Seyid Feysel Moctevî / Senendec
Xemê dinê,
Dina sar
Wekî qapûsa şeva reş
Û tarî
Çavê mi tirsand
Rengê jiyanê
Di jiyana mi de
Wekî befra
Sîpanê
Qerisî
Çavê minî gevr û gol
Li ser rêkekî sipîro
Diziqite
Dengê min
Bê cihab
Wekî malê qelp
Ser mi de
Tê zivirandin
Tinê me
Bêkes û kar
Bê xweyî
Bê ser
Bê mal û der
Dipîvim
Rêyê bê rê
Dikevim
Şopê befrê
Ba
Baran
Bahoz
Sir û serma
Jîna min dike aloz
Dixazim
Bişom çavê toz girtî
Bi ava kanyê
Kanya rondika
Lê
Mij bîr kir
Roja doho
Kanya mezin
Kanya çavê min
Ji ber
Zarûkê pêxas
Bê der û mal
Tênî , birsî
Bê reng û hal
Êtîm ji dê û bab
Rijya û ji deşta sûmetê mide
Wekî çemê zer ji xola vê deştê de hate xar
Rêvîngo
Eksekê bigre
Ji kendalê lêmişta sûmetê min
Û rengê axa dora çem
Bifroşe
Bifeoşe devlemndê bê derd
Tesvîra derd,gul,xem
Rondka şikstî
Ber çavê
Êtîm
Bêxudan
Bêkes…
—————
2006-07-05
Helbest :Nû