Remezan Hat

Seyid Feysel Muctevî

Barê gunehan bêxe ser avê remezan hat
Bê bari,sivik ver tu bi ravê remezan hat
Pêvîste nemînit ji dil elvahi kudûret
Lev başe bişo keibê gulavê remezan hat
Ka surme bikêşî bi du çavan ku bibînî
Mêvanê dilovane sefer tê remezan hat
Nûsaye[1]gelo bo te xudê mehke sîyamê[2]
Da can û cesed bête selamê remezan hat
Nahêle bi zehmet bikevin ev xwe rehîme
Go yê ku dişê bigre sîyamê remezan hat
Dev bigri ji xarin û vexarin û nexweş bî
Ev cirm û gunahe bi kelamê remezan hat
Birsî dikî zik qedri feqîran tu bizanî
Nankê bide des jar û xizankê remezan hat
Bo sote dilan melhemekê bigre birînê
Paşa vere der bêje mi meh dî remezan hat
Işkandi eger destê eqil darê hevesran
Cebbar bike destê şika vê remezan hat
Seyyid nebe meh bê û xeva şev te giran be
Bê qedri bimînî ji xevê hê remezan hat

Seyid Feysel Muctevî
Sayedfaysal@yahoo.com
Sine 2008-08-31
Helbest : Xezel
Vezn : Mefoûlo Mefailo Mefailo Feoûlun
Behr : Hezec,Musemen,Exreb,Mekfûf,Mehzûf
—————–
[1] Nivîsîye bi zarava kelhur

[2]  rojîyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…