Nivîskar û siyasetmedarê Kurd mamoste Selah Bedredîn, ne hewceyî danasîn û pêşkêşkirinê ye , di vê dema dawî de pir axaftin û guftûgo derbarê wî de çêbû , û pir nivîs li serê hatine nivîsandin di navbera rexnegir û alîgir de bi taybetî piştî beşdariya wî ya aktîv û giring di Eniya Felata Niştimanî de bi birrêz Ebdilhelîm Xeddam û girûpa Ixwana Misilmîn –Birayên Misilman- li Sûriyê re . Me hevpeyivîn pê re çêkir û me xwest ku ew pirsgirêkên heyî zelal bike û bersiva pirsên gelek yên girêdayî bi mijarên tavil ve , yên niştimanî Sûrî û netewî Kurdî ,bide .Ev e deqê hevpeyivînê .
– Mamoste Selah Bedredîn , hun beşdarî konfiransa Waşîntonê ya ku berî
Demekê lidarket bûn û duvre hun neçûn civîna Birokselê , gelo ji ber çi sedeman we ev biryar sitend ?
– Rast e , sebaretî Konferansa Waşîntonê em hatine vexwendin ji bo beşdarîkirinê di civîna Kurdên Emerîka û Kenedayê de ji bo xwe organîze bikin û rêxistinekê ji xwe re damizrînin. Piştî gihiştina me û di roja yekemîn ya konferansê de diyar bû ku hin armancên dîtir hene tevî ku ne zelal bûn bi rengekî hûr , lê me hestkir ku mesele ji rastiya xwe ya pêşîn dûr dikeve û me hindek nîşan bihîstin ku hinek kes hene dixwazin kongirekî netewî ji bo Kurdên Sûriyê girêbidin ! Vî tiştê ku em matmayî hiştin ji ber ku amadekirinên gerek tunebûn û nûnerên tavilê şepêlên konevanî û hizbî û rêxistinî yên Kurdistana Sûriyê beşdar nebûbûn …ev pir seyr bû bi rastî tevî amadebûna kesayetiyên naskirî bi dijminahiya xwe ji partî û rêxistinên Kurdî re ji demaka dûrûdirêj ve . Li hember vê yekê me ji despêkê de daxuya kirin ku em hatine vî konferansî li ser bingeha ku civînek heye ji bo birêxistina refên Kurdên Emerîka Bakur û Keneda ,û ji nişkêve di dema girêdana konferansê de pêşniyazên nû hatine meydanê . Herweha me eşkere kir ku xêzeke sor heye girêdayî bi hebûna tevgera siyasî ya Kurd li hundirû û nabe bête derbskirin û me vekirî got ku ev tişt nabe û em dê nehêlin tevgera netewî Kurd were derbaskirin , ev tevgera ku zêdeyî nîvsedsalekê ye xebatê dike tevî hemî têbîniyên me derbarê siyaset û nêrînên hinek serkirdayetiyên van partiyan . Ev destnîşaniya me weke nameyekê bû ji tevahiya beşdaran re , û bi rastî jî gelekan ji amadebûyan nêrînên xwe di vî warî de derbirrîn û pêşniyaza min ciyê piştgirî û palpiştiyê bû ji layê wan ve . Ji bo amadebûna min jî , piştî ku min ev mesele hestkir û ev hewildan dîtin , min biryar girt ku ez berdewam bikim û tiştê li nik xwe pêşkêş bikim ji bo ku konferans biser bikeve ji ber ku mesele hatibû ilankirin û bipaşve vegerîn hew dibû nexasime ku beşek ji civînê wê roja din li yekê ji holên Kongirêsê Emrîkî de lidar biketa , û ez bi yên din re mam û min hewil kir heta ji min hat da ku civîn bi ser bikeve di çarçoveya armanca ku ew ji bo wê hatibû girêdan , û bi rastî jî min hevpişkiya yên din kir di formkirina beyannameya kotahiyê û biryar û pêşniyar û perensîpên giştî yên ku dikarin bêne pêşkêşkirin wekû nêrîneke siyasî di roja din de , û ev tişt çêbû jî , û di roja din de jî min bi aktîviyane beşdarî kir dema ku min rûniştina ku hindek partiyên opozisyona Erebî Sûrî tê de cîgirtin , birêvebir . Min bi rengekî şayiste bi wan re guftûgo û danûsitandin kir û reakisyonên wan erênî bûn derbarê kêşeya netewî Kurdî li Sûriyê .
Sebaret bi civîna Birokselê jî , bi rastî ez beşdar nebûm û min nêrîna xwe bi eşkere û vekirî ilan kir berî girêdana wê bi demekê ji ber gelek sedeman , sedemê yekem ku yê ku ev civîn birêvebir yaxud jê re bû rêber eynî ew kesê ku beşdarî tevlî xeynî xwe di konfiransa Waşîntonê de kiribû û ji pişt meyildariyên xwe yên kesîtî herdû kesên ku rola mezin di konfiransê Waşîntonê de lîstin dûrxsitin ku yek ji wan mirovê wî bû ..Tevî ku ti biryar li Waşîntonê , ne di herdû rûniştinên fermî û ne di beyannameya kotahiyê de ti bend nebûn ku vexwendina girêdana kongirekê netewî yaxud niştimanî bo Kurdên Sûriyê dike di demeka nêzîk de ! Sedemê din jî ku pêşniyazên konfiransa Waşîntonê hatine sextekirin ji ber ku 13 xal hene û ew hêjî li nik min in bi xêzên destê min hatine nivîsandin ji ber min forma xwe pêşkêşkir û bi piştigirî û pijrandinê hate pêşwazîkirin û bi gelek zimanan hate belav kirin . Dîsa ez dibêjim ku ti bend tune bû ku banga girêdana kongirekî netewî yan nitşimanî dike lê bendek hebû ku banga hevgirtina tevgera Kurdî li Sûriyê dike û hewildana gihştina , di riya arîkariyê bi tevgera Kurdî ya siyasî li hundirû , yekkirina tevgera Kurdî di riya girêdna kongiran yan çi tiştê dîtir , û tiştê ku li Biroksilê rûda ya herî dûr bû ji vê mijarê ji ber ku tevgera Kurdî ya siyasî li hundirû bi yek nûnerî beşdarî tê de nekir û dûrketineka berfireh û tewaw ji layê tevahiya partî û rêxistinên Kurdî ji civîna Biroksilê re çêbû . Sedemê sisêyan ku civîna navbirî ji ber kêm amadeyiyê û lez û bezê û hewildana hindekan ji bo bicihanîna armancên kesane bandoreka xwe ya negatîv li tevgera Kurdî li Sûriyê kir û ziyan gihande doza Kurdî bi behaneye ku berî û di nav û piştî wê de 4 rêxistinên nû hatine damizrandin !! bi navê partî û rêxistinan tevî ku hinek ji wan bi tiliyan têne jimartin lê dîsa eveya karekî xirap e , ji xwe re biram in eger ku civîn dixwaze kongirekî neteweyî yan nitşimanî lidar bixe û yekkirina tevgera Kurd dike , vêce çawa sozan dide û germ dike !! ji bo berzkirina navên rêxistinî yên nû nexasime ku hindek ji wan guman û sawîr li dora wan diçin û tên , ji ber hindê ku hestbûn û nêrîna min di cihê xwe de bûn , ji ber ku min hest kir ku ew civîn û bi rengê ku hate lidarxistin wê ziyanê bighîne doza milletê me û kêşeya yekkirina tevgera me ya siyasî û ji ber vê min beşdarî tê de nekir û gelekên dîtir jî her wisa kirin ji partî û rêxistin û kesayetiyên rewşenbîr û ramyarî ser bi Rojavayê Kurdistanê û ne rast e tiştê hindek kes ilan dikin ku nebeşdariya min di wê civînê de hişt ez vê nêrînê bigirim , ez li vir dipirsim gelo ez di civînên din de weke yên ku li Parîsê û Siwêdê û Holenda û Berlînê beşdar bûme ..û duvre nêrîneka baş ji wan girtiye û berpirsên wan pîroz kiriye bê ku ez hinekan ji wan di warê kesîtî de nas bikim ?.
-Pirsa me ya didwan girêdayî Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê ye , nûnerî û beşdariya Kurdan çawa bû û nêrîna partiyên Kurdî li Sûriyê derbarê Eniyê û tevlîbûna wê çi ye , bi taybetî ji ber ku hun herdem giringiya hundirû berz dinirxînin weke ku we niha got ?
– Helbet , Eniya Felata Niştimanî , nûneriya pêkhatiyên ji opozisyona niştimanî ya demokrat li Sûriyê dike , nexasime yên ku hebûna wan li hindir û derve heye . Bê guman , pêkhatiyên bingehînî di Eniya Felata Niştimanî de ji Beesiyên ku li dij rêjîmê û tevgera Birayên Misilman (Ixwan) û ji hinek şepêlên lîberal û netewî û ji aliyê Kurdî . Diyar e ku opozisyona niştimanî Sûrî bi baskên xwe yên Kurd û Ereb ve ji mafê wan e ku dezgehên xwe yên niştimanî û sivîl dabimizrêne ji bû bicihanîna alternatîva demokart û rûxandina rêjîma dîktator ya niha , û kongirê ku li Londinê roja 4 û 5 Hizêranê hate lidarxistin weke Kongirê Damizrêner yê EFN bû , tevî ku beriya wî civîneka şêwirdariyê li Birokselê di meha Avdarê de lidar ketibû lê Kongirê Damzirêner li Londinê bû . Belê min di vî Kongirî de beşdarî kir û li wir jî min pêtiviya beşdariya hundir bi tavilê rengû tiwêje û netewe û tavahiya dezgeh û saziyên civaka sivîl yên girêdayî Sûriyê pêşkêşkir û hemû lihevkirî ne derbarê wê . Helbet , hundir nikare niha eniyên opozisyonê yên radîkal û giring ilan bike weke ku li Londinê pêkhat û diyar e ku hêzên li derve dê bi erkên xwe rabin û dê di pratîkên xwe de û di damizrandina eniyan de û dezgeh û rêxistinan tiştê ku hudir dixwaze derbibirre . Mesele wisa eşkere ye , û giringiyê bi van xalan dide : – Amadekirina ji bû damizarandina opozisyoneka rêxistî û yekkirina refên opozisyona niştimanî ya demokrat bi tavilê şepêl û pêkhatiyên wê – danîna lîsteyên rêxistinî û mewdanî û pêwendiyên ramyarî û xeynî wan jî –danîna bernameyekê û formkirina destûrekî nû bo Sûriyê , ev tev ji armancên opozisyona niştimanî ne li derve û hundir . Dibe ku derve di qonaxên taybet de tiştê ku hundir pê di rame derbibirre , dibe ku hundir ne amade be ku bi eşkerayî beşdarî tiştê li derve pêktê bibe , wisa ez di wê baweriyê de me ku qonax tewawbûna di navbera hundir û derve de dadixe holê , angu derve tiştê ku hundir nikare pêkbîne , bike û wa dibe jî wek nimûne , slogan û perensîpên ku di Kongirê Damizrêner de hatine pêşkêşkirin û di bernameya siyasî bo guherînê hembêz kirin û herweha beyananmeyên siyasî tev tiştê ku gelê Sûrî bi hemî tiwêje û netewên xwe dixwaze , derbirrîn û hem weke nêrînên opozisyona radîkal yên li Sûriyê ne ji ber hindê ku ez dibînim dem nehatiye ku em navên yên li hundir eşkere bikin yên ku piştgiriya tiştê ku li Londinê pêkhat dikin û tiştê ku Eniya Felata Niştimanî pêşniyaz dike , lê ez bawer dikim ku tavilê tiwêjên opozisyona niştimanî ne li dij tiştê ku li Kongirê Damizrêner li Londinê çêbû ne , berevajî vê ez dikarim bibêjim ku piraniya mezin piştgiriya beyanname û bername û pêşniyaz û birayarên Eniya Felata Niştimanî dikin . Wihareng e ku tiştê min kir ne li dijî perensîpên min yên niştimanî û neteweyî yaxud nêrînên min yên siyasî ne derbarê giringî dan bi nêrîn û rol û beşdariya hundir , weke min berê jî got , piraniya opozisyonan li cîhanê li derve destpê dikin dema ku rêjîmeka zordest hebe û rê nede bi çêbûna tiştan bi xuirstî û nehêle ku millet raya xwe bi azadane derbibirre weke xwepêşandan û itîsam û girêv û belavkirina belavokan , ev tev li Sûriyê qedexe ne niha di bin saya rêjîma zorbaz ya niha de, vêce tiştê ku li Londinê di Kongirê Damizrêner de pêkhat serkeftinek bû ji gelê Sûrî re bi hemî tiwêje û netewên wî li hundirê Sûriyê . Ev bê guman e û hate xuya kirin piştî belavkirina beyannameyên Kongirê Damizrêner û piştî kongirê rojnamevanî yê ku piştî bidawîbûna kongirê navbirî lidarket , me dît çawa rêjîma Sûrî hisaban dike û dest bi girtinan dike û hewil dike ku hindek misaweman pêkbîne derbarê hindek kêşeyên taybet bi armanca ku tektkîka xwe ya taybet derbas bike û xwe biparêze wek ku bi xatû Necah Ettar re çêbû dema wê fermana hêlên jor bicih anî di civandina bi hinek serkirdayetiyên rêxistinên Kurdî kir da ku were xuya kirin ku rêjîm di riya çareserkirina kêşeya yên bênasname de ye ( helbet ne çareserkirna kêşeya neteweyî Kurdî !!) wek ku car bi car pêkhatiye ji layê raydaran dema ku pêdiviya tektîkî ferz dike ……bi gotinekê hêza opozisyonê li derve hêzeke bo opozisoyna li hundirê Sûriyê .
– Yek ji berztirîn beşdarên Kongira Damzirêner û civînên Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê , birrêz Ebdilhelîm Xeddam bû , di vî warî de me gelek gotin bihîstin û gotar xwendin yên ku rexne dikirin derbarê têkiliya te û hevdîtina te pê re , tu çi dibêje ?
– Min birêz Ebdilhelîm Xeddam , cîgirê berê yê serokkomarê Sûriyê dît piştî ku ji û li ser rêjîmê derket û piştî ku nêrîna xwe ya eşkere derbarê : pêwîstiya guherîna demokrat li Sûriyê û dîtina wî ku rêjîm yeka zordest e ku welat û millet bindest kiriye û ji misteke binemalî û hindek efserên mezin di artêş û ewlekariyê de tê hev , her wisa Xeddam dibîne ku rîjîma niha rîjêmeke dîktator e milletê Sûriyê azar dike û devan digire û azadiyan qedexe dike û ji ber wesa piştî ku Xeddam giha van baweriyan , min dît şaysite ku opozisyona niştimanî Sûrî li derve û hundir-ya ku bi rastî û tekezî xwestina guherînê dike – bixêrhatina wî bike ji ber ku ev dê fakterekî alîkar be di riya xurtkirina guherandina rêjîmê û peydekirina alternatîvê niştimanî yê demokrat . Tiştê ku Xeddan wêne dike , û ew bi dehansal di cihê xwe de mîna lîderekî hizbî û siyasî û dilpomat li Sûriyê xulekên berfireh ji endamên partiya Beis li Sûriyê derdibirre û ew dê bi roleka giring rabe di razîkirina gelekan ji Beisiyan ji bû ku dev ji rêjîmê berdin û li dij rabin û Xeddam ji şepêlêka fireh li Sûriyê derketiye divê ku em venasînê bikin , û wî gelek gotin û daxuyanî dane û nêrînên xwe eşkere kirine ji ber hindê ku ez dibînim ku hemî layên pêwendîdar ji opozisyona demokrata welatparêz û herkesê ku paşeroja Sûriyê biha be li nik û baweriya wî bi guherînê were , ez bawer dikim ku pêtivî û pêwîst û sûdemend e ku têkiliyên xebatane yên nû ava bike û li ser bineghên nû bi birêz Ebdilhelîm Xeddam re û bi çi kesê ku li dij rijêm radiweste re …..eger guherîn bi ciddî were girtin divê em tukesê ku ji rêjîmê dûr dikeve ber nedin heta ku karmendekî piçûk be vêce çawa ku yekî mîna Xeddam be yê ku roleka mezin di jiyana siyasî ya welêt de lîst ji dor 4 dehsalan de . Ez bawer dikim ku tiştê pêkhat rewa û xurist bû û ji dema ku min Xeddam naskir û dît , wî pir pêşniyar kirin û vekirî bû û raya yê hember dipijirand eger derbarê rewşa giştî li Sûriyê be û pêşroja Sûriyê yaxud sebaretî pirsgirêkên siyasî û civakî û çandî û yaxud nisbetî dozên destûr û yasa û nêrîna wî j doza Kurdî re be ….Erê min ew dît û ez dê dîsa wî bibînim û em niha pêkve di yek enî û yek dezgeh û heman serkirdayetiyê de kar dikin ! .
– Sebaret bi rêjîma Sûrî ya niha , di Belaxnameya Kotahiyê ya Eniyê de hat ku ” Rêjîm berbi ketinê de diçe bê guman ” , di nêrîna we de rêjîmê temenê xwe yê dîrokî bûrand û berbi tunebûn û nemanê ve diçe , yan ev sipartiye balansên navnetewî û berjewendiyan bi taybetî ?
– Belê , semyanên rijêmeka wisa tekez dike ku rêjîmên wiha ji mêj de rûxane û hilweşiyane , û ketina rêjîma Sûrî ji ber gelek sedeman biûpaş ket weke : bazirganî kirin bi doza Filistînê re û dozên netewî û rizgarkirina Colanê û ” Ti deng ji dengê cengê bilindtir tune ye ” , û sedemê din ku rêjîma Sûrî mîna tavilê rêjîmên totalîter û tek-partî ji despêkê de xwe siparte atrêş û ewlekariyê û biserket di avakirina artêşeke hevaldar bi kêmanî ji layê efserên mezin û pir dezgehên ewlekariyê dazmirandin ku li Sûriyê zêde ji 7 alavên ewlekariyê yên eşkere hene ! Ev dezgeh girêdayî rêjîmê ne û berjewendiyên wan bi çarenûsa rêjîmê ve girêdayî ne û para şêr ji budjetê li ser wan tê xerc kirin . Rêjîmê herwesa dest danî ser movikên rewşa aborî û penecerên çalakiya bazirganî li Şam û Heleb û bajarên mezin û li ser bineghên bazirganiya derve di riya dost û nasan de angu rêjîmê ji pêşî de damûdezgeh avakirin da ku xwe biparêze nek ji bo wek digot Filistînê rizagr bike yaxud şerê Israilê bike . Di baweriya min de ji ber van sedemên gotî hilweşandina rêjîmê bi paşket tev li ku rêjîmên wisa ti derfet nedan bo berzbûna opozisyona niştimanî û ti hêvî bo çaksaziyê ne hiştin lê berevajî vê zindan û koçbarkirin û dûrxistin para têkoşerên welatparêz bû di hemî pêvajoyên ku rêjîma Sûrî di wan de derbas bû û genedelî û fitne û dabeşbûn para welat û welatiyan bû .
Tekez tevî bipaşketina ku me bas kir lê rûxandina wê ji % 100 e zû yan derneg û gelek sedem û merc û şertên şayiste hene niha ku rêjîm ji holê bête rakirin û alternatîveke niştimanî û demokrat cî bigire . Em dibînin ku rêjîmên zordest dikevin û dirûxin yek li pey yekê û ya herî dawî rêjîma Iraqê bû , rêjîma Sedam Hisên ya sitemkar , rêjîma cêwî li gor fikir û siyaset û nêrînê bi rêjîma Şamê re . Li gor dîtin ên Eniya Felata Niştimanî , asoyên berfireh hene ku mizgîniya felat û rizgarbûna ji vê rîjêmê pir nêzîk e .
– Mamoste Selah , di yekê ji bendên Projekta Niştimanî bo Guherînê ya Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê de derbarê rewşa Kurdan li Sûriyê hatiye ku ” Bikaranîna milletê Kurd ji mafên xwe yên siyasî û çandî weke tevahiya pêkhatiyên civaka Sûrî ” , û ji aliyekî din ve gotina ” Milletê Kurd ” di Belaxnameya Kotahiyê ya Kongirê Damizrêner ya Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê de nehatiye lê “Hevwelatiyên Kurd ” , û nêrîna we eşkere ye ku doza Kurd li Sûriyê ne doza hevwelatiyê ye , hun çi dibêjin ?
– Weke te got ne hewceye ez nêrîna xwe ya dîrokî ya naskirî ji doza xwe dubare bikim hinde ku ez serbilind im ku ez yekemîn kes bûm ku li hember xwediyên baweriyên ” kêmnetew – rabiwestim û rastiya hebûna milletekî Kurd ku li ser axa bav û kalên xwe dijî tekez bikim û herweha istihqaqatên vê yekê yên mafperwer yên netewî û demokart û ramiyarî di çarçoveya perensîpa mafê çarenûsî yên milettan de û ne hewce ye ku ez bibêjim ku nêrînên min yên stratîcî yên gotî ji bo min û alîgirên min bive û astengî û hander anîn ta radeya valakirina hin alavan bi tevahî û budjetên taybet ji bo tunekirina me û derbasbûna nav refên me û parçekirina gewdê me . Sebaretî Eniyê , wê nêrîneka balanse bi nêrînên tavilê aliyan ve girt û kêmkirin ji vî û wî çêbûn ta ku em gihîştine yek nêrînê . Eniya Felata Niştimanî weke ku di belge û dokûmentên wê yên taybet û bernameya guherînê de diyare – helbet bername bingeh e – dibîne ku milletekî Kurd li Sûriyê heye , û kêşeyek netewî heye û ji ber wesa banga bicîanîna mafên çandî û siyasî û civakî û aborî yên milletê Kurd li Sûriyê, dike . Tiştê din ewbû ku Eniyê pijirand ev perensîp têkeve destûrê Sûriyê yê hatî , yê nû de û ev li gor daxwaza me pêkhat û pir giring e . Ji layekî dîtir ve , bendeka din heye ku banga vegerandina pereyên menqûl û nemenqûl li yên ku ji wan hatine sitendin ji ber sedmên netewî
Û siyasî û ev girêdayî mijara Zinnara Erebî ye ji ber destdanîna mulikdariyan li ser asta Kurdî ji ber egerên neteweyî pêkhat û ne ji valahiyê hat lê li gor plana Zinnara Erebî bû tev li bangkirina bi vegreandina nasnamê ji xwediyan re angu rewş wiha ye Eniyê bo yekem car sebaretî saziyên ku vê dawiyê pêkahtin ji aliyê opozisyonê bi giştî li Sûriyê bi pênasandina rewşa Kurdî wekû doza milletekî ku divê destûr di pêşrejoê de tekez bike tevî nerazîbûn û jinûvemezandina di kêşeya Zinnara Erebî û nasnamê de . Helbet min bi eşkerayî xwest ku milletê Kurd mafê xwe yê çarnûsî bikarbîne û hin tiştên din lê weke hun dizanin Enî herdem li ser hindek dozên pernesîpî yên hevbeş lihev dikin ne weke ku aliyekî taybet dixwaze û ev in gerdenişên eniyan lê ez careka din destnîşan dikim ku tiştê herî giring di vir de ewbû ku pijirandina rewşa Kurdî mîna doza gelekî , mîna deozeke neteweyî , û dozeke mafan ku divê destûrê nû yê Sûriyê tekez bike, ev destûrê ku niha tê formkirin û ev li gor me mijareka giring e û bê guman e ku em dê xebata xwe berdewam bikin ji bo bidestveanîna têhgihîştineke bêtir ji doza me re û ev jî saman û diyalogkirin bi hevpişkên me yên Ereb re di hemî bone û minber û cihan de . Em hevpişk in , û Enî bawer dike ku Kurd şirîkên Ereban e niha û di çarenûsê de û ev jî mijareke cuda bû ku Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê di acenda xwe ya dawîn de ya ku ji Kongirê Damizrêner li Londinê derçû .
– We di gotareka xwe de nivîsandibû û guman di rastiya tiştê ku girûpa Birayên Misilman derbarê doza Kurd de pêşkêş dikin , kiribû . Gelo nêrîna wan niha guhertiye ? We têgihîştin û pijirandin li nik wan dît derbarê mijara Kurdî di civînên Eniyê de li Biroksil û Londinê ?
– Bi rastî min guman nekiribû angu ne ji ber gumanê di nêrîna girûpa Birayên Misilman de , lê min gotarek li ser bernameya wan derheqê rewşa Kurdî de nivîsand û min tê de got ku ew nêrîn dereng hat di pêşî de û diwemîn ne li gor xwestekan bû hinde ku nêrîna Birayên Misilman li doza Kurd dinerî li gor mafên hevwealtîbûn ê . Lê tiştê ku di bernameyê Eniya Felata Niştimanî de cî girt ya ku Ixwanan li ser îmzekirin , di nêrîna min de , nisbetî wan ev pêşveçûnek bû di nêrîna wan de û pêşketîtir e ji ya berê bi gelekî . Ev tişt hem erkekî wan e û têne sipas kirin jî li ser , û ez ji layê xwe de pir kêfxwş im ji vê nêrînê tevî ku cudahî û newekeheviyên di navbera me de pir in lê wek min berê jî got ev in teqalîdên eniyan . Sebaretî doza Kurd pêşveçûnek di nêrîna herdû layên sereke de pêkhatiye angu Ebdilhelîm Xeddam û Birayên Misilman ku di bernamê Eniyê de hate dîtin , di her sê bendên girêdayî rewşa Kurdî li Sûriyê de , û çi kesê ku bi doza Kurd haydar be ji dema serxwebûna Sûriyê wê bibîne ku herdû la Beisî û Ixwan dûrî Kurdan bûn , yên pêşî (Beisî) di pêşiya yên ku dijminahî û şerê tevgera Kurdî kir û Kurd sitembar kirin di riya planên Erebkirin û koçbarkirin û bêparkirinê de bê ku ti çareseriyeka demokarat û niştimanî ji doza Kurd re pêşkêş bikin , û yê diwemîn ( Ixwan ) di pêşiya kesên ku guhnedan bi rastiya netewî ya Kurd û di acendên xwe de ti çareserî pêşniyaz nekirin bo çaresrkirina pirsigrêkê li dirêjahiya nîvsedsalekê ji bilî nêrîna wan ya dawîn ya ku pir dereng hat û ev tişt dide xuya kirin ku diyalog bi herdû layan re di çarçoveyên welatperwere de û bi şêweyên demokarsiyane û karkirina bi wan re di Eniya Felat ê de , ku min bi ya çetintir –sebaretî Kurdan – destpêkir ya ku me nikaribû bikin û min pijirandin û bersivdan û guhdarîkirin dît ku bi maweyan zêdeyî nêrînên hêz û kesayetiyên Erebî Sûrî yên din di refên opozisyon û rêjîmdostan , li vir ez dixwazim bibêjim , di raesksiyonên derbarê kongirê Eniya Felata Niştimanî de ravekarekî bala min kişand ewjî Tirkî Rebîio bû , yek ji şovinstên Ereb yên Sûrî yê ku di rojanmeyek Kendavî de nivîsîbû derbarê Eniyê de ku yekî radîkalekî Kurd ( mebesta wî ez bûm ) bi zimanê Kurdî axift di kongirê rojnemavanî de li pêşiya alavên ragihandinê piştî bidawî bûna karûbarên kongirê navbirî , û ev jî nîşaneka hûr e ku kêşeya Kurd li Sûriyê yeka neteweyî ye bê şik û guman .
– Derbarê aliyê Kurdî û daneserheva mala Kurdî ji hundirve , gelo parçebûnên ku , wek we diyar kir damziarndina 4 rêxistinên nû ji civîna Biroksilê , di vê dema nazik de pêktên li berjewendiya milletê Kurd li Sûriyê ye ? Hun çi çareseriyê pêşniyar dikin ?
– Di vî warî de ez bawer dikim ku imkana dîtina çerseriyeke nêzîk û şayiste bo qeyrana tevgera neteweyî siyasî Kurdî li Sûriyê heye . ji ber ku dem hatiye ku tev li ser lêvegereke siyasî ku kêmaniya arezû û xwestekên tavilê aliyan hembêz bike, lihev bikin . Ez di wê baweriyê de me ku bi pratîk ev tişt li hundirê welêt dê zû pêk neyê û ji ber hindê pir sûdemend e ku ev tişt li derveyî Sûriyê pêk were . Di riya beşdarî û erêkirin û tevlîbûna nûnerên tevahiya rêxistinên siyasî Kurdî li derve û hundir tev li saziyên nû di meydanê de yên ku bêtir hatine diyarkirin û xuyakirin ji dema bûyerên 12 Avdara 2004an .
Bê guman , refên nû hene ji serbixwe û rewşenbîran û em afireta Kurd jî jibîrnekin , eva ku refên xwe niha birêdixe , ew jî divê ku deng û rola xwe hebe di lêvegera xwestî de , û ez bawer dikim ku pir şert û merc dighine hev ji bo biserxistina vê ramanê û dost û bira hene ku ji bo vê yekê dixebitin û ti behane û hincet nemane ji hemî latyan re ji bo xwe bidine alî ji van erkên netewî
Yên pêwîst yên ku qonaxa niha ya bive û nazik wan pêşkêş dike , bi taybetî û em li hember asoyên ku çêbûna guherîna demokrat tekez dikin , divê ku Kurd û tevgera wan ya konevanî amade bin ku rol û maf û cihê Kurdan hebe di Sûriya nû ya birêde .
– Pirsa min ya dawîn derbarê kesayetiya we de ye , ji ber ku me vê dawiyê pir gotar û nivîs xwendin derbarê we , hinek ji wan rexnegir û yên dîtir alîgir bûn , hun çi ji herdû layan re dibêjin ?
– Bi rastî , ez çi kesê ku rexneya avaker û baş ji bo pêşveçûn û derbaskirina şaşîtiyan li min dike , sipas dikim ji ber ku ev tiştekî ez pê serbilind im û pesnê xwe pê didim ji ber ku ji mêjve min dawa rexnê kiriye û ti pêşveçûn bê rexne û xwe-rexne û diyalogê nabe , ez van xortan ji nifşê nû pîroz dikim û bengînî û xortaniya xwe di wan de dibînim û ez wan vedixwînim da ku ew berdewam bin di daxuyakirina têbîniyên xwe û nivîsên xwe yên rexnegir de derbarê nêrînên min û pratîka min di warê nitşmanî û netewî de .
Sebaretî yên ku rêbaza min dipijirînin û nêrînên min rast dibînin , ez sozê didime wan ku ez li gor baweriya wan bim niha û di pêşerojê de û ez dev ji wê rêbaza ku me binegehên wê ji sala 1965an ve di konferansê Tebaxê yê mêjûyî de danîn naberdim, û ez hêj girêdayî wê rêbaza netewî demokrata çepgir ya dîrokî me ya ku ez dê deyndarê wê bim heta ku ez sax bim di sînorên pêgirêdana ramyarî û ramanî de ! Ji layekî din ve , ez hêvî dikim ku herkes têbigihe ku min bi sê telaqan dev ji karê hizbî berdaye bê veger û ez ne amade me ku guhdariya yên ku – bi niyetbaşî- dixwazin min bikêşin cihên ku ez naxwazim nêzîkî wan bibim yaxud anîna dozên ku bûne mulikê dîrokê û ti sûde nîne di arihandina wan de di vê qonaxê de , ji ber ku di rewşa min ya niha de ez bi erkê xwe yê giştî , niştimanî û netewî radibim di çarçoveya Kurdayetiyê de û ez ne amade me ku têkivime şerên peyvînî yan cedelê li dora mijarên hizbî yên ku ez ji çerçoveya wan bi vîna xwe û hilbijartina xwe ya azadane derkrtime , ez herweha dixwazim ku pêwendîdar têbigihin ku diyaloga fikirî û siyasî derbarê dozên me yên hevpar bi eşkerayî û bi şefafiyet û dilferehî dibe lê munaqşeyên hizbî û rêxistinî yên ku ez bi wan re ne têkildar im , di kongir û civînên girtî de dibin , ji ber hindê ku ez tevan vedixwînim bo herdû layan têkel nekin û taybetmendiya yê dîtir qedexe nekin û dest nedînin ser azadiya yê dîtir û dûr bikevin ji awayê lêpirsînê û lîstina rola polîs bê ti bineghên yasayî û legal .
– Mamoste Selah Bedredîn , ramanvan û siyasetmedarê Kurd , sipas ji bo we !
– Sipas!