Ednan Heydo dibêje: Naqosên Xeterê ji bo çand û hunera Kurdî lê dixin. Em ber bi kopîkirineke xerab ve diçin.

Hevpeyvîn: Xebat Şakir

Ednan Heydo ciwanekî Kurd e ku ji kaniya hunera kurd ya resen dinoşe, ev du sale ku di amedekirina CD ya xwe ya bi Navê “Evîna Qedexe“ de kar û xebatê dike, berî çend rojan xebatên CD ê bi dawî kirin, min xwest ku di vê hevpeyvînê de dîtinên hunermend Ednan Heydo di derbarê çand û hunera kurdî de  bi we xwendevanên hêja re parvekim.

Birêz Ednan Heydo, tu dikarê xwe bi xwendevanên me bidê naskirin?

Ednan Heydo: Ez di sala 1978 an de li Rojavayê Kurdistanê, gundê Dugirê girêdayî bajarê Amûdê  hatime dinê, di nav malbatek xizan de mezin bûm e, ji ber mercên jiyanê yên dijwar û pêkutiyên dewletê ez mecbûr mam ku ji welatê xwe koç bikim, di serî de min berê xwe da Yewnanistanê qasî 6 salan li wir mam paşê min berê xwe da welatê Alman û ez ana jiyana xwe li vî welatî berdewam dikim weke piraniya koçberên Kurd. 

Birêz E. Heydo, kengî te dest bi karê hunerî kir? Û sedem çibû ku tu ber bi derya hunerê ve kişand?

Ednan Heydo: Min di salên 98 û 99 an de dest bi karê hunerê kir  di serî de min karê şanogeriyê kir û dure min pêşkêşvaniya ahengên hunerî kir û dure ez li karê xwe yê bingehîn vegeriyam ku ew jî stran bêjiye û heya ana berdewam dikim. 

Huner ewe ku mîna zarokekî ji biçûkatiya merivan de bi wanre mezin dibe, û hestên merivan ji wê kaniyê avê vedxwe, ez jî mîna her hunermendê Kurd  min ji zarokatiya xwe de xwe di nava vê deryayê de dît û ji kaniya hunerê hestên xwe ava dan,

bê goman mercên jiyana gelê Kurd ku dinava bindestî û koletiyeke dijwar de dijî dihêle ku barê hunermend hîn çetin tir bibe û berpirsyariyekê davêje ser milê wî.

Em li ber dengên dengbêjên Kurd mezin bûn, ji ber ku tu derfetên me yên hunerî ji bilî dengbêjiyê tune bûn  gelê kurd hemî rengê jiyana xwe dinava stranan de parast  ji ber vê jî hunera dengbêjiyê  bandora xwe li min kir û bû kaniya ku her hunermend jê avê vexwe.

Birêz E. Heydo tu li kîjan hunermendî Guhdar dikî, û bêhtir xwe nêzî stîla kîjan hunermendî dibînî?

Ednan Heydo: Ez li gelek hunermendan guhdar dikim mîna, Gerebêtê Xaço, Tehsîn Taha, Mihemed Şêxo, Dilgeş û Xelîl Xemgîn bê goman heryek ji van hunermenda dibistaneke huneriye û stîleke cudaye, lê hunermendê ku ez xwe bêhitir nêzîkî stîla wî dibînim û rojane lê guhdar dikim Xelîl Xemgîn e.

Birêz E. Heydo: Weke tê zanîn, ku te di vê dema dawî de yekemîn CD ya xwe ya bi navê

“Evîna Qedexe “ tomar kir û gihand ber destên guhdarên xwe, tu kare hinekî  qala CD ya xwe bikî? ji çend strana pê tê? û ev çende ku tu di kar û barê amedekariya vê CD ê de kar dikî? Kîjan prodoktsyonê xwe daye ber belav kirina CD ê? Muzîsyenên ku arîkariya te kirine kîne? Û heval û dostên ku bi tere bûne arîkar kîne?

Ednan Heydo: Bêgoman min bi keda xwe ev CD ê tomar kiriye, bi fermî tu prodoktsyonan bi xwe negirtinye

Lê hinek komeleyên Kurd yên li Almaniya arîkariya min ji bo belavkirina vê CD ê dikin, weke komela Çanda mediya ya ku li bajarê Lohne/Almanya ye û federesona komeleyên Êzîdiyan jî xwe daye ber ku arîkariya min ji bo belavkirinê bikin.

Min li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hisiça bi arîkarî û erenjeya Mehmûd Xelo û li gel kemanjenê hêja Lazgîn Xalid û  xwediyê tilîkên zêrîn tembûvanê bi nav û deng Şiyar Agirî ev CD ya xwe amede kir.

Wek heval û dostên ku arîkariya wan gihaye min di amedekariya vê CD ê de, Hunermend Zubêr Salih û Helbestvan Xebat Şakir, dostê hêja  hunermend Cemalê Tîrêj  ez sipasiya hemî heval û dostên xwe dikim ku arîkariya min kirine.  

Xebatên ji bo CD ê Du salan berdewam kirin. CD ê ji 8 stranan pêk tê piraniya stranan şoreşgerî û Evînîne.

Birêz E. Heydo, gelo çima meriv bêhtir xemgîniyê di stranên te de dibîne? gelo sedem çiye?

Ednan Heydo: Bêgoman bi rewşa gel û welatê me ve girêdaye, em weke Kurd di nava gelek tirajêdî, komkujî û jenosîdanre derbas bûne, helbet wê stranên me jî paya xwe ji vê rewşê bigrin, weke ku tu jî dibînî heya îro jî hîn neyarên me dinav keft û lefta tunekitina Kurdan dene, ew hemî teknîk û pîlan û pirojeyên qirêj bi kartînin ji bo vî miletî, vî zimanî, vê çandê  û vê hebûnê tune bikin, gelo ma çi maye ku wan li dijî gelê Kurd bi karnaniye? Tenê serhildanên me yên ku tên zanîn 28 caran belixandine, li bakurê Kurdistanê zêdeyî 4000 gund û mezre valakirine, bi melyonan gelê me ji warên wan koçber kirine, li Eurupa û Tirkiyê bicihbune, ana jî bi sedan firokan ji bo tunekirina hêviya kurdan dişînin ser şervanên azadiyê,  wekî din jî teqandinên li Başurê Kurdistan ku li bajarên  Kerkuk û Şingalê çêbûn û vekirina deriyekî sînor alternatifê Ibrahîm Xelîl ji bo ku Kurd jê sûdê negrin û valakirina Herema Şengalê jî tev bi armanca tunekirina gelê Kurde.  

Birêz E. Heydo, li gora vê keft û lefta pêşxistina çand û hunera kurdî, li gora te, Gelo berê hunera Kurdî bi kurveye?

Ednan Heydo: Çand û hunera me pir zengîne, Kaniya hunera Kurdî diherike û wê biherike ji ber yên berî me bingheke dewlemend avakirine, û mînakên pir baş û hêja dinav de hene ku hunermendên me ji xwere bikin bingeh û li ser bimeşin têra bi sedê salan dike ku meriv ji vê kaniyê binoşe, lê niha em ber bi kopîkirinê ve diçin kopîkirineke xerab, bê goman ji ber ku gelek hunermendên me hunera rojava kopîdikin, hin jî ber bi arebiskê ve diçin, bi vê kopîkirinê ew ji qalibê hunera Kurdî ya resen dur dikievin bi navê mudêrbûnê, ev xetreke mezine ji bo çand û hunera Kurdî, niha hêdî hêdî naqosên xeterê lêdixin pêwiste em zutirîn dem li reseniya hunera kurdî vegerin û li ser wê bingeha zengîn çand û hunera xwe pêşve bibin.

Weke mînak  hunermendê Kurd gava li Mihemed arifê cizîrî, li Gerebêtê Xaço, li Eyşeşan û Meyrem xan, li Kewîs Axa  û li Mihemed Şêxo guhdar nekiribe  wê çawa karibe hunereke resen û li ser bingeheke rast bi afrîne, hele hele ku  baş bi kurdî nizanibe derfetên afrandinê pir qels dibin.

Hunermendên me herkes gazina dike li gor te rêya çareseriyê çiye? 

Ednan Heydo: Rêya çareseriyê li gora min, sazîbûne, xebatên kolektifin, bingehgirtina reseniya hunera kurdiye, famkirina rê û resmên kurdewariye, xurtkirina zimanê Kurdiye li ba hunermend,

lêkolînkirina çand û hunera Kurdî bi şêweyekî zanistî, notekirina hemî stran û destanên Kurdîne û erşîf kirina wane, ev tev jî li gora min di rêya sazîbûn re derbas dibe.

Hêja Ednan Heydo gotina te a dawî ji bo xwendevanên me?

Ednan Heydo: Hêvîdarim ku xwendevanê Kurd baş hunermendan rexnebikin ji bo hunermend karibin karên hêja biafînin divê rexnegerî xurt bibe.

Ji bo azadî û wekhevî li welatê rojê werin afrandin pêwiste hemî beşên civakê bi erkên xwe rabin û çavdêrbin li ser hev.

Hêja Ednan Heydo,ez Spasiya te dikim ji bo vê dema ku te bi mere parvekir û hêvîdarim  di jiyana xwe de her serkeftî be.

Ednan Heydo: Ez jî we spas dikim ku we ev derfet da min ku ez dîtinên xwe bi xwendevanên were parvebikim, bi hêviya rojên azad her şad û bextewer bimînin.

Hevpeyvîn

Xebat Şakir
26.08.2008 Oldenburg/ Elmanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…