Pirsa Kurdistan`ên` din

*Stiran Ebdullah

Pirsa kurdî li beşên din ên kurdistan ber bi geşbûnê ve diçe, di demekê de qezencên li başûrê Kurdistanê, ku ev 15 sal in hatine bidestxistin, ketine qûnaxeke destûrî û tenê maye ku bikeve warê Bikaranînê.
Li Kurdistana bakûr, piştî hedan û bêdengiyeke demkî ku jiber binçavkirina serokê Partiya karkirên Kurdistan Ebdullah Ocalan derketibû holê, dîsa hestê Netewî bilind bû û çalakiyên wî beşî bi awayekî berfireh derketin holê û astê hişyariya netewî kete qûnaxeke pêşketî û berdewam.
Piştî nêzîkbûna Receb Teyib Erdoxan ji rastiya pirsa kurdî re, çalakvan, siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetiyên kurd li Bakûrê Kurdistan dikarin vê derfetê bixin bin xizmeta xwe de, û serokwezîrên Tirkiyê han bidin ku wan gotinên xwe bixe warê Pêkênanê de. raste heya anuha ew gotin bê kiryare lê belê xwezî hikêmetên berê jî û hikûmetên cîran jî ,bi derewî jî ba, gotinên wisa gotibana.
Siyaseta Kurdistanî li bakûr pêwîstî bi lixwebûrîniyê heye, her wuha pêwîste xebat û keda xwe ya serekî bixe xizmeta bakûr de.
Li rojhilata Kurdistan Kurdayetî li ser du asteyan geş dibe: asteyek navxweyiye ku di hêla têkoşîna çandî û civakî de gehiştiye qûnaxeke giring û bûye cihê Rêz û şanaziya hemûyan, ew kulleka çandî ya biçûk ku ketiye dest kurdên rojhilat, bi mebestên cuda tê bikaranîn û îro bûye pencereke mezin ji bo geşbûna çanda netewî li wî parçeyê giring ji Kurdistan.
Asteya din, tevgera diplomasî ya serkirdayetiyên hêzên kurd  li Ewrupa û anuha li Dewletên Yekîtiya Emerîka ne. vêca ji hêzên kurd ên Rojhilat tê xwestin ku rê nedin pirsgirêka otomî û dubendiya Ideologi, ku di navbera îran û DYA bi taybet û dewletên rojava de bi giştî, derketiye holê, ku pirsgirêka kurdan binax bike. û pêwîste pirsa wî beşî ji Kurdistan bighînin asteya pirsa otomî ya ku ketiye rojeva dewletên rojava.
Rojavayê Kurdistan jî” kurdistana di bin destê Sûryê de” qet serdemek wek ya anuha, ku stêra bextê wan têde çirisiye, bi dest wan neketiye, û pirsa wan nêzîk dibe ku bide pêş pirsa Bakûr û rojhilatê Kurdistanê. ew nakokî û pêşberka di navbera hêzên siyasî ên kurdên Sûryê de qet nabe wek pirsgirêkeke asê eger ew bikaribin rewşa tenahiyê ya ku Sûryê têdeye bixin xizmeta xwe de. lê belê pêngava mezin di têkoşîna rojavayê Kurdistan de ewe ku cara yekemîne kurdên Rojava xebata xwe dixin xizmeta parçeyê Xwe de.
Berî anuha, kurdên bindestê Sûryê, ji ber cihê Cografî û giyanê Netewî yê bilind li cem wan, herdem pêşmergeyên dilsoz bûn bo Kurdayetî û beşên din yên Kurdistan û ji qezencan bê par bûn, lê anuha xema xwe dixun û ji bo xwe dixebitin û ev yek ji mafê wan e.
Eger kurdên Sûryê kurdayetiyê li parçeyê xwe payedar bikin dê bê wê wateyê Ku erkên li ser xwe pêktînin: hem rojava ji zinara Erebî  û sitema civakî ,ku ji ber nebûna nasnameyê peyda bûye, û ji bêmafiyê rizgar dibe. û hem jî ew qezenc dikeve rûbarê kurdayetiyê û hewde dighêje seranserê Kurdistana mezin.
Eger em bi çavekî “başûryane” li vê mijarê binêrin dê bê xuyanî ku hunera siyasetkirinê li Kurdistan`ên` din hatiye çespandin û bi taybetî li Kurdistana Iraqê kurd fêr bûne ku bidestxistinên xwe biparêzên û hayedarin ku tayê ku wan bi derdora wan ve girêdide qut nebe.
Aliyên herêmî vê yekê baş dizanin û hewl didin ku vê lehiya kurdayetiyê, ku di çarçoveya pêşketinê de ye, rawestînin. lê belê tevgera siyasî rêya diplomatikê nas kiriye û girêdaneke bihêz dinavbera bizavên kurd ên her çar parçeyên Kurdistan de durist bûye û bi vê yekê hunera siyasetkirinê ya kurdan ketiye qûnaxeke nêzîk ji serkeftinê.
Ji mafê tevgera kurdî ye li parçeyên din ên Kurdistanê  ku berjewendiyên xwe bixe coka berjewendiyên nêvdewletî de û fakterê nêvdewletî rakêşe bi aliyê xwe de, her wuha ji mafê wê ye ku xwe ji dava herêmî derbixe, lê belê li vêderê du têbînî hene ku ji kurdan tê xwestin hayedar bin derbarê wan :
*nabe kurd tevlî dubendiya siyasî bibin, ew dubendiya ku di navbera dewletên herêmê û dewletên rojava de derketiye holê.
*eger berjewendiyên kurdan bikevin aliyê dewletên herêmê de pêwîste bi bîrwerî û zanyarî nêzîkî rewşa nû bibin.
Li vêderê rewşa têkiliyên Başûrê Kurdistan bi beşên din ên Kurdistanê re dimîne:
Eger Başûrê Kurdistan bikaribe rêya federalîzmê berfireh bike û vî parçeyê Kurdistan bi awayekî dezgehane ava bike û navçeyên başûrê Kurdistan, ên pevçûn li ser heye, bi temamî bixin destê xwe û wan vegerînin nav xaka Başûr de, ez bawerim di wê demê de xwedê, xelk û dîrok jî di roja qiyametê de dê ji vî parçeyê Kurdistan razî bin, çimkî erkê herî mezin û pîroz ewe ku bingeheke bihêz ji bo kurdan bê afirandin.
Pêwîste kurd bash bizanin ku ev qezenc û pêşketina wan ne bi hesanî hatiye bidestxistin û barê wan girantir bûye… her wuha pêwîste kurd hayedar bin ku qapanên herêmî anuha li gor daxwaz û hêviyaye lê belê liv û lerzeke bê bîrwerî û hişyarî dikare çengên qapanê xwar bike û kurdan vegerîne warê ku nayê heskirin….
wekheviya çengên qapanên herêmî giringe ji bo kurdan li başûr û eger hin kêmasî di alîkariya parçeyên din de hebe pêwîste parçeyên din bi awireke zanyarî û bîrwer li mijarê temaşe bikin ji ber serkeftina parçeyekî dergehe ji bo sekeftina parçeyên din.

———
 

*Sernivîserê Rojnameya ASO li Başûrê Kurdistan
Veguheztin ji Soranî: Perîşan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…