandin ji pêşkêşkirina çareseriya vê kêşeyê re .
Her weha û beşê didiwê ji şevê  bi simînarekê dibin nave( civaka saxlem berhemê perwerdeya saxleme) ya ji aliyê mamoste hiyam ebdulrehman ve hate tomarkirin ku têde pal veda ser giringiya duristkirina pêngavên perwerdekirina zarokê ji aliyê dê û bavan ve û şiyarî li riftar û gefa wan pêwistiyeke mezine da ku bi saxlemî pêşeroja wan bête nîgarkirin û kesayetiyeke ne seqet bête amadekirin .
Her weha li dawiya pirogramê de derfet hate dan ji amadeyan re da ku her xwedan helwist nêrîna xweya azad diyar bike û giftû goyê lidor babetên hatin verêjtin di herdu  simînaran de , û xatir hatin xwestin bi hêviya hevdîtinên nûtir bi anahiya xwedê .
   29 / 8 / 2008
  KOÇIKA QAMIŞLO YA ÇANDEYÎ
K. qamislo@cmail . com

 

    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…