xerîbim ez

  lawkê hacî
di himbêza teda dijîm
li jêr siha serwerya te
mixabin xerîbim ez
ji nalîna dilê min ev diyare
ger dayikên şehîdan bizanîbyan
çarenûsa pêşeroje wisabe
tu car ne dizan
da nebana derya jan û kulan
welat parêz mijûl nedbûn 
bi raperînê rokê bi tenê

wê rewş bisparta nervînê
mixabin dayê        
ew xewn û hêvî û dil xweşkirin
di malçûkêde hate kuştin
rê nedan bi roja te şabibin
rêk û xaçirêk bê ser û berkirin
pirsek li holê tête ziman
bo çi bextê te wihaye
gelo ev kurdin ji hinavê te hatne jînê
yan biyanîne ji sed salan ew û tu ji hev bêrîne 
ji karên wan ev dibare
ku bi navê te
û xwîna şehîdan sûdeyên diparêzin
ya te divêt li ber bayê kur didêrin 

mixabin dayê
jar û mestim dil şikestî sergeştim
di nav sêng û berên teda 
mat nemîne dema dibêjim
xerîbim ez 
 
 
Duhok – 10/ 8 / 2008    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…