porweşîn

  Dr. Hesen Xelîfe

weşandına porê lı cem nexweşên çerm jı bêhtırîn kêşeyên ku tên dîtın û ê herî gırıng û bı saw ın.
lı ser posta serî(فروة الرأس)  derdorî 80-120 hezar mû hene bêhtıryê wan dı rewşa şînbûnê dene,û ev qonaxa şînbûnê ya yekemîne jı gera porê  (الدورة الشعرية), ev qonax sê sala dımîne (1000 roj) ,

pıştre mû dıkevın qonaxa duwemîn , qonaxa  aramî  û rawestandınê ya ku  dora 10 rojan dewam dıke, dûvre qonaxa werandınê destpêdıke, ev jî sê heyvan dımîne)100 roj).
hatıye çespandın bı awakî zanıstî ku tevahıya mûyan xwe nûdıkın dı 4-5 salan de , û her roj mırov bı şêweyeke asayî 60-100 mûyî wındadıke , ev hejmar nayê wataya nesaxıyê ,
lê eger ev jımara mûyên ketî jı wılo bêhtır bıbe û demeke dırêj dewam bıke wê hıngê pêdıvî bı boçûna bıjîşkê çerm heye .
hêjayî gotınê ye ku şînbûna rojane ya mûyan nêzî 0,37 mîllîmıtıre ,û lı cem  afretan  bêhtıre  jı zılaman , û jı ber vê yekê pova wan dırêjtıre.
tê zanîn ku her qurmekî porê karê 20 mûyan dı peyhev de  derbıxe  dı pêdeçûna  jıyana mırov de, û ev qurmên mûyan kêmdıbın  jı destpêka deheka sısıyan jı temenê mırov .
sedemên porweşînê
1-             serrûtî الصلع)) : ev weşandın bı sedema zêdebûna  hurmonê nêrbûnê ye lı cem  zılam
û  pîrekan  çêdıbe
2- nexweşıyên gırêjıyên ker (الغدد الصم) mîna :
a .kêmasıya gırêjıya thyroîdê قصور الدرق) (
b. zêdebûna çalakıya thyroîdê فرط نشاط الدرق) (
c.  nexweşıya şekır  الداء السكري) (
3 . dıjwarî   : weke ku tê dîtın pıştî
A.    bardanîna pîreka ducan بعد الوضع))
B.   operasıonên bırînsazıyê(بعد العمليات الجراحية)
C.   tayan (بعد الحميات)  mîna tayê tîfo.
4 . derman: mîna dermanên  penceşêrê  ên kîmawî , bûjenên tîrêjweşالمواد المشعة))  dermanên xwîn nermkırınê(aspırîn),
zêdebûna vîtamîn a.
5.  kêmbûna çend darıngên gırıng  wek: protîn ,hesın , û zenk  
bı sedema parêza  xwarınê ya xurt yan bı xwînderbûnê (النزف)
6. nexweşıya kezeba şımakırî (تشمع الكبد)
7. nexweşıyên gıran ên dûvdırêj : nımûne: lemfoma , û   gırêkên  hundurîn الأورام الداخلية))
8. nesaxıyên  rısta  rehî  ya navendî
أمراض الجهاز العصبي المركزي))
9. sedemên dîtır  weke: hokarên wurûjanıyêالعوامل الانفعالية)),  girêcanê(العقدة النفسية)
10. weşandina di demsala payîzê de .
11. weşandına porê jı jêdereke nependî من مصدر مجهول))
dermankırın:
destpêkê:
dıvê sedma weşandınê werê naskırın û serrastkırın .
dıvê hokarên psîkolocîk werın rahıştın
pıştre :
dermanê xurtkırına qurmên mûyan weke: mînoksîdîl , vîtamînên pêwîst, û donên xurıstî (zeytûn,behîv , û garıs) dıvê werın danîn lı ser posta serî.
——
Jêder: kovara (HELEZ) hejmar 3-4


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…